Delala Dînik Rastiyeke Geliyê Zîlan

Delala Dînik Rastiyeke Geliyê Zîlan

Romana Delala Dînik, qala komkujiya Geliyê Zîlanê dike. Delala bedew û xama jî di wê komkujiyê de malbat û dergîstiyê xwe winda dike.
Ew bi xwe jî piştî çend şevan di bin cinazeyên birîndaran de çavê xwe vedike. Lê mixabin ew komkujiya ku li ber çavê wê diqewime dibe sedema dînbûna wê.
Piştî ku li herêma Geliyê Zîlanê kevir li ser kevir namîne, Delal xwe diavêje deşt û çiyayan, tî û birçî bi rojan li derve dimîne. Demekê şûnde Delal li Erdîşê xwe diavêje mala Helîm Xoce. Helîm Xoce li wê xwedî derdikeve û wek bavekî nêzîk dibe. Lê mixabin piştî çend salan Delal bi awayekî hovane, bi destê çend kesên qeşmer tê kuştin.
Ev bûyera han, hê jî wek çîrokeke dilsoj di nav gelê herêmê de tê gotin…
 

Salih Serhedî

Salih Serhedî di sala 1984an de li Axsrafa gundê Erdîşê hatiye dinê. Li Zanîngeha Stenbolê beşa rêveberiya ofîsê xwendiye. Nêzî 4 salan di Kurdî-Der şaxa Erdîşê de rêvebertî kiriye. Nivîsên wî di kovar û çend malperên nûçeyan de hatine weşandin. Heya niha pirtûkeke wî çap bûye. Zewiciye 2 zarokên wî hene.
Salih Serhedî li Erdîşê nêzî deh salan e di dibistaneke astengdaran de (rehabilitasyon) dixebite.
Pirtûkên wî yên ku hatine çapkirin.
Baran (Roman) Weşanên J&J, Amed 2018
Delala Dînik/Rastiyeke Geliyê Zîlan (Roman), Nûbihar 2024
 


Navê Kitêbê Delala Dînik Rastiyeke Geliyê Zîlan
Navê Orîjînal -
Nivîskar Salih Serhedî
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-7383-92-9
Cûre Roman
Rûpel 128
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2024
Çapa Çendan 1
Berg Karton