Însan Bi Çi Dijî

Însan Bi Çi Dijî

Tolstoy di 28ê Tebaxê ya sala 1828an de di malbateke dewlemend de hate dinê. Bavê wî Kont Nîkolay Îlyîç Tolstoy, serhengekî malnişîn bû. Di 1812an de beşdarî herbên Napolyon bûbû. Tolstoy di şazdeh saliya xwe de dest bi zanîngeha Kozanê kir. Ji ber ku li dijî perwerdeya fermî bû, dev ji zanîngehê berda û vegeriya cotgeha xwe ya li Yansya Polonyayê. Di bîst û çar saliya xwe de beşdarî artêşê bû, li Qirim û Qefqesyayê nêzî çar salan serbazî kir. Ji ber ku ji şer û tundiyê nefret dikir ji artêşê veqetiya. Her çiqas ku pir dixwest jî, ji ber dijberiya malbata xwe erdê xwe ji gundiyan re nehişt. Lêbelê mesrefên xwe yên şexsî gelekî kêm kirin, dev ji jiyana arîstokratî berda û bi rêk û pêk dest bi kirina karên bedenî kir. Ji bo dîtina ciyekî ku lê bi aramî mirinê pêşwazî bike şeva 28ê Tîrmeha 1910an mala xwe terikand. Deh roj şûnde li îstgeheke trênê mir.

Navê Kitêbê Însan Bi Çi Dijî
Navê Orîjînal -
Nivîskar Lew Tolstoy
Wergêr / Lêkolîner Medeni öğüt
ISBN 978-605-5402-99-0
Cûre Klasîkên Dinyayê
Rûpel 96
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2013
Çapa Çendan 1
Berg Karton