Reşokê Dirêj

Reşokê Dirêj

Wexta ku meriv behsa çanda Kurdî dike, pêşîn çîrokbêj û dengbêjên Kurdan tên bîra mirov. Di van herdu mijarên ku bi hev re girêdayî, çanda Kurdî zehf bi pêş ketiye û di vî warî de ji çanda gelên cînarên xwe jî li pêştir e. Ev çanda dengbêjiyê, bi wasîteya televîzyonên Kurdan hîn jî didome û di nava gel de pir tê guhdarîkirin, lê mixabîn ji bo yê çîrokbêjan heman tiştî em nikarin bibêjin. Di vê pirtûka biçûk de, min hinek çîrokên Kurdan ên ku di şevên zivistanan de, li ber sobeyan, li odeyên gundan dihatin gotin, nivîsîne. Lêbelê yên ku di wan salan de nejiyabin, wê çiqas li ber bikevin ez nizanim.

Mihemed Seîd Temel

Mihemed Seîd Temel di sala 1952an de li bajarê Êlihê (Batmanê), li gundê Tilmercê hatiye dinyayê. Mekteba xwe ya seretayî li gundê xwe xwendiye, mekteba navîn li Êlihê û lîse jî li Amedê qedandiye. Di navbera salên 1965 û 1970yî de li medreseyên Kurdistanê, li herêma Êlih û Amedê dersên olî xwendine. Ji sala 1975an vir de di karê dewletê de xebitiye. Di sala 1998an de ji karê dewletê malnişîn bûye. Hinek meqaleyên wî di kovara Nûbiharê de û di hinek malperên înternetê de hatine weşandin. Ev pirtûka wî ya heştan e.
Ji sala 2018an vir ve, di rojnameya mehalî Pusula ya Batmanê de derbarê herêm û civakê de nivîsên wî têne weşandin.
Niha li bajarê Êlihê dijî û di Komeleya Nûbiharê û Komeleya Ehmedê Xanî de karên çandî dike.
Pirtûkên wî yên çapbûyî ev in:
1. Reşokê Dirêj (2014); zargotin û çîrokên herêmê.
2. Tehtên Bilind 2014); romana serpêhatiyeke herêmî ye.
3. Eşîra Reşkotan (2016); der barê eşîrê de ye.
4. Hawara Merwaniyê Çiyayê Rûtik e (2018); romaneke dîrokî ye.
5. Li Şedadiyê du jinên Ermen (2018); romaneke dîrokî ye.
6. Selahedînê Eyûbî û kurê Mîrê Amêdiyê (2020); romaneke dîrokî ye.
7. Meşa Bêdawî Mistefa Barzanî (2021); romaneke dîrokî ye.
8. Şêxê Biçûk Şêrê Çiyayên Pîranê (2023); romaneke dîrokî ye.


Navê Kitêbê Reşokê Dirêj
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mihemed Seîd Temel
Wergêr / Lêkolîner Mihemed Seid Temel
ISBN 978-605-5053-13-0
Cûre Hîkaye - Çîrok
Rûpel 128
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2014
Çapa Çendan 1
Berg Karton