Biro

Biro

Fişengên Biroyê Hesikê Têlî xelasbûbûn. Bi xwe jî, bi sê cîyan birîndarbû. Tivinga xwe danîbû ser singê xwe, li benda mirinê sekinîbû. Di laşê wî da mecal nemabû. Êdî çavên wî dihate girtinê. Qumandarê Îranê destê xwe avête tivinga Biro, bi zorê jê stend. Biro, bi zor û zehmet rabû ser pîyan. Destê xwe dirêjkir ku tivinga xwe paşda bistîne. Leşkerên Ecema, bi hev ra gulle barandin ser Biro. Biro, bi keserek mezin û axînîyek kûr got: "Heywaxxx, Gilîdax bê xwedî ma!" Û deverû kete erdê. Ew jî, çû kete nav refê şêhîdên Kurdistanê

Navê Kitêbê Biro
Navê Orîjînal Biro Romana Serhildana Agirîyê
Nivîskar Yılmaz Çamlıbel
Wergêr / Lêkolîner Yılmaz Çamlıbel
ISBN 9786055053680
Cûre Roman
Rûpel 327
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2015
Çapa Çendan 2
Berg ihb