Nûbihar Akademi 17

Nûbihar Akademi 17

Ji Nûbihar Akademîyê merheba! Nûbihar Akademî bi jimara xwe ya hevdehem (jimara yekem a sala nehem) li pêşberî we vekoler û akademîsyenên hêja ye. Wek ku me ragihandibû, em êdî di her jimareke Nûbihar Akademîyê da zêdebarî nivîsarên li ser babetên giştî li ser mijareke taybetî jî dosyayekê amade dikin. Di vê jimarê da em bi dosyaya yekem li pêşberî we ne ku babeta dosyayê “Kurdên Yarsan” e. Ji ber ku edîtorê dosyayê Dr. Shahab Vali di vê babetê da pêşekîyeke serbixwe nivîsîye em ê hûrgulîyên dosyayê û perspektîfeke giştî li ser babeta dosyayê hewaleyî wê derê bikin. Li vê derê em bi taybetî dixwazin wek erkekê spasî û minetdarîya xwe pêşkêşî Dr. Vali bikin ku digel hemû zehmetîyên wê ev dosya ji me ra amade kir. Di vê jimarê da bi giştî deh nivîsarên me hene. Ji van nivîsaran heft heb gotarên resen, yek gotareke kurt, yek wergêran û yek jî danasîna pirtûkê ye. Ji alîyê zimanî ve şeş gotar bi Kurdîya Kurmancî, gotarek û danasîna pirtûkê bi Kurdîya Zazakî, gotarek bi Îngilîzî û wergêran jî bi Tirkî ye. Ji alîyê temayan ve sê gotar û wergêran derheqê Kurdên Yarsan da ne ku ev di heman demê da mijara dosyayê ye jî. Ji nivîsarên din sê gotar di qada edebîyata modern, gotarek û danasîna pirtûkê di qada edebîyata klasîk û gotarek jî di qada folklora Kurdî da ye. Zülküf Ergün, di gotara xwe ya bi navê Nasnameyên Edebîyata Kurdî ya Sovyetê da ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, li ser arasteyên nasnameyî yên edebîyata Kurdên Sovyetê radiweste û di nav konteksteke sîyasî û civakî da behsa guherînên nasnameyî yên vê edebîyatê dike. Li gor Ergün sê qadên vê guherinê di nav Kurdên Sovyetê da hene ku ew jî şopên nasnameya travmatîk a Kurdên Êzîdî, bicihbûna nasnameya Sovyetê û serîhildana nasnameya neteweyî ye. Nivîskar, awayên sêwirîn û nîşandana van nasnameyan di deqên edebî da berceste dike. Güneş Kan, di gotara xwe ya bi navê Romaneke Bêhizûr: Di Peywenda Fîksiyonalîte û Dengê Vegêranê da Gramera Bêhizûr a Şener Özmen da ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, li ser bêhizûrî û fîksîyona krîzwarî ya romana Gramera Bêhizûr hûr dibe û hewil dide ku di peywenda têgih û teknîkên fîksîyonê yên wekî berhema vekirî, navdeqî, metafîksîyon û dengê vegêranê da analîza wê romanê bike. Nivîskar, gihîştîye wê encamê ku di vê xebata romannûsî da ji hêlên naverokî û şêweyî ve cîhaneke absurd, kaotîk û krîzwarî tê xuyakirin ku vê yekê ne tenê rengê xwe daye navê romanê (Gramera Bêhizûr), di heman demê da rengê xwe daye piranîya xebatên romannûsî jî. Mazhar Çiftçi, di gotara xwe da ya ku navê wê Penaberî di Lehengsazîya Romana Barê Şevê ya Fawaz Husên da li Gorî Rêbaza Realîzma Efsûnî ye û bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, romana Barê Şevê ya Fawaz Husên ji alîyê penaberîyê ve vedikole û di vê yekê da ji rêbaza realîzma efsûnî sûd werdigire. Nivîskar di çarçoveya vê rêbazê da û bi awayekî giştî sedem û encamên neyînî yên penaberîyê di lehengsazîya çar penaberên Kurd da ku her yek ji wan ji parçeyekî Kurdistanê ne tehlîl dike û alîyên jîyana wan ên rasteqînî û xeyalî/efsûnî radixe ber çavan. Kenan Subaşı, di gotara xwe da ya ku navê wê Dêw û Formên Wan di Folklora Kurdî da ye û bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, li ser têgeha “dêw”ê û tezahur, cure û temsîlên wê radiweste. Li gor tesbîtên Subaşı, wek mîteke Kurdo-Îranî ku çavkanîya wê ya sereke kitêba pîroz a Zerdeştîyê Avesta ye dêw û formên dêwan, çi bi navê xwe û çi jî bi nav û nûçikên cuda û curbicur (Pîra Cadû, Kula Stûbizengil, Elk, Meyreman, Xapxapok, Reşê Şevê, Rotê Şevê, Dêlegur, Gurê Manco, Xermexozan, Psîka Girnexok, Gornepaş, Zibên, Sibat, Kabûs) di nav folklora Kurdî da bi awayekî pir zindî hatine veguhastin û gihiştine roja me. Nivîskar, pênasekirin, bizarkirin û şayesandinên van forman di nav folklora Kurdî da vedikole û radixe be çavan. Nevzat Eminoğlu, di gotara xwe da ku navê wê Estetîk û Cureyên Wê di Şiîrên Melayê Cizîrî da ye û bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, estetîzmê wek mijareke herî kevn a qada felsefe û edebîyata klasîk li qelem dide û hewl dide ku bi rêya helbestê felsefeya estetîkê li nik Melayê Cizîrî tesbît bike. Nivîskar di vê çarçoveyê da nêrînên Melayê Cizîrî yên li ser estetîkê û mahîyeta wê di nav dîwana wî da vedikole û hizr û ramanên hunerî yên Melayî û herweha esas, uslûb, şêwe û cureyên estetîkê li nik wî dinirxîne û di vê biwarê da encamekê bi dest dixe. Di beşa danasîna pirtûkê da, nivîsara Nurettin Beltekinî ya ku bi Kurdîya Zazakî hatîye nivîsîn û navê wê Kîtabê Eşqname Ser o Nirxnayîşek e cih digire. Beltekin, di nivîsara xwe da berhema Hayrullah Acarî ya bi navê Eşqname: 100 Xezelên Mewlana Yên Bijartî (Weşanxaneyê Nûbiharê, 2021) dide nasandin û li ser girîngîya Mewlana, berhemên wî, wergêranên wan û vê wergêrana Hayrullah Acarî ku di qada xwe da gaveke nû ye bîr û boçûnên xwe derdibire. Alireza Zahedi Moghadam (History of western academic reaserch on Yarsan), Sevda Orak Reşitoğlu, (Kelamên Soranî Di Metnên Yarsanî De: Mînaka Nêrgiz Xanim Şehrezorî) û Mutlu Can (Hetê Bawerî, Îbadet û Organîzebîyayîşî ra Pêveronayîşê Elewîtîya Dêrsimî û Yarsanîye) bi gotarên xwe; Mehrdad Anvari jî bi wergêrana ku ji Mustafa Dehqan kirîye (An Ahl-i Haqq Kurdish Folio on the Music/Müzik Üzerine Bir Ehl-i Hak Kürt Folyosu) di dosyaya Kurdên Yarsan de tevkarî kirine. Wek xala dawîyê, em dixwazin ragihînin ku dosyaya jimara bê dê li ser babeta “Kurdên Lor û Goran di Çavkanîyên Serdama Navîn da” be û edîtorîya vê dosyaya girîng jî dê ji alîyê pisporê hêja Dr. Ismail Shams ve bê kirin. Bi hêvîya ku em di jimara bê ya Nûbihar Akademîyê da bi dosyayeke têr û tijî û bi babetên dî yên curbicur li pêşberî we vekoler û akademîsyenên hêja bin. Abdurrahman Adak Edîtorê Giştî

Navê Kitêbê Nûbihar Akademi 17
Navê Orîjînal Nûbihar Akademi 17
Nivîskar Kollektif
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 977000002147317
Cûre Kovar
Rûpel 150
Ebat 13.00 x 24.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg --