Li gor Îslamê jin û bazirganî


Li gor Îslamê jin û bazirganî

Rojbîn Ozkan

Herçendî gelê Rojhilata Navîn bi gelemperî misilman bin jî, mixabin kevneşopiyên wan li gor qaîdeyên Îslamê teşe negirtiye.
                    
Û mixabin ramanên wan ên paşverû her tim di jiyana rojane de li wan hukim kiriye.
 
Kevneşopî her dem di nav jiyana gelê Rojhilata Navîn de serdestê zagonên Îslamê bûye.
 
Û mixabin gelê Kurd jî, gelek caran kevneşopiyên xwe ên li dijî mafê jinan wekî ku zagonên Îslamê bin pênase kirine û wiha jî bi kar anîne.
 
Gelê Kurd, her dem xwestiye ku kirasê kevneperestiyê bi navê zagonên Îslamê li jinan bikin.
 
Kesên hişmend, gelek baş dizanin ku mafê tu dînan nedaye jinan, dînê Îslamê daye û ew rûmetdar kirine. Vêca gelo çima mêrên Kurd li dijî vê rastiyê tevdigerin û kesên ku hay ji zagonên Îslamê nînin jî, ji vê ola pîroz sar dikin?
 
Wekî tê zanîn, gelên ku bindest bin psîkolojiya bindestiyê bi her awayê bandor li ser derûniya wan dike…
 
Bi ya min ji ber ku mêrên Kurd, di nav civakê de, sedîsed bi azadiya xwe nahese, ji ber vê yekê azadiya jinan jî bi wan giran tê.
 
Lewra zagonên Îslamê li gor berjewendiyên xwe şîrove dikin…
 
 Di nezera hinek mêrên Kurd de, jin herdem wekî mirovên bê hêz û belengaz in…
 
Mixabin ew ramanên paşverû di berhemên hîn nivîskaran de jî xwe nîşan dide.
 
Nivîskarê hêja, birêz Murad Celalî bi navê; “Jiyana Pêxemberê me Hz. Muhemmed” pirtûkek gelek hêja û serkeftî nivîsandiye. Rastî dema min ew pirtûk dît, ez pê şanaz û serbilind bûm. Pirtûk ji 640 rûpelan pêk tê û ji weşanên Nûbiharê derketiye.
 
 Kek Murad, jiyana qasidê Xwedê û dîroka Îslamê bi zimanekî rewan û berfireh aniye ziman… Bêyî ku mebesta xwe bînim ziman, min hez kir bêjim; hemû xwendevanên Kurd vê berhema hêja, beriya her tiştî ji bo ku jiyana qasidê Xwedê baş bizanibin bila bixwînin.
 
Ez, birêz Celalî ji ber vê berhema hêja bi dil û can pîroz dikim…
 
Pirtûkek wiha birûmet, bi zimanê me yê şêrîn helbet emê pê serfiraz bin. Lê?...
 
“Lê” bi baweriya min dema kîjan xanim çavê xwe li rûpela 71ê bigerîne wekî min dê şûrek di dilê wê de biçike û dê rûmeta wê bişkê…
 
Ji ber ku kekê hêja, nizanim bi çi mebestê, lê di bendekê de weha dibêje: “Li Mekkeyê Xeticeya qîza Huweylîd jineka ticar bû. Piştî mirina mêrê wê ev karê bazirganiyê hildabû ser milê xwe. Lê ji ber ku jin ango sîwetek bû, nikarîbû bi xwe karwanê xwe yê bazirganiyê bi rê ve bibe”.[1]
 
Ev bend di wê pirtûkê de wekî lekeyek reş a ku li ser qumaşeke spî be, xwe nîşan dide.
 
 Bi ya min, tu nivîskar û tu berhem bêqisur nîne. Bes dema berhemek weha payebilind de, gotinek weha ji rastî dûr, kirêt û rûmeta mirovan ya (jinan) bişkêne hebe, hingê bêdengmayin li min giran tê… Lewre ezê çend rexneyên xwe ji kek Murad û kesên ku wekî cenabê wî, hêz û kesayetiya jinan piçûk dibînin re pêşkêşî raya giştî bikim…
Dema min ev bend xwend, beyî ku ez bi pêşdarazî tevbigerim û kek Murad tawanbar bikim, min jê re telefon vekir û dilgiraniya xwe ya di vê mijarê de anî ziman.
 
A rastî dema min telefon vekir, min wisa hizr dikir, an jî hêvî dikir ku birayê hêja, wê ji min re bêje; te ez xelet fêm kirime. Mebesta min ew nebû, hwd. Bes, dema kek Murad ji min re got; tu eleqa wan gotinan û pûçikxistinê tuneye û ev gotinên min rastiyek siriştiye hwd… Wekî sîtîlekê ava sar li ser serê min rijiyabe, ez hema cihê xwe de sar bûm. Gelo ev çawa dibe rastiyek siriştî? Ma kekê hêja, di valahiyê de dijî? Gelo dibe ku kesê ku Metropoleke wekî Stenbolê de bijî û haya wî qet ji jinên ku bazirganiyên dike nebe? Ha heke hejmara wan xaniman gelek kêm bûya erê, lê heyran ma ev camêr qet navên jinên bazirgan, ên ku hejmara wan nediyar e, ên navdar jî, ne pêwist e ku ez yek bi yek bêjim nebihîstibe… Dema min ji kekê hêja re çend mînak ji dîroka Îslamê û ji roja me ya îro da, wî ji min re got; ew mînakên tu dibêjî îstisna ne. Ya rastî ê herî zêde ez mecbûrê vê nivîsê kirim, ew gotinên birêz Celalî bûn. Helbet kesên xwedî wijdan dê li ser van gotinan bikene. Ma heke ez lîsteya jinên karsaz bidim, bawerim wê kekê min jî, ji wan gotinên xwe şerm bike…
 
Bazirganî ne tenê karê ke­sên ku li bajêr de dijîn e. Di piçûkahiya min de, mala me li gund bû. Gelek baş tê bîra min, jinên gundî ên ku qet xwendin û nivîsandina wan nebû jî dîsa dikarîbûn bi awayekî karê bazirganiyê bikin. Wekî mînak, hin caran mala bavê wan hin caran jî dema mêrên wan hinek pez an jî berx, golik û hwd bida wan jinan ew çend sal xwedî dikirin ku hejmara wan zêde dibû, hingê dema merivên ticar dihatine gund, an jî yek caran bi xwe diçûn bajêr û wan bi xwe ev heywanên xwe difirotin. Yek caran jî, jin bi xwe li mal de cil mexfûr dihûnandin û ew dişandin bajêr difirotin.
 
Vêca ez ji kek Murad re di­bêjim; qey ev bazirganî nebû?
 
Ustad Bedîuzzeman jî di berhema xwe ya payebilind “Rêberiya Xaniman” de weha dibêje: “Jin ji bo debariya xwe pêwîstî bi arîkariya yekî dibînin.
 
Jin heta dikevin bin hukmê mêrên serserî ên ku terbiya Îslamê napejirînin de, ji bo riza wan mêran dinya xwe û axretê xerab dikin, bila wekî jinên gundan debara xwe bi keda xwe bikin, deh qat ji ya din çêtir e”.[2]
 
Bi ya min ustad di vê hinareya xwe de bi me daye zanînê ku jin bi kesayeta xwe ya serbixwe dikare debara xwe bike. Ango ew jî baweriyê bi jinan û bi hêza wan tîne…
 
Îcar ne tenê di roja me de, em di pirtûkên dîrokê de jî dibînin ku ji dema Hz. Muhemmed (s.) heta îro her sedsalê jî bazirganên jin hebûne û Xwedê bê erê heta dinya hebe jî dê hebin… Herçiqas kesên wekî cenabê kek Murad, nexwazin vê rastiyê bibînin jî di halê hazir de rastî ev e…
 
Di nezera ola Îslamê de jin sedîsed xwedî kesayetiyeke serbixwe ye. Û mafê tu kesî tuneye wan wekî kesên bêhêz û bêkêr nîşan bide.
 
Wekî ustad Hesen El-Benna dibêje: “Jin nîvê umetê ne. Her weha di jiyana ummetê de xwedî bandora herî zêde ne”.[3]
 
Her çendî hewcedariya min bi îsbatkirina ramanên min nebe jî, ji bo ku ez baştir bêm fêmkirin, min hez e hinek mînakan ji çaxa Qasidê Xwedê û çaxê piştî wî yên dîroka Îslamê de bînim ziman.
 
Xanima Pexemberê me (s.) Hafsa keça Omer ji Hz. Ebebekir xaniyekî dikire û wî xanî di çaxê Hz. Osman de difiroşe. Dema ku Hz. Osman dixwaze mescîdê hinekî dî fireh bike daxwaziya firotina xanî ji Hz. Hafsayê dike. Lê Hz. Hafsa ji ber ku mescîd fireh bibe dê rêya ku diçe mescîdê bê girtin naxwaze bifiroşe.
 
Lê çaxa ku soza xaniyek firehtir û vekirina rê jê re tê dayîn hingê dayika ummetê bi firotina xanî qayil dibe. [4]
 
 Li gor ragihandina Îbnî Sad ku ew dibêje; di çaxê Hz. Omer (r.) de jin di karê bazirganiyê de gelek çalak bûne. Jinek bi navê Esma bintî Muharîbe, hingê ku kurê wê Abdullah b. Ebî Reba ji Yêmenê danî li Medînê difirot.[5]
Her weha jinên Mekkê, ne tenê li Medînê wekî bayî dixebitîn hin caran jî, ji bo bazirganiyê diçûne seyehatê. Hêjayê gotinê ye ku di çaxê xelîfeyên raşîd de dewletê jî handaniya jinan kiriye û hin caran jî kredî daye wan xaniman. Li gor ragihandina et- Taberî, xanima Ebu Sufyan Hind, ji Hz Omer (r.) kredî dixwaze. Hz Omer (r.) daxwaziya wê qebûl dike û ji malê xezînê çar hezar dirhem deyn didê. Hind bi vî pereyî, diçe bal qebîla Kelb li wir danûstandinan dike. Xêncî Hind gelek xanimên Medînê jî karê bazirganiyê dikirin.[6] Ango Hz. Omer (r.) destûra bazirganiyê dide jinan û baweriya xwe bi serkeftina jinan tîne.
 
Jinikek misilman a bi navê Kayle el-Enmariyye bi karê ba­zirganiyê ve mijûl dibû.
 
Weha dibêje: “Qasidê Xwedê di yek ji seyahetên xwe yên umrê de, ji bo ku ji îhramê derkeve hate el-Mesveyê, ez hatime bal wî rûniştim û min jê re weha got; ‘Ya Resulellah ez, danûstandinê dikim. Dema ku dixwazim tiştekê bikirim bêyî ku ez wî tiştî bikirim, hêdî hêdî bihayê wê ber bi bihayê ku ez dixwazim bidim, zêde dikim. Her weha dema dixwazim tiştekê bifiroşim jî ew bihayê ku ez dixwazim bi wî bihayî bifiroşim serdestê wê bihayê de nîşan didim û paşê jî hêdî hêdî wî bihayî dadixînim.’ Li ser vê gotinê, Qasidê Xwedê ji min re weha got:
 
Ey Kayle, weha neke, dema ku tu tiştekî dikirî, firoşger bide jî nede jî, ew bihayê ku tu dixwazî bidî wisa bibe kiryar. Dema ku tiştekî bifiroşî jî, kiryarên te bikire an nekire ew bihayê ku tu dixwazî wê bixwaze”.[7] Ji vê bûyerê jî tê zanîn Qasidê Xwedê li dijî bazirganiya jinan nebûye. Heke ev jin xwedî vê şiyanê/qabîliyetê nebûya helbet wê bigota; Ey Kayle ev ne karê jinan e, here mala xwe rûnê… Heyf e ku îro hê di nav ûmmeta Wî de kesên ku li dijî tevger û şîretên wî li jinan dinihêrin hene.
 
Heyf ku çi heyf!…. Wekî gotineke dawî:
 
Mebesta min ji vê nivîsê bi tu awayê rexnekirina pirtûka kek Murad nebû.
 
 Wekî min li jorî jî anî ziman, ev pirtûkxaneya Kurdî de, xasma di zaravayê Kurmancî de, pirtûkek di mijara xwe de bêmînak e. Û ne tenê ev pirtûka hêjayê gotinê ye ku, wekî xwendevanên Nûbiharê jî baş dizanin xebat û keda kek Murad ya ji bo zimanê Kurdî û ola Îslamê nayê înkarkirin. Rastî jî kekê hêja, li cem min pir bi qedr û bi qîmet e…
 
Ez tenê hinek nêrînên kekê hêja û kesên ku wekî wî difikirin rexne dikim.
 
Hêvîdar im ku xwendevanên hêja min şaş fêm nekin.
 

Rojbîn Ozkan
Nûbihar, Jimar: 117, Sal: 2011
 
 
[1]     Celalî, Murad, Jiyana Pêxemberê me Hz. Muhemmed,  Nûbihar, r. 71
[2]     Nursî, Bedîûzzaman Saîd, Hanimlar Rehberî,  Zehra Yayıncılık.
[3]     el-Benna, Hasan, Müslüman Kadın ve Görevleri. Ravza Yay., 1995 r. 11
[4]     Savaş, Dr. Riza, Raşid Halifeler Devrinde Kadın, Ravza Yay. r. 73
[5]     Savaş, Dr. Riza, Raşid Halifeler Devrinde Kadın, Ravza Yay. r. 73
[6]     Savaş, Dr. Riza, Raşid Halifeler Devrinde Kadın, Ravza Yay. 1996, r. 74
[7]     Savaş, Dr. Riza, Hz. Muhammed (s.a.v) Devrinde Kadın, 1991, r. 234
 
 

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook