Spêle

Spêle

Kesên ku ji mêj ve ye te nas dikirin ecêbmayî diman li rexî vê hezkirina te. Li der û cîranan û heta li dê û bavê min pir ecêb dihat hezkirina te ya keçekê. Lewra ji berê ve te ji zarokên keç heznedikir. Te digot “Qîz kîngê hebe dibin qîzên xelkê lê kur çiqas pîs bin jî kurê me ne.” Heta jidayikbûna min jî kesekî nedîtibû ku tu bi zarokeke keç re şa bûyî, te ew daye milê xwe û ew maçî kiriye. Navê min jî te Nefel danîbû. Di wê şeva ku kerb û dilşadî tevlihev bûbû wextê bavê min bi madekî têkçûyî ji te re gotibû “Dadê, Nesîbe rehet bû; du kur mirin, qîzek Xwedê kir nesîbê me” te jê re gotibû “Xema nexwo. Kes ji Xwedê mezintir tuneye, tu kes jî jê çêtir nizane. Biryar li ser biryara wî nayê dayîn. Bila navê wê Nefel be. Ewê jî weke nefelê qurmek be lêbelê sê pel û sê giyan dê di xwe de bihewîne.”

Rûbar Elî

Rûbar Elî di tîrmeha 1989an de li bajarê Êlihê, li gundê Kanîkê hatiye dinê. Di sala 2012an de beşa mamostetiya Tirkî ya zanîngeha Atatürkê qedandiye. Di navbera salên 2012-2013an de li Mêrdînê lîsansa bilind ya bê tez qedandiye. Zewicî ye û niha li Êlihê mamostetiyê dike.

Bi çîroka xwe ya bi navê “Rêwîtiya Rabirdû” sala 2019an, di “9. Xelata Çîrokan ya Şerzan Kurt-Eğitim Sen şaxa Batmanê” de bûye yekemîn. Heman salê bi çîroka xwe ya bi navê “Spêle” jî di “3. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Yılmaz Güney Pêşbaziya Çîrokan” de xelata Mansîyonê girtiye.

Heta niha helbest û çîrokên wî di kovarên Nûbihar, Bernamegeh û Kurdeçîrokê de weşiyane.


Navê Kitêbê Spêle
Navê Orîjînal -
Nivîskar Rûbar Elî
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-7383-52-3
Cûre Çîrok
Rûpel 88
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg İHB