Selahedînê Eyûbî û Kurê Mîrê Amediyê

Selahedînê Eyûbî û Kurê Mîrê Amediyê

Ev malbata ku ji welatê xwe, ji ber zilm û zorê bazdan, lêbelê li welatekî din ji gelê xwe re bûne hêvî û sitar û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin; tevî gelek zehmetiyan jiyana xwe di ber alema Îslamê de derbas kirin. Ji kesekî re çiqas cihê şanazî û rûmetê ye ku dost û neyarên wî kesî, tev li ser wî û dadmendiya wî yek deng bin. Hetanî roja îro, hem dostê Selahedîn hem neyarên Selahedîn li ser Selahedîn bi dehan belkî bi sedan pirtûk û film çêkirine. Belê kesek zêde li ser jiyana wî ya şexsî nesekiniye, ew jî bavek bû, malbateke wî hebû, xanima Şemsê di jiyana wî de cihekî zêrîn girtibû. Selahedîn bi destnivîsa xwe dibêje, ez Kurdekî Rewadî me, em di mala xwe de bi Kurdî diaxifîn, min, bav û apê xwe li karê leşkeriyê bi Tirkî perwerde didît; min li mizgeftê bi zimanê Erebî dixwend.

Mihemed Seîd Temel

Mihemed Seîd Temel di sala 1952an de li bajarê Êlihê (Batmanê), li gundê Tilmercê hatiye dinyayê. Mekteba xwe ya seretayî li gundê xwe xwendiye, mekteba navîn li Êlihê û lîse jî li Amedê qedandiye. Di navbera salên 1965 û 1970yî de li medreseyên Kurdistanê, li herêma Êlih û Amedê dersên olî xwendine. Ji sala 1975an vir de di karê dewletê de xebitiye. Di sala 1998an de ji karê dewletê malnişîn bûye. Hinek meqaleyên wî di kovara Nûbiharê de û di hinek malperên înternetê de hatine weşandin. Ev pirtûka wî ya heştan e.
Ji sala 2018an vir ve, di rojnameya mehalî Pusula ya Batmanê de derbarê herêm û civakê de nivîsên wî têne weşandin.
Niha li bajarê Êlihê dijî û di Komeleya Nûbiharê û Komeleya Ehmedê Xanî de karên çandî dike.
Pirtûkên wî yên çapbûyî ev in:
1. Reşokê Dirêj (2014); zargotin û çîrokên herêmê.
2. Tehtên Bilind 2014); romana serpêhatiyeke herêmî ye.
3. Eşîra Reşkotan (2016); der barê eşîrê de ye.
4. Hawara Merwaniyê Çiyayê Rûtik e (2018); romaneke dîrokî ye.
5. Li Şedadiyê du jinên Ermen (2018); romaneke dîrokî ye.
6. Selahedînê Eyûbî û kurê Mîrê Amêdiyê (2020); romaneke dîrokî ye.
7. Meşa Bêdawî Mistefa Barzanî (2021); romaneke dîrokî ye.
8. Şêxê Biçûk Şêrê Çiyayên Pîranê (2023); romaneke dîrokî ye.


Navê Kitêbê Selahedînê Eyûbî û Kurê Mîrê Amediyê
Navê Orîjînal Selahedînê Eyûbî û Kurê Mîrê Amediyê
Nivîskar Mihemed Seîd Temel
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-605-9413-71-8
Cûre Roman
Rûpel 160
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2020
Çapa Çendan 1
Berg -