Nûbihar 168
NAVEROKA HEJMARA 168’AN
Çend Hêmanên Derasayî di Destana Memê Alan de - Şemoyê Memê
Hesiodos Rojen Barnas
Di demên serhildanan de wek bulteneke sosyal çanda dengbêjiyê - İbrahim Şahin & Ömer Güneş
Bizane - Berken Bereh
Sirgûna Kurdan li Qazaxistanê di Salên 1937-1938an de - Hesenê Mehmed Celîlov
Mehabad - Hêmin Mukriyanî | Kurmanciya wê: Mehmed Salih Bedirxan
Yek ji Mîratgirên Ebdulla Goran: Refîq Sabîr û Helbestek Wî - Rêbîn Mihemed
Sê Helbestên Dilawer Qeredaxî - Ji Soranî: Jiyar Homer & Ciwan Qado
Munacata Bedîuzzeman - Wergera ji Farisî: Tehsîn Îbrahîm Doskî
Ahmedê Hepo 90 Salî ye! - Nihat Gültekin
Mar - Talat İnanç
Îsyana Kartolan û Serhildana Pîvazan - Sabri Akbel
Biajo Cemo - Biajo Felat Dilgeş
Xewn - Celal Melekşa | Ji Soranî: Yunus Dilkoçer
Gul’izarek ji gulîstana cîhanê bo - Hafizê Şîrazî | Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar
Tevna Romanên Ereb Şemo - Edîb Polat
bavê min, diya min û ez - Azad Rêbiwar
Mehmet Gultekin: Xanî û civaka me piştî sêsed salan gihiştin hev - Hevpeyvîn: Rubar Agirî
Sone 1 - Rizgar Elegez
Terk nekir evîna te min - Ahmed Arif | Ji Tirkî: Wehab Mistefazade
Seyid ‘Elî Îhsan Arvasî - Hanifi Taşkın
Here - Silêmanê Hesen
Spî Dihele Havîna Porzer - Şukran Çaçan
Meryema - Seîd Mîrza
Xezel - Mistefa Ensarî
Tu wekî her roj - Asyah Goyî
Girtina Heyvê - Kazım Söylemez
Çarîn - Yûsif Nabî | Wergera ji Tirkî: Qedrî Sipranî
Ji bo çavXezalekê - Abdullah Încekan
Ez û Sol - Reşîde Değirmi
Xewna li Ser Şikêrê - Emînê Botî
Heşt Haykoyên Heftane - Sidîq Gorîcan
Kevokên di Keştiya Nebî Nûh de - Ji Zazakî û Amadekarî: Haydar Sordan
Demsal - Mistefayê Gewrê
Ji Kaniyekî Zelal ra Lorînekî - Frazê Xoytî
Mîta Kawa - Mustafa Ertaş
Hêviyên di paxila jiyanê de - Rojbîn Ozkan
Perwaneyên Şevê - Muaz Özel
Sartre - Mehmet Çalişcî
Ey Gula Rana! - Pertew Paşa | Wergera ji Tirkî: Bayram Özün
Felsefe -Şoreşa Hiş û Rêya Rastiyê- Dilazad A.R.T.
Şeş Haykoyên demên cûda - Musa Ataç
Xezel - Sediyê Şîrazî | Wergera ji Farisî: Abdurrahim İnanç
Mîrza Mihemed - Berhevkar: Hekîm Meretoyar
Zêmarek Bêxwedî - Muhammed Bozkoyun
Înşeata Nîvcomayî - Mele Șîno
Ez Şivan im Şivantiya min hebûna min e - Diyar Elîyaina
Meftiyê Zemanê - Mela Etayê Miksî | Ji tîpên Erebî: Sîpanî
Nirxandinek li ser “ji sefera şi’rekê têm niha” - Firat Keklîk
https://play.google.com/store/books/details?id=ySYdEQAAQBAJ
NIVÎSA EDÎTOR Ji jimara 168an merheba! Weke hûn dizanin, çend jimarên dawîn, em bi dosyayên taybet derketin pêşberî we. Dosya ku meriv li ser mijarekê hûr dibe û li ser bi berfirehî disekine, bi taybetî ji du aliyan feydeya wê heye: Yek; mijar bêhtir tê fêmkirin û ji bo lêkolîneran agahî û materyal kom dibin. Ya din jî; di wê mijarê de bi Kurdî lîteratûrek çêdibe. Wekî din bi dosyayên baş, naveroka kovarê dewlemend dibe, prestîja wê jî zêde dibe. Di pêşerojê de derfet hebe, emê amadekirina dosyayên bi vî awayî dewam bikin. Carina jî wê dosya nebin, kovar serbest be û bi nivîsên curbecur derkeve. Em dizanin, kovar ji bo nivîskar û şairên nû rola mektebê dibînin. Gelek şair û nivîskar, ji nav rûpelên kovaran derdikevin. Ez bi kêfxweşî bibêjim ku ji bo her jimarê gelek berhemên nû ji me re tên. Di her jimarê de yek-dudo, belkî zêdetir hevalên nû hene. Cara yekem helbest, yan jî nivîsa wan di kovarê de diweşe. Eger em cih nedin wan nivîs û helbestên wan, wê kovar rola xwe ya ku min li jor got, bi cih neyne. *** Derheqê naveroka vê jimarê de jî dixwazim çend tiştan bibêjim. Şemoyê Memê bi navê “Çend Hêmanên Derasayî di Destana Memê Alan de” nivîsek nivîsiye. Di serê nivîsa xwe de, van hêmanên derasayî weha dijmêre: “Di nav wan de bajarê Mixrîbê, hejmarên sembolîk wek 3, 7, 12, Xoce Xizir, sêv, keçikên periyan, xewn, guhastina gustîlan, koşka Memê ya li ser 44 lingan-stûnan ku 24 stûn li ser behrê hatine danîn, hespê Memê, kuriya behrê Bozê Rewan û ferasetên Boz.” İbrahim Şahin & Ömer Güneş, di nivîsa xwe de bal kişandine ser aliyekî din ê çanda dengbêjiyê û dibêjin, di dema serhildanan de dengbêjan edebiyata dengbêjiyê di çarçoveya wezîfeya bulteneke civakî de bi kar anîne. Hesenê Mehmed Celîlov di nivîsa xwe de bi berfirehî behsa Kurdên ku di dewra Stalîn de sirgûnî Qazaxistanê bûne kiriye. Mehmed Salih Bedirxan, ji pirtûka Hêmin Mukriyanî ya bi navê Sercem Berhemekanî çîrokek wergerandiye. Rêbîn Mihemed, derheqê şair Refîk Sabîr de hin agahî dane û helbestek wî weşandiye. Jiyar Homer û Ciwan Qado sê helbestên Dilawer Qeredaxî amade kirine. Nihat Gültekin di vê jimarê de li ser 90 saliya nivîskarê navdar Ahmedê Hepo nivîsiye! Wekî din du nivîs bal dikşînin: Edip Polat li ser Tevna Romanên Ereb Şemo nivîsiye. Hanifi Taşkın jî muftî Seyid Elî Îhsan Arvasî daye nasandin. Hekîm Meretoyar çîrokek Mîrza Mihemed berhev kiriye. Firat Keklîk li ser pirtûka Qedrî Şipranî ya “ji sefera şi’rekê têm niha” nirxandinek xweş nivîsiye. Di vê jimarê de çend helbest ji Farisî hatine wergerandin. Tehsîn Îbrahîm Doskî munacata Bedîuzzeman, Hayrullah Acar û Abdurrahim İnanç jî ji Hafizê Şîrazî xezel wergerandine. Hevpeyvîna vê jimarê Rûbar Agirî bi nivîskarê Salnama Ehmedê Xanî Mehmet Gultekin re kiriye. Wekî din bi çîrok û nivîsên xwe Sabri Akbel, Felat Dilgeş, Seîd Mîrza, Kazim Söylemez, Emînê Botî, Haydar Sordan, Mustafa Ertaş, Rojbîn Ozkan, Mehmet Çalişcî, Dilazad A.R.T., Mele ?îno û Diyar Elîyaina di vê jimarê de cih girtine. Şairên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Talat İnanç, Celal Melekşa, Sediyê Şîrazî, Azad Rêbiwar, Rizgar Elegez, Ahmed Arif, Silêmanê Hesen, Şukran Çaçan, Mistefa Ensarî, Asyah Goyî, Yûsif Nabî, Abdullah Încekan, Reşîde Değirmi, Sidîq Gorîcan, Mistefayê Gewrê, Frazê Xoytî, Muaz Özel, Pertew Paşa, Musa Ataç, Muhammed Bozkoyun û Mela Etayê Miksî. Wefata Seyda M. Muhemmed Şoşikî Dema ku me yê Nûbihar bişanda çapê, xebera wefata Mela Muhemmedê Şoşikî ji me re hat. Seyda alim, muderis û nivîskarekî hêja bû. Xwendevanên me ku wî bi tefsîra wî Nûra Qelban nas dikin, emrekî bi bereket derbas kir, gelek berhemên din jî li dû xwe hiştin. Xwedê rehma xwe lê bike, serê malbat, feqî û nasên wî xweş be. Heta jimareke din bi xatirê we. SÜLEYMAN ÇEVİK