Maciriya Hemîdiyekî [Rojnivîska Mela Mihemedê Zîlanî (1915-1918)]

Maciriya Hemîdiyekî [Rojnivîska Mela Mihemedê Zîlanî (1915-1918)]

Mela Mihemed, di bîst saliya xwe de tevlî Alayên Hemîdiyê dibe. Di bin emrê Kor Huseyn Paşayê Heyderî de çend salan li herêma Eledaxê dimîne. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li hemberî Artêşa Ûris li eniya Milazgirê şer dike. Di dawiyê de, alaya ku ew tê de têk diçe. Û devera Gelîyê Zîlan jî tê de, tevahiya Serhedê ji aliyê Artêşa Ûris ve tê dagirkirin. Ji ber hindê, ew û malbata xwe ber bi Başûr ve koç dike. Rêwîtiya wî û malbata wî, ji Erdîşê dest pê dike û li Entabê bi dawî dibe. Ev kitêb bi mijara xwe gelekî girîng e. Ji ber ku bi awayekî rojnivîskî behsa parçeyek koça Kurdan ya wan salan dike. Mela Mihemed, di reva xwe ya ji ber Artêşa Ûris de serpêhatî û hestên xwe bi helbestî nivîsandine

Navê Kitêbê Maciriya Hemîdiyekî [Rojnivîska Mela Mihemedê Zîlanî (1915-1918)]
Navê Orîjînal Rojnivîska Mela Mihemedê Zîlanî Maciriya Hemîdiyekî Ji Erdîşê Heya Entabê (1915-1918)
Nivîskar Sedat Ulugana
Wergêr / Lêkolîner Sedat Ulugana
ISBN 9786059413596
Cûre Biyografi
Rûpel 120
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2020
Çapa Çendan 1
Berg ihb