Zarokên li ber Tevna Mehfûrê

Zarokên li ber Tevna Mehfûrê

Zarokên li ber Tevna Mehfûrê qiseta zarokên xebatkar e. Ew zarokên ji ber feqîrî û neçariyê di temenên xwe yên biçûk de ji mil û qeweta xwe girantir bar hildigirin. Zarokên ku divê li gund û kolanan, li dibistanê, li deşt û beyaran dest bidin hev bilîzin, bikenin, bigirîn, şer bikin û jiyanê bi hev re bijîn û fêr bibin, ne ku di bin hukmê mezinan de biheciqin û xeyalên wan bi ro de biçin.
Hûn dê di vê kitêbê de qiseta Nimiko û Sefero bixwînin, ka çawa di bin îhtirasa mezinan û êtîmî û hejariyê de xeyal dikin û dijîn. Lê derdê Nimiko gûzên çargurçik û daxwaza Sefero jî cotek ji wan pêlavên çilwilî yên bajaran in.
Hûn dê di vê kitêbê de qiseta Rizo bixwînin, ku hêj di zikê dêya xwe de ye tê îcarekirin. Lê derdê Rizo tenê têrxwarin e.
Hûn dê qiseta Esedo û Xecîceyê bixwînin ku ew şelûşeht bûne li kargehên xalîçerêsiyê. Derd û fikara Xecîceya xwarovîçî ew e ku bi selametî zaroka xwe bîne dinê.
Her du qisetên Hûşengê Moradiyê Kirmanî, daweşandina gurzekî ye li giregir û hukumdarên dimeşin li ser xalîçeyên sor û hişyariyek e ji bo Nimiko, Sefero, Rizo, Esedo û Xecîceyên hemû dinyayê, û nexasim -ku em bizanin- ji bo yên Kurdistanê.
 

Hûşengê Moradîyê Kirmanî

Hûşengê Moradîyê Kirmanî – di sala 1944an de li Kirmana Îranê hate dinê. Digel nivîskarîya edebîyata zarokan di ciwanîya xwe de di radyoyê de jî kar kiriye. Yekem çîroka xwe bi navê Kûçeyê Ma Xoşbextha (Kolana Me Bextewaran) di Kovara Xoşe de nivîsî. Şêwaza wê bi piranî mîzahî ye û yek ji nivîskarên realîst ê Îranê ye. Yekem kitêba wî ya çîrokan di sala 1971an de bi navê Mesûme çap bû. Digel gelek xelatên edebî yekem xelata xwe li ser navê kitêba Beççehayê Qalîbafxane / Zarokên li ber Tevna Mehfûrê di sala 1976an de ji lijneya taybet a Hans Christian Andersen wergirt. Kirmanî heya niha nêzî 21 berhem nivîsîne ku nêzî 9 ji van berheman bûne fîlmên sînemayê yan jî rêzefîlmên televîzyonan.

Berhemên wî: Mesûme, Qissehayê Mecîd (bûye rêzefîlm), Beççehayê Qalîbafxane, Nexl, Çekme (bûye rêzefîlm), Xomre, Moştê ber Pûst, Tenûr, Morebbayê Şîrîn (bûye rêzefîlm), Lebxendê Enar, Mêhmanê Maman (bûye fîlm), Ne Ter û Ne Xoşk, Şoma ke Xerîbe Nîstîd, Piloxoreş, Mislê Mahê Şebê Çehardeh, Nazbaleş, Hûşengê Duwom, Abê Enbar, Tehê Xiyar, Qaşûqê Çayxorî, Men Qezalê Netersîdeî Hestem.


Navê Kitêbê Zarokên li ber Tevna Mehfûrê
Navê Orîjînal -
Nivîskar Hûşengê Moradîyê Kirmanî
Wergêr / Lêkolîner Kenan Subaşı
ISBN 978-625-7383-51-6
Cûre Zarok
Rûpel 128
Ebat 11.50 x 18.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg İHB