Hîzan wek Navendeke Îlmê Dînî û Edebiyata Kurdî


Hîzan wek Navendeke  Îlmê Dînî û Edebiyata Kurdî

Nevzat Eminoğlu

1. Destpêk
Edebiyat wek gotin û nivîsa bi bandor û estetîk, li ser hin hêmanên kifşe derdikeve holê. Ev hêman jî di nav dorhêl û erdnîgariyeke taybet de pêk tên. Gava em bala xwe didin edebiyata Kurdî ya klasîk, em dibînin ku li çendîn navendên tarîxî yên xwedî van taybetiyan, peyda bûne. Di serdema navîn de navend û bajarên paytext ên wek Cizîr, Bidlîs, Hîzan, Miks, Hekarî, Bazîd, Amediye, Erdelan, Hemedan, bûne dergûşa vê berhemdariyê. Ev herêm li ser hêmanên wek bazirganî, îstiqrara siyasî, dezgehên perwerdehiyê yên wek medrese û hwd. ava bûne. Ev bingeh, jiyaneke bajarî û bajarvaniyê ya aktîf jî derdixe holê. Edebiyat, xasma edebiyata nivîskî ya Kurdî li ser vê paşxaneyê zîl daye û geş bûye. Lewma em gava edebiyata klasîk pênase dikin û diwesifînin, dibêjin ku edebiyateke nivîskî ye, edebiyateke bajarî ye, li dor qesr û serayên mîr û hikûmdaran derketiye holê, yanî xwedî sîstema patronajê ye, edebiyateke xîtabî çîna mureffeh û arîstokrat dike lê xelqê ji rêzê jî îhmal nake û hwd.

Ev herêm çawa navendên peydabûna edebiyata Kurdî ya nivîskî ne, her wisa jî dorhêl û hêlînên meyandin û teşegirtina nasnameya Kurdî ne. Nasnameya miletan bi nirxên wan ên hevpar, yanî bi muşterekan pêk tên. Dewlet û împaratoriyên Kurd ên beriya van hikûmet û mîrektiyan bi medrese, mizgeft, pire û eserên din ên ku li van herêman çêkirin, bingeha medeniyet, çand û nasnameyeke hevpar danîn. Lewra ew medrese, bûne çavkaniyên edebiyat û perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji bo Kurdan. Nimûneyên edebiyata Kurdî ya klasîk ên wek dîwan, xezel, qesîde, mesnewî yên di sedsalên 13, 14, 15, 16an de derketin, hemû li ser vî hîm û binyadê peyda bûn. Kitêbên dersê yên bi Kurdî di van medreseyan de bi navê “kitêbên rêzê” wek materyal hatin xwendin. Ev kitêbên bi navê “Serfa Kurmancî”ya Teremaxî, “Zurûf” û “Terkîb”a Mela Yûnus, “Mewlûd”a Bateyî, “Nûbihar”a Xanî û hwd. di nav Kurdan de zimanekî nivîskî yê hevpar û standard anîn holê. Her wisa di nav Kurdan de çandeke nivîskî peyda bû û li ser kultûra bajarî û bajarvaniyê pêş ket.1

Otorîteyên Kurd ên wek Merwanî û Eyyûbî di nav baweriya dînî de, mezhebên ku ji hêla piraniya Kurdan ve tên şopandin ên Eşarî (îtîqadî) û Şafîî (amelî) wek mezhebên resmî yê dewletê tetbîq kirin. Vê pratîk û paşxaneya tarîxî di nav Kurdan de baweriyeke dînî û mezhebî ya hevreng û hevaheng derxist holê. Wihareng nasnameyeke Kurdan ya li ser ziman, çand û baweriyê ya hevkelijî û hevpar çêbû. Hikûmetên Kurd ên piştî wan û berhemên bi Kurdî yên di vê dewranê de, hemû li ser vê nasname û bingehê derketin holê û hatin heta roja me ya îro.

Ev herêm û navend divê ji her alî ve bêne lêkolînkirin. Lewra ruhê nasnameya Kurdan û serkaniya edebiyata Kurdî ya nivîskî ev der in. Ev der noxteya muşterek a Kurdan e; çavkaniya xwebawerî, bajarvanî û çanda nivîskî ya Kurdan e. Xebatên li ser van navendan, xwewarqilîn, xwedîtin û xwekeşfa Kurdan e. Lewma 1850î de Osmaniyan piştî binpêkirina peymana îttihada navbera xwe û Kurdan, herî pêşî ev navend û paytext wêran kirin. Piştî wê tarîxê, Kurd gerîn/qulibîn civateke gundî, nexwenda, bênivîs. Lewma divê me cewherê xwe li ku winda kiribe, divê em li wir lêbigerin. Em li ku ketibin, divê em ji wir rabin ser piya.
 
2.Mîrektiya Hîzanê û Paşxaneya Wê ya Çandî
Mîrektî, teşkîlat û rêvebiriyeke siyasî ya Kurdan e ku binyada wê diçe heta serdema antîk. Mîrektiya Hîzanê jî wek mîrektiyeke Kurd ji konfederasyona eşîretên hêzdar pêk dihat.2
Li paytexta van mîrektiyan mecliseke taybet hebû ku di vê meclisê de xêncî serekên eşîretan, zanyarên mezin, şêx û eyanan jî cih digirtin. Reîsên eşîretan di heman demê de wek şêwirmendê mîr wezîfe dikirin û li ser siyaseta mîrektiyê giraniya wan hebû. Reîsê her eşîretekê kurek yan du kurên xwe dişande qesra mîr û ji van re dihate gotin “xizmeta mîr.” Her wisa li cem mîr grûbeke bijarte ya “ne ji tu eşîretekê” hebû. Ev jî zenaetkar bûn, alim bûn, Şêxul-Îslam bûn. Binemala mîr yanî xanedana hikûmdar bi hêza xwe ya çekdarî û burokratîk kontrol û çavdêriya konfederasyona eşîretan dikir. Ev sîstema rêvebiriyê gelek nimûneyên pergala dewletbûnê nîşan didin. Jixwe Dewleta Osmanî ji van mîrektiyan re digot “Hikûmetên Ekrad /Hikûmetên Kurdan.”3

Mîr û hikûmdarên mîrektiya Hîzanê rêya lihevkirin û aştiyê bi mîr û hikûmdarên cînar re meşandine. Heta bi împaratorên hêzdar û îstilaker ên wê serdemê re jî siyaseteke maqûl meşandine. Wihareng herêma xwe û ehlê welatê xwe ji şer û îstileyan parastine. Her wisa ji hikûmraniya xwe û azadiya gelê xwe jî tawîz nedane. Piştî şerê Çaldirânê îttifaqa Osmanî û Kurdan li ser vê rêzgirtina muteqabîl pêk hat. Vê îstiqrara siyasî ya li mîrektiya Hîzanê, rewşa ewlehiyê baştir kir. Ev, bû sedemê pêşketina aborî û bazirganiyê. Mîr û hikûmdarên Hîzanê jî weke gelek desthilatdarên mîrektiyên din, dezgehên ilm û irfanê ava kirin.4 Lewma gelek zanyarên dînî û helbestvanên Kurdînivîs ji Hîzan û der û dora wê derketin. Bi vî awayî Hîzan geriya herêmeke ilmê dînî û navendeke edebiyata Kurdî. Wihareng Hîzan jî bûye yek ji wan bajar û mîrektiyên serdema navîn ku ekola xwe ya çandî û edebî pêk aniye.

Mirov dikare bibêje ku li Hîzanê ji salên 1200î bigre heta salên 1850î desthilatdariyeke bi îstiqrar a mîrên Kurdan berdewam kiriye. Ev bi hesabekî wasatî dike 650 sal. Ev tecrubeya hikûmraniyê ya evqas dirêj û îstiqrareke siyasiya evqas berdewam pir girîng e. Ev yek, bûye bingeha ekoleke çanda bajarvaniyê, çêbûna çîneke arîstokrat û peydabûna edebiyateke nivîskî.5
 
3. Rewşa Îlm û Edebiyatê li Mîrektiya Hîzanê
Li bajar û bajarokên hikûmeta Hîzanê atmosfer û zemînekî munbît amade bû ji bo gihîştin û derketina zanyar û edîban. Hîzan jî bû xwedî ekolekê, wek wan mîrektiyên Kurdan ên din. Vê ekola zanyarî û edebî ya li mîrektiya Hîzanê ji sê hêlan ve şax veda. Yek, çêbûn û belavbûna şop û toreyeke perwedehiyeke dînî û derketina aliman. Van, dane dû allameyên Kurd ên di dereceya alema Îslamê û dunyayê de, yên wek Ebû Henîfe Dînewerî, Îbnî Teymiye û hwd. ku bi Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî yê Kurdî ve dewam kiriye. Ya duduyan, gerîna Hîzanê ya wek navend û herêmeke ilmê tesewwuf û irfanê. Qasî ku tê zanîn bi Şêyxul-Îslam Mewlana Ebdulxaliqê Hîzanî (sedsala 15.) dest pê dike û bi Şêx Ebdurrehmanê Taxî, Hezretî Ziyaeddîn, Şêx Nûreddîn û Şêx Ebdulkerîm Çevik ve berdewam kiriye û belav bûye. Ya sisêyan jî, peydabûn û geşbûna edebiyateke Kurdî ya Kurmancî ya nivîskî li Hîzanê. Ev tradîsyon jî bi Selîmiyê Hîzanî, Mela Emerê Gulpîkî û yên wek wan ên Kurdînivîs ên piştî mîrektiyê berdewam e.

Vê ekola çandî, dînî û edebî ya li vê mîrektiyê, Hîzan gerande navendeke ilm û edebiyatê. Vê ekolê çawa ku gelek zana û edîbên ku ne ji Hîzanê bûn, kaşî Hîzanê kir; her wisa jî gelek edebiyatnas, zanyar û alimên ehlê ekola Hîzanê ji bo îrşad/dersê yan jî bi sedemên dî, sewqî dervayî herêma Hîzanê kir. Ew li hemû Kurdistanê û alema Îslamê belav bûn. Wek mînak Feqî Teyran her çiqas ji Miksê ye; lê cazîbeya Mîr û medreseyên Hîzanê ew anî Hîzanê. Her wiha peywendiya wî bi Hîzanê re çêbû û heta Hîzan ji bo xwe kire warê daîmî.6 Yan jî hatina ji beldeya Arwasa Miksê bi Xeydaya Hîzanê ya Şêx Sibxetullahê Xewsê Hîzanî ku hem ehlê medreseyê ye û hem jî ji hêla xelîfetiya xwe ya Xalidîtiyê û Nexşebendîtiyê ve, ehlê tesewwufê ye. Ji hêla din ve jî çûyîna ji Hîzanê ya Mela Xelîlê Sêrtî bal bi Sêrtê ve. Yan jî çûyîna Seydayê Taxî ya bi bal Norşîna Bidlîsê ve û hwd.

Ji ber vê paşxaneya rewnaq a herêma Hîzanê ye ku Bedîuzeman di kitêbeke xwe de behsa dema zaroktiya xwe dike û dibêje: “Him li qeza û nehya me, him li wilayeta me rewşeke musabeqe û pêşbaziyeke îlmî ya wisa balkêş hebû di nav aliman de, heta di daîreya şêxên terîqetê de; min ew hal li memleketên din ew qas nedît. Him li nehya me ya Ispayîrta li ser bajarê Hîzanê bi hîmmeta Şêx Ebdurrehmanê Taxî ku bi navê Seyda meşhûr e, ewqas pir telebe, alim û seyda derketin ku hemû Kurdistanê bi wan ve îftixar dikir. Min di nav wê munazereya îlmî û xîreta mezin a di wê daîreya îlm û terîqetê de weziyeteke wisa hîs dikir ku her wekî yên ku fetha rûyê zemîn bikin, ev seyda ne.”7
 
4. Hîzan wek Herêmeke Peydabûna Edebiyata Kurdî ya Klasîk
Li mîrektiya Hîzanê bingeha zanyarî û çandî li ser hîmayeya mîran a zana û edebiyatnasan çêbû. Ev jî bi du awayî pêk dihat. Yek, çêkirina saziyên çandî û perwerdehiyê ya ji aliyê mîr û hikûmdaran ve. Ya din, bi awayekî rasterast xwedîderketina mîran a li zanyar û nivîskaran. Ev jî dibû sedem ku nivîskar û edebiyatnas li vê herêmê zêde bibin, ji welat û mîrektiyên din talib û xwendekar werin û li vir perwerdehiyê bibînin.

Her wiha xwedîderketina rêvebir û mîran a li edîb û zanyaran, dibû sedem ku edîb berhemên xwe pêşkêş û îthafî wan mîr û hikûmdaran bikin. Ev pergala ku em jê re dibêjin sîstema patronajê, wihareng li mîrektiya Hîzanê jî derketiye holê. Em vê rewşê bi awayekî eşkere di navbera Mîrê Hîzanê yê sedsala 18an Mîr Suleyman û Selîmiyê Hîzanî de dibînin.8 Her wisa xwedîderketina Mîr Huseyn a li mîras û merqeda Feqiyê Teyran a li gundê Şandisa Hîzanê jî mirov dîsa dikare wek nimûneyeke vê sîstema hîmayeyê ya li Hîzanê nîşan bide.9

Li ser van binaxeyan digel zanyariyeke dînî ya xurt, edebiyateke Kurdî ya nivîskî jî şax vedaye li dor qesr û serayê. Li mîrektiya Hîzanê wihareng ekoleke çanda nivîskî û edebî çêbû. Ev edebiyatnasên herêma mîrektiya Hîzanê wek berdewamiya tradîsyoneke şaîr û edebiyatnasên Kurdînivîs in ku rêça Herîrî, Hemîdî, Cizîrî, Feqî û hwd. dişopînin. Qasî ku tê zanînê, ev kevneşopî ji Yûsuf û Zuleyxaya Selîmiyê Hîzanî destpê dike, bi Nehcul Enama Mela Xelîlê Sêrtî, bi helbestên Axaokê Bêdarî, bi meselokên Mela Emerê Gulpikî, bi nivîsên Kurdî yên Seîdê Nursî, bi nivîs û şiîrên Abdurrahman Nûrsî, bi dîwan û helbestên Mela Îmadeddînê Reşpojan û hwd. berdewam e.
 

Nevzat Eminoğlu
Nûbihar, Jimar: 151, Sal: 2020, Bihar


Jêrenot:
1    Eminoğlu, Nevzat, (2014). “Rola Medreseyên Kurdan Di Perwerdehiya Bi Kurdî de”, 1st International Conference on Kurdish Studies (ICOKS), Dicle Üniversitesi, 22-23 Eylül 2016 Diyarbakır, r. 23.
2    Özoğlu, Hakan, Osmanlı Devleti ve Kürt Milliyetçiliği, Kitap Yayınevi, İstanbul 2009, r. 79.
3    C. Ülke “Osmanlı Belgelerinde Kürdistan Eyaleti ve Kürdistan Eyaletinin Kuruluşu” Kimlik Kültür ve Değişim Sürecinde Osmanlıdan Günümüze Kürtler Uluslararası Sempozyumu, Bingöl Üniversitesi Yayınları, Bingöl 2013, r.158 
4    Bitlisi, Şerefhan, Kürd Tarihi, Deng Yayınları, Stenbol 1998, r. 255.
5    Eminoğlu, Nevzat, Nêrîneke Gelemperî Li Mîrektiya Hîzanê: Îlm û Edebiyat, Teza Mastirê, Zanîngeha Mardîn Artuklu, Enstîtuya Zimanên Zindî, Mardin 2016, r. 67.
6    Dirêşî, Seîd, Dîwana Feqiyê Teyran, Weşanên Lîs, Ankara 2011, Beşa Pêvekan.
7    Nursî, Bediüzzaman Said, Emirdağ Lahikası II, İstanbul 1995, r. 28 
8    Ergün, Z., “Peywendiya Mîr û Mela Di Çarçoveya Patronaja Edebî de” Mukaddime, 2017, c. 8, Hejmar: 3, r.153
9    Adak, A., Acar, H., Baluken, Y., “Gora Feqiyê Teyran /Faqah Tayran’s Tomb”, Kovara Nûbihar Akademî, I/I, s.112

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook