Sûc û Ceza

Sûc û Ceza

Ev berhema Dostoyevskî ji sala 1886an vir ve ji aliyê bi milyon kesan ve hatiye xwendin, niha jî tê xwendin û wisa xuya ye ku wê di rojên pêş de jî were xwendin. Ev berhema han ji wêjeya Rûsî şaheserek e ku navê xwe li rûpela wêjeya dinyayê daye nivîsandin. Sûc û Ceza hestên mîna alozî, nakokî, şikestin, hêvî, bêhêvîtî, mêrkujî, poşmanî, xewn û xeyalên tirsnak ên ku di jiyana mirov de tên dîtin, di şexsiyeta lehengê xwe Raskolnîkov de li ber çavan radixe. Raskolnîkov lehengekî ji nav jiyanê ye, şagirdekî zanîngehê ye, di nav xizaniyeke dijwar de diperpite û sedem vê yekê biryarekê dide. Lê mixabin ev biryar ango kuştina yekî, jiyanê lê heram dike. Şevên bêxew, xewnên tirsnak, şayesandina bûyeran û kesayetan; mirov bi xwe re dibe ode, hewş û kolanên wî bajarî. Lewma di vê berhemê de tansiyon her car bilind e. Sûc û Ceza şahesereke hêjayî xwendinê ye û ji bo romannûsa jî mînak û çavkaniyeke bêhempa ye.

Navê Kitêbê Sûc û Ceza
Navê Orîjînal -
Nivîskar Fyodor Mihayloviç Dostoyevski
Wergêr / Lêkolîner Medeni Öğüt
ISBN 9786059413824
Cûre Roman
Rûpel 632
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2020
Çapa Çendan 1
Berg ihb