Pilingê Serhedê

Pilingê Serhedê

Mijara evê romanê Zeynel Efendiyê Xormekî ye. Xormekan Elewî ne, lê bîr û baweriyên Suniyan jî rind dizanin; Dimilî ne, lê bê qisûr Kurmancî dizanin.
 
Nivîskar ji bo ku romana Zeynel Efendiyê Xormekî binivise du caran çûye Gimgimê, Xinûsê û gundên Xormekan û li malên wan bûye mêvan. Di vê geryanê de bûye mêvanê neviya Zeynel beg -Turkan Xanimê- jî. Pê re sohbet kiriye, jê agahî girtine û ji bona nivisandina romanê qayilya wê girtiye.
 
Herçiqas naveroka romanê biografiya Zeynel Beg be jî, roman bi dîroka Kurdan a dawiya sedsala nozdan û serê sedsala bîstan, bi erf û edetên eşîrên Kurdan, bi têkiliyên Kurd û Ermeniyan û bi şerê Ûris û Osmaniyan jî hatiye xemilandin.

Navê Kitêbê Pilingê Serhedê
Navê Orîjînal =
Nivîskar Eyüp Kıran
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-6055-402-92-1
Cûre Roman
Rûpel 280
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2013
Çapa Çendan 2
Berg Karton