Şevên Derîhesin

Şevên Derîhesin

Ev roman, di kesayetiya Kurdeke belengaz de, dramatîzekirina jiyana Kurda ye. Ji destê êş û elemên jiyana bindestiyê, ji destê koçberî, dubanetî û bêkesiyê, serboriyên me Kurdan çawa dibine zêmar û li rû ezmana dibine wêneyê evîna azadiyê. Di wî wêneyî de jî, wêneyê xwediyê nirxên zêrîn, wêneyê jina Kurd e ku bi zelûliya herî mezin dibe hîmê çanda Kurdî û bi zimanê xwe yê xweşik dîwarê pêşeroja me diafirîne. Êş û elemên xwe dike stran, dike govend û diyarî çiya û banî, deşt û zozan, gelî û newalên welatê xwe dike. Ji ber ewqas tehde û êşên dijwar, tu car rûyê xwe tirş nake û posîde nîne. Em Kurd tev zanin; gava ku jinên Kurdan bi purçî-mehde û posîde bin, bizanibin qira mêran hatiye.
 

Navê Kitêbê Şevên Derîhesin
Navê Orîjînal Şevên Derîhesin
Nivîskar Dağıstan Karakoç
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 9786257383356
Cûre Roman
Rûpel 152
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg İHB