Mîrektiya Bitlîsê

Mîrektiya Bitlîsê

Çawa ku Mele Mehmûdê Bazîdê jî behsê dike, “Dijmin” dema ku êrîşê Kurdistanê bikira divê pêşiyê Mîrektiya Bitlîsê dagir bikira. Ji ber ku Bitlîs deriyê Kurdistanê bûye. Di dîroka Bitlîsê de, ji malbata Şerefxaniyan dewra Evdal Xan jî “serdema zêrîn” ya Mîrektiya Bitlîsê ye. Evdal Xan, di demeke kurt de bajarê ku di navbera du Împaratoriyên cîhanî de (Osmanî-Sefewî) mabû û bûbû qada şeran, kiribû qonaxeke şaristaniyê. Bêguman di dîroka Kurdistanê de, bi sedan rêvebirên ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve serkeftî hene ku haya me bi wan çênebûye. Li dijî dîroka fermî, mirov dibîne ku di sedsala 17an de, li Kurdistanê mîrên muqtedîr hene ku wan rengê xwe dane dîroka Kurdistanê. Bêguman Evdal Xanê mîrê Bitlîsê jî ji van mîran e.

Navê Kitêbê Mîrektiya Bitlîsê
Navê Orîjînal -
Nivîskar Sedat Ulugana
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 9786059413220
Cûre Kurdolojî
Rûpel 120
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2018
Çapa Çendan 1
Berg ihb