Porzêrînê -Xeberoşkên Herêma Mêrdînê-

Porzêrînê -Xeberoşkên Herêma Mêrdînê-

Nivîskar û berhevkar Mahmûd Barik, piştî pirtûkên xwe yên berhevkariyê yên bi navê Lîstikên Zarokan, Kevneşopiyên Kurdan û Ax Pişta Min, vê carê jî bi Porzêrînê derdikeve pêşberî xwendekarên Kurdî.
Berhevkar, di vê berhema xwe de cih daye 16 xeberoşk û çîrokên gelêrî. Hemû jî li herêma Mêrdînê berhev kirine.

Mahmûd Barik

Mahmûd Barik di sala 1961ê de li Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê Goliyê yê li ser navenda Mêrdînê, dibistana amadeyî û zanîngeh jî li navenda Mêrdînê xwendiye.
Di derbeya 12ê Îlonê li Mêrdînê karmend bûye. Di 18ê cotmeha sala derbeyê de hatiye destgîrkirin û di 18ê kanûnê de ketiye Hebisxaneya Amedê. Di sala 1991ê de ji Hebisxaneya Aydinê hatiye berdan. 11 salan di hebisxaneyê de maye. Barik, di lêkolanên xwe yên li ser çanda Kurdî de berdewam e û li Mêrdînê dijî.
Berhemên wî:
Roman:
- Kumrular Hiç Uğuldamadılar, weşanên M, 2004 (çapa duyem, weşanên Ava, 2013. Çapa sêyem weşanên Ber, 2016)
- Güneşe Gömülmek, weşanên Ber, 2016.
Lêkolîn:
- Ax Pişta Min, weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2003 (çapa duyem, weşanên Şarevaniya Parêzgeha Mêrdînê, 2015)
- Kevneşopiyên Kurdan, (weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2003)
 - Lîstikên Zarokan, (weşanên Şarevaniya Parêzgeha Mêrdînê, 2015)


Navê Kitêbê Porzêrînê -Xeberoşkên Herêma Mêrdînê-
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mahmûd Barik
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-6605-46-6
Cûre Çîrok
Rûpel 152
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2024
Çapa Çendan 1
Berg Karton