Meşa Bêdawî, Mistefa Barzanî

Meşa Bêdawî, Mistefa Barzanî

Mistefa Barzanî di zindanê de çavên xwe li jiyanê vekirine. Jiyana wî bi giştî li ser çiya derbas bûye, li welatekî dûr jiyan terk kiriye. Heta roja ku miriye 75 sal temenê xwe di ber doza gelê xwe de derbas kiriye. Serokekî pêşketî, zanayekî bêhempa, qehremanekî jêhatî, umîda gelekî, lê li dinyayê ji bilî cilên li ser bejna xwe û mawîzera di destê xwe de, nebûye xwediyê tiştekî.
Ji Mistefa Barzanî pirsîn welatê Kurdan ku der e, got: “Cihê ku kewê gozel lê birêse (bixwîne), cihê ku dara berûyê lê hêşîn bibe, ew der welatê Kurdan e.”

Mihemed Seîd Temel

Mihemed Seîd Temel di sala 1952an de li bajarê Êlihê (Batmanê), li gundê Tilmercê hatiye dinyayê. Mekteba xwe ya seretayî li gundê xwe xwendiye, mekteba navîn li Êlihê û lîse jî li Amedê qedandiye. Di navbera salên 1965 û 1970yî de li medreseyên Kurdistanê, li herêma Êlih û Amedê dersên olî xwendine. Ji sala 1975an vir de di karê dewletê de xebitiye. Di sala 1998an de ji karê dewletê malnişîn bûye. Hinek meqaleyên wî di kovara Nûbiharê de û di hinek malperên înternetê de hatine weşandin. Ev pirtûka wî ya heştan e.
Ji sala 2018an vir ve, di rojnameya mehalî Pusula ya Batmanê de derbarê herêm û civakê de nivîsên wî têne weşandin.
Niha li bajarê Êlihê dijî û di Komeleya Nûbiharê û Komeleya Ehmedê Xanî de karên çandî dike.
Pirtûkên wî yên çapbûyî ev in:
1. Reşokê Dirêj (2014); zargotin û çîrokên herêmê.
2. Tehtên Bilind 2014); romana serpêhatiyeke herêmî ye.
3. Eşîra Reşkotan (2016); der barê eşîrê de ye.
4. Hawara Merwaniyê Çiyayê Rûtik e (2018); romaneke dîrokî ye.
5. Li Şedadiyê du jinên Ermen (2018); romaneke dîrokî ye.
6. Selahedînê Eyûbî û kurê Mîrê Amêdiyê (2020); romaneke dîrokî ye.
7. Meşa Bêdawî Mistefa Barzanî (2021); romaneke dîrokî ye.
8. Şêxê Biçûk Şêrê Çiyayên Pîranê (2023); romaneke dîrokî ye.


Navê Kitêbê Meşa Bêdawî, Mistefa Barzanî
Navê Orîjînal Meşa Bêdawî, Mistefa Barzanî
Nivîskar Mihemed Seîd Temel
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 9786257383189
Cûre Roman
Rûpel 200
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2021
Çapa Çendan 1
Berg -