Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin

Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin

Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin ji çar çîrokan pêk tê. Ev çîrokana bi naveroka xwe ji hev diqetin, lê dîsa jî di ber hev û di ser hev ra derbas dibin û zimanekî wan yê hevpar çêdibe. Kesên di van çîrokan da şev û rojên xwe baş ji hev dernaxin, dilê wan meskenê kul û derdan e û çîroka xwe mînanî niviştekê bi xwe ra digerînin, lê dawiya dawî roj, meh û sal mîna bawîşkan derbas dibin û her kes di halê xwe da fenanî agirê cixareyê hêdî hêdî dişewite.
Nîhatê Hecî Şakir di vê berhema xwe ya ewil da xwe dispêre zimanê kilamên dengbêjan û bi Kurmanciyeke fesîh dinivîsîne, lê gava dinivîsîne jî ji vî zimanî kêm nake û vî zimanê ji bona çîrokên fesilandiye li hev zêde dike. Loma jî ev berhem bi çar çîrokên di xwe da dihewîne di heman demê da derçûna şêweya nivîskarekî nû ye.
 

Nîhatê Hecî Şakir

Nîhatê Hecî Şakir di sala 1985an da li Sosnûta gundê Mûşê çêbûye. Di sala 2012an da li Zanîngeha Stenbolê beşa Dîroka Hunerê qedand. Li zanîngehê di nava xebatên derxistina kovara Pêngavê da cî girt. Nivîs, werger û helbestên wî di serî da Pêngav bi navê Nûhat Deştî di kovarên curbecur da derketin. Di sala 2017an da li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê di beşa Ziman û Çanda Kurdî da lîsansa xwe ya bilind temam kir. Nîhatê Hecî Şakir niha li Mûşê disekine.


Navê Kitêbê Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin
Navê Orîjînal Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin
Nivîskar Nîhatê Hecî Şakir
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 9786257383363
Cûre Çîrok
Rûpel 72
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg İHB