Rêya Kadizan

Rêya Kadizan

Mêvan ciwanekî Kurd e û ji bo xwendina xwe diçe metropolên Tirkiyê. Ev cara yekem e ku ji welatê xwe dûr dikeve, loma jiyana nû li wî gelek xerîb tê. Ew di pêvajoya xwendina xwe de, gelek şexsiyet, kom û cemaetên siyasî û dînî dinase. Ji van koman dibîne ku herkesek rastiyek xwe heye û rastiya xwe rastirîn dibîne. Û heryek, mirovan bi alî xwe ve dikşînin. Mijara vê romanê, keftelefta Mêvan ya di nava xirecir û kêşekêşa van kom û baweriyan de ye. Çîroka Mêvan, bi awakî jî çîroka her xwendekarekî Kurd di hindurê xwe de dihewîne. Her xwendekarek, ji ber ku Mêvan e, dê bi awakî xwe di vê romanê de bibîne…

Navê Kitêbê Rêya Kadizan
Navê Orîjînal -
Nivîskar Dilşad Mûtî
Wergêr / Lêkolîner Dilşad Mûtî
ISBN 978-605-5402-29-7
Cûre Roman
Rûpel 256
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2013
Çapa Çendan 1
Berg Karton