Komeleyên Kurdan yên dema Osmaniyan


Komeleyên Kurdan yên dema Osmaniyan

Mehmedê Çepo

Di serê sedsala bîstemîn de li gor lêkolînên me ji dehî zêdetir komelên ku ji hêla Kurdan ve hatine damezirandin hene. Ev komele bi destê malbatên mezin ên Kurdan ên ku li Stenbolê wextekî dirêj jiyane û dîsa ji hêla xwendekar û rewşenbîrên Kurdan ve hatine damezirandin. Komeleyên Kurdan di nav ewlehiyê de û di demên hikûmatên nû ên huriyetperwer de pêk hatine.

Di nav komeleyên Kurdan de komeleya ku cara pêşîn ji hêla Kurdan ve hatiye damezirandin komeleya “Komela Vîna Zexm a Kurdistanê” (Kurdistan Azm-î Kavi Cemiyeti) ye. Lê pêşiya vê komelê hin komele hatine damezirandin û Kurd di nav de hene. Lêbelê ev komeleyan ne tenê ji hêla rewşenbîrên Kurdan ve hatine damezirandin, ji ber vê yekê em van komelena di nav çarçoveya komeleyên ku hem ji hêla Kurdan û hem jî ji hêla neteweyên din ve hatine damezirandin de dinirxînin. Em dikarin komeleya ku Ermenî û Kurdan bi hevdu re di sala 1868an de, bi navê “Komîteya Azadiyê ya Kurd û Ermeniyan” damezirandine wek mînak bidin. Di nav damezîrînerê vê komîteyê de ji ber ku Kurd jî hene em dikarin bêjin ku li Kurdistanê komeleya herî ewil a Kurdan ev komele ye. Mînakeke dinê jî ew komeleya ku di sala 1889an de ji hêla Çerkez, Arnavût û Kurdan ve bi navê “Komeleya Alîkarî û Pêşketinê” (İttihat ve Terakki Cemiyeti) hatiye damezirandin e. Di dîroka Osmaniyan de vê komeleyê cihekî girîng girtiye û du damezîrînerê vê komeleyê ku Evdillah Cewdet û Îshaq Sukûtî ne, Kurd in.[1]

Emê niha li vê derê li ser wan komeleyên ku di dema Osmaniyan de ji hêla Kurdan ve hatine damezirandin yek bi yek rawestin: Kürdistan Azm-î Kavî Cemiyetî

 

(Komeleya Vîna Zexm a Kurdistanê)

Derbarê vê komeleyê de rewşenbîr û zanayê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan wiha dibêje: “Bi qasê ku me karî em tespît bikin, komela Kurdan a pêşîn a ku di despêka sedsala XX. de hatiye sazkirin, “Komeleya Vîna Zexm a Kurdistan”ê (Kürdistan Azm-î Kavî Cemiyetî) bûye. Ew komele sala 1900î li Stenbolê hatiye sazkirin. Sazkerê wê Fikrî Efendiyê Amedî (Diyarbekrî) bûye. Em ji endamên komeleyê tenê navê Kurdîzade Ehmed Ramîzê Licî dizanin. Komele çend salan maye, kengê û çima hatiye girtin? Em di heqê vê yekê de tiştekî nizanin. Tenê em dizanin ku Kurdîzade Ehmed Ramîz, sala 1904î reviyaye çûye Misrê û li wir îltica kiriye. Wisa tê zanîn ku komele jî wê salê ji aliyê rejîma Sultan Hemîd ve hatiye girtin.”[2]

Li gor ku agahiyên Bozarslan dane me Kurdîzade Ehmed Ramîz endamê vê komelê bû. Dema em pirtûka rewşenbîrên Kurdan ya Dr. Celîlê Celîl dinihêrin di wê derê de ev tabîr derbas dibe: “Lutfî, Emîr Bedirxan, Hasdatê wê aidê Komeleya Vîna Zexm a Kurdistanê ye. (Lutfi, Emîr Bedirxan, Hasdati Kurdistan’in Ezm-i Qawî Cemiyeti’ne aittir). Ev tabîr wek çavkanî hatiye dayîn. Ew berhema ku bi navê “Emîr Bedirxan” tê zanîn, ew berhem ji hêla kesekî ku bi navê “Lutfî” ve hatiye nivîsîn. Heta van demên dawiyê jî derbarê keseyatiya nivîskarê vê pirtûkê de gelek gengeşî hebûn û tu zelalî tunebûn. Lê di vê dawiyê de, di encama hin lêkolînan de ev pirsgirêk hate çareserkirin. Li gor van lêkolînan di jimareke kovara bi navê “Îçtihat”ê de di îlanekê de xweyê vê kitabê wek Kurdîzade Ehmed Ramîz hatiye nîşandayîn.[3] Em di vê derê de dibînin ku vê komeleyê di nav xebatên çapemeniyê de jî cih girtiye.

 

Kürd Teavün ve Terakki Cemiyeti

(Komela Hevkarî û Pêşketina Kurd)

Komela Hevkarî û Pêşketina Kurd pey meş­rûtiyetê li Stenbolê hatiye damezirandin. Ji bo vê yekê rewşenbîr û zanayê Kurd Dr. Celîlê Celîl dibêje ku: “Li Stenbolê rewşenbîrên Kurd, bi taybetî ewên ku multecî yan jî di riya Sultan de hatibûn rawestandin, roleke baş distendin û bi aktîfî dixebitîn. Di nav wan de, Seyîd Abdulqadirê kurê Şêx Ubeydullahê serokê serîhildana 1880yî Seyid Abdulqadir di sala 1881î de ji aliyê Sultan ve li Stenbolê hatibû rawestandin, rolekî wî ya mezin û eşkere hebû. Piştî serîhildana Tîrmehê vegeriyaye Stenbolê û di welêt de parastîgereke meşrûtiyetê hatiye zanîn.”[4]

Rewşenbîrên Kurd wê demê bi wê pirestijê ve li Stenbolê bûn. Ew çax komeleke ku Kurd li derdorê xwe kom bikira tunebû. Ev sazî jî di encama vê rewşa ku bêsazîbûyînê de hate damezirandin. Ji bona vê dîsa Dr. Celîlê Celîl awha dibêje: “Sloganên bi giştî û esasên rewşenbîrên Kurdan, slogana pêşketin û yekîtiyê bûye. Di welêt de, wî wextî, rêxistineke Kurdan ya netewî bi wî awayî tunebûye ku rêberiya xebata Kurdan bike. Ev rewşa han jî astengeke mezin bûye ku di riya geşbûna bîra neteweyî û tevgera Kurdayetiyê de. Ew Kurdên rewşenbîr ku li derva muhacir bûn, vegeriyabûn welêt, tenê hêvî û daxwaza wan ew bû ku rêxistineke bi wî awayî damezirînin. Di payiza sala 1908an de, Seyid Abdulqadir û Emîn Bedirxan li Stenbolê “Komela Hevkarî û Pêşketin a Kurd” (Kürd Teavün ve Terakki Cemiyeti) damezirandin, ji bo serokatî û rêberiya xebata siyasî û rewşenbîrî ya hemû çîn û tebeqan bike.”[5]

Pey damezirîna vê komeleyê, evê komeleyê hin tevger pêk anîne. Ji bo vê Bozarslan weha dibêje: “Ew komele, piştî sazkirina Meşrûtiyetê, di tarîxa 19-9-1908an de hatiye sazkirin. Yek ji sazkerên wê yên berçav, nivîskar û civakzan û dîrokzanê Kurd Xelîl Xiyalî bûye. Wî, Kurdîzade Ehmed Ramîz û M. Cemîlê Amediyî di bunya komelê de çapxaneyek û ji bo zarokên Kurdan dibistanek jî vekirine. Ji bilî wan jî kovareke bi navê “Kurdistan” û rojnameyeke hefteyî bi navê “Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesi” (Rojnama Hevkarî û Pêşketina Kurd) derxistine.”[6]

Derbarê rojnameya “Rojnameya Hevkarî û Pêşketina Kurd” de agahiyên me hene. Lêbelê derbarê vê rojnameya ku bi navê “Kurdistan”ê derketiye de agahiyên me nînin. Derheqê siyaseta vê komelê de em dikarin bêjin ku ev komele piştgirî daye Partiya Alîkarî û Pêşketina Osmaniyê (İttahat ve Terakki Cemiyeti). Ji bo vê dîsa Dr. Celîlê Celîl awha dibêje: “Endamên komelê piştgiriya sloganên Tirkên Ciwan dikir. Parastina mesela yekîtiya neteweyên bindest ên Osmaniyan û meşrûtiyeta sala 1876an dikirin. Komele, wek ku di programa xwe de jî nivîsiye, xebat ji bo bicîkirina van armancan kiriye: Di mintiqên Kurdistanê de vekirina dibistanan; tayinkirina memûr û karbidestên Kurd li dam dezgên Kurdayetiyê di welat de; îtirafkirina resmî ji bo zimanê Kurdî; çekirina unîversitekê li Kurdistan; rêdana derxistina kovar û rojnameya bi zimanê Kurdî; kifşkirina nûnerên herdemî yên Kurd ji bo meclisê; bizav û hewldan ji bo geşbûna rewşa aborî di Kurdistan de.”[7]

Vê komeleyê bi van armancên xwe xebatên xwe berdewam kir. Di serokatiya vê komeleyê de ev kes hebûn: “Seyid Abdulqadir, Emîn Bedirxan, Zîhnî Paşayê Baban, Damat Ehmet Zulkuf Paşa, Xelîl Xeyalî (Motkan), Ehmet Cemîl Begê Diyarbekrî, Ehmed Ramîz Beg (Lîce) û hinek kesên din.[8]

Ev komele ji ber hin sedemên curbicur hatiye girtin. Bozarslan ji bo vê yekê dibêje ku: “Lêbelê ew komele jî emir dirêj nebûye. Li gor nivîsîna Zinar Sîlopî, di navbera malmezinên Kurdan de, bi taybetî di navbera Seyid Evdilqadir û Bedirxaniyan de dubendî derketiye; Partiya Yekîtî û Pêşketinê (İttihad ve Terakkî Fırkası), ku wê demê di karînê de bûye, ji wê dubendiyê îstifade kiriye û komele jî, dibistana Kurdî jî, kovar û rojname jî gişt girtine. Lê mixabin em tarîxa girtina wê komelê jî nizanin.”[9]

Kürd Neşr-i Maarif Cemiyeti

(Komela Kurd ya Belavkirina Zanînê)

Lêkolîner Nesîmî Firatli cara herî pêşî rêziknameya vê komeleyê çap kiriye. Li gor lêkolîner Firatli, ev komele, komeleya pêşîn a çandî a Kurdan e. Ev komele di sala 1910î de li Stenbolê hatiye damezirandin û li gor maddeya sêyemîn a rêziknameya vê komelê; armanceke vê komelê jî ew e ku ji bo zarokên Kurd ên ku li Stenbolê dijîn dibistanekê vekin. Di nav damezîrînerên vê komelê de Bedirxanzade Emîn Alî Beg, Dr. Evdillah Cewdet, Mîdhad Bedirxan, mebûsê Erzuromê Seyfullah Beg, mebûsê Hekariyê Taha Efendî, mebûsê Wanê Tewfîq Beg, Kamil Bedirxan, Evdirrehman Bedirxan, mebûsê Gencê Mehmed Efendî, Mîr Seyfeddîn Huseyn Avnî Beg, Mîralay Mehmûd Beg, Mehmed Faîq Efendî, Bedîûzzeman Seîdê Kurdî, Xelîl Xeyaliyê Motkiyî û Kurdîzade Ehmed Ramîz.[10]


Kürdistan Muhiban Cemiyeti

(Komeleya Hezkiriyên Kurdistanê)

Ev komele di sala 1912an de ji hêla Mele Xidir ve hatiye damezirandin. Li gor Nurî Dêrsimî: “Hemû Kurdên Stenbolê îştiraqî vê cemiyetê kirine.” Kurdên ku li Amerîkayê bûn piştgirî dane vê komeleyê û sekreterê giştî ê vê komelê Nurî Dersîmî bûye. Fîlozof Riza Tefîk ku bi xwe feylesofekî Tirk e bûye endamê vê komeleyê.[11]

Kürd Talebe Hêvî Cemiyeti

(Komeleya Xwendekarên Kurd–Hêvî)

Komeleya Xwendekarên Kurd–Hêvî di sala 1912an de ji hêla xwendkarên Kurd ên ku ji bo tehsîlê hatibûn Stenbolê hatiye avakirin. Ji ber şerê cihanê ya yekemîn ev komele hatiye girtin û dîsa di sala 1918an de ango pey Herba Cîhanê ya Yekemîn careke din ji hêla ekîbeke din ve hatiye damezirandin. Ji bo vê yekê Bozarslan dibêje: “Xwendekarên Kurd, ji bo yekkirin û xurtkirina xebata xwe, ji bo berhevkirin û gurrkirina hêza xwe, Komeleya Xwendekarên Kurd Hêvî (Kürd Talebe Hêvî Cemiyeti) saz kirine. Ew komele di sala 1912an de hatiye sazkirin, paşê ji rûyê Şerê Cîhanê yê Pêşîn xebata wê şehetiye, adeta felç bûye. Di sala 1919an de bi destê qadroyeka nû hatiye vejandin û dîsa bi navê xwe yê berîn ketiye xebatê; vejîna xwe û xebata xwe bi belavokeke dirêj ragihandiye û bi gel daye zanîn. Ew belavok bi zimanê Tirkî hatiye nivîsîn û di du jimareyên “Jîn“ê de hatiye weşandin. “Hêvî”yê bi Kurdî jî belavokeke kurt belav kiriye; ew belavok jî di “Jîn”ê de derketiye.[12]

Derbarê armanc û xebata vê komeleyê de, em di beyannameya ji hêla vê komelê ya ku di sala 1918an de di kovara “Jîn”ê de hatiye belavkirin de agahiyan dikarin bibînin. Di wê derê de wiha derbas dibe: “Ew mistek ciwan bûn ku, wek ewladên neteweyeke ji jînê bêpar, di goşên Stenbolê yên çepel de civiyabûn. Riya ku dabûn serê, tarî û zor û bi talûke bû. Wek ku ji navê komelê jî tê femkirin, wan li ser wê mêledeya lerzok a ku di destê wan de bû, navê “Hêvî” nivîsîbû. Rêberê daxwaza wan ciwanan hêvî bû; parola wan sebr û sebat bû; di vê dinê de xelata wan a yekane jî mirin bû. Bi rastî, ew di nava tunebûneke bêbinî de diperpitîn. Wan li ser lêvên gelek kesan kena kêmdîtinê, li ser sînçeyên gelek kesan xuyaneke diltengiyê, di awirên gelek kesan de maneya hêrsê û qehrê dîtibûn. Di oxira hêvî û daxwaza xwe de ketibûn girtîxanan, ketibûn binê teqîbatan, ketibûn dadgehan. Digel hemî tunebûn û ritman, jiyana wê sazgeha xwe ji xwe re kiribûn namusa neteweyî; ewle bûn ku serpêhatiyên wê sazgehê, dê ji bo hêginiya Kurd bibe nimûneyeke biçûk; loma jî bê ku bikerixin û bibetilin, xebitîn û ji tunebûnê hebûn çêkirin... Şixulê Hêviyê bi civatê din tuneye. Siyaset ji wê dûr e. Mezin û maqûlê me bila bi wê şixulê siyasetê de bixebitin. Meqseda me, milletê Kurd, wetenê Kurdan, îlm û îrfana Kurdan bilind bikin.”[13]

Komele dema di sala 1912an de tê damezirandin, ji bo serokatiya wê Umer Cemîlpaşazade tê tayînkirin. Li gor tuzuga vê komelê armancên vê komelê bi kurtasî wiha tên nîşankirin:

a-Bi hevdu nasîna xwendekarên Kurd û di navbera van xwendekaran de tesîskirina têkilî, biratî û yekîtiyê.

b-Serastkirin û pêkanîna giramer û edebiyata Kurdî û xistina pergalekê.

c-Ji xwendekarên ku ji Kurdistanê têne Stenbolê re alîkarbûn.

d-Di mektebên munasîb de xwendina kesên ku rewşa wan a aborî nebaş.

e-Bi kurtasî di pêşketina Kurdan de di warê civakî û zanistî de ked dayîn.

Cara herî pêşîn ev komele li Sirkeciyê li hemberê Yeni Postayê di Xana Erzuromê de vedibe. Ev avahiya ku di sala damezirîna vê komelê de hatiye avakirin îro jî hê heye. Ji ber sedema tengbûna cih, komele ji vê derê kişiyaye Otela Meseretê ku di qiyameya Babialiyê de cih digirt û paşê jî kişiyaye Kolana Fewziyeyê ya ku li Şehzadebaşiyê ye.[14]

Komeleya Xwendekarên Kurd–Hêvî bi navê “Rojî Kurd”, “Hetawî Kurd” û “Yekbûn”ê sê kovar derxistine. Xêncî van, di dema xwe ya duyemîn a ku di sala 1918an de dest pê dike de bi navê “Hînkerê Zimanê Kurdî” di sala 1922î de pirtûkeke giramerê derxistiye.

 

Kürdistan Teali Cemiyeti

(Komeleya Pêşketina Kurdistanê)

Derbarê dîroka damezirîna vê komeleyê de dîrokeke diyar tuneye. Lê em ji nivîsa ku di kovara “Jîn”ê derketiye û ji pirtûka Zinar Sîlopî û Dr. Nurî Dersîmî de derbarê dîroka damezirîna vê komelê de agahdar dibin. Di kovara “Jîn”ê de nivîseke wiha derbas dibe: “Ji bo ku li ser ziman û dîrok û coxrafya û aborî û sosyolojiya Kurd lêgerîn bên kirin, pirtûk bên weşandin û ji bo ku di nava Kurdan de zanînên hevdem bên belavkirin, dê komeleyeke bi navê “Komela Kurd ji bo belavkirina Zanînê û Wêşanan” bê sazkirin. Haziriya di vê babetê de temam bûye. Ji bo ku muemela tesdîqê ji hikûmeta qedirbilind re bê pêşkêşkirin, divê ku komîta kargêr bê bijartin. Ji bo vê yekê, daxwaz ev e ku kesên pêwend, roja 10ê Kanuna Paşîn roja înê piştî nîvroyê di saet 2an de werin Komela Kurdistanê (Kurdistan Cemiyeti) ya ku li kûça pey Dîwana Hesaban (Divan-i Muhasebat) di koşka Behçet Paşa de ye.”[15] Ev nivîs di tarîxa 2-1-1919an de derketiye. Ango em dizanin ku “Komeleya Pêşketina Kurdistanê” pêşiya vê dîrokê hatiye damezirandin.

Zinar Silopî jî di pirtûka xwe “Doza Kurdistan” de ragihandiye ku “Komela Pêşketina Kurdistanê” piştê îmzekirina peymana agirbestê di navbera dewleta Osmanî û dewletên hevgirtî de hatiye sazkirin.[16] Dema em dîroka agirbesta Mondrosê dinihêrin em dibînin ku dîroka wê 30-10-1918 ye. Ji van agahiyan jî em dikarin derxin ku ev komele di navbera 30-10-1918 û 02-01-1919an de hatiye damezirandin.

Qasê ku em dizanin kovara “Jîn”ê organa nefermî ya “Komela Pêşketina Kurdistan”ê bû û komelên ku derdorê “Jîn”ê derketibûn jî em dikarin bêjin ku di bin vê komelê de dixebitîn. Lê di “Jîn”ê de derheqê organbûyîna xwe ya “Komela Pêşketina Kurdistan”ê de tu agahî nînin. Ji ber ku ekîba “Jîn”ê nedixwest hikûmat astengan derxe û kovara “Jîn”ê bigire, derheqê vê komelê de agahî pir tunene. Berpirsyarê vê komelê Seyid Evdilqadir bû. Seyid Evdilqadir ji ber ku hem di dewletê de dixebitî û hem jî berpirsyarê vê komelê bû, rojnameyên Tirkan li hemberê Seyid Evdilqadir kampanyayek pêk anîn. Di wê kampanyayê de rojnameyên Tirkan digotin ku divê Seyid Evdilqadir an dev ji karê xwe yê dewletê, an jî dev ji serokatiya vê komelê berde.

Li ser wê kampanyayê Seyid Evdilqadir beyanek da rojnameyan û di wê beyanê de ev derbas dibûn: “Gelê Kurd serxwebûnê naxwaze, muxtariyetê dixwaze.” Ev beyan di nava ekîba “Komela Pêşketina Kurdistan”ê de bûye semeda derketina dubendiyê û di dawiya wê dubendiyê de ev kesên han ji komelê veqetiyane: Emîn Elî Bedirxan (Botan), Ferîd Beg, Şukrî Baban (Silêmanî), Fuad Baban (Silêmanî), Hîkmet Baban (Silêmanî), Dr. Evdila Cewdet (Erebkêr), Dr. Şukrî Mihemed (Paxirmaden), Kemal Fewzî (Bedlîs), Ekrem Cemîlpaşa (Amed), Necmeddîn Huseyn (Kerkûk), Memdûh Selîm (Wan) û Mewlanazade Rifet. Ev kes, piştî ku ji “Komela Pêşketina Kurdistan”ê derketine, komeleke dinê bi navê “Komela Vêkxistina Civakî” (Teşkilât-i İçtimaiye Cemiyeti) saz kirine; kovara “Jîn” jî geriyaye rojname û bûye organa wê komela nû.[17]

 

Kürd Tamimi Maarif ve Neşriyat Cemiyeti

(Komela Kurd Ji Bo Belavkirina Zanînê)

Em dikarin bêjin ku şaxa çandî ya “Komela Pêşketina Kurdistan”ê bû. Bernameya wê komeleyê di tarîxa 2-2-1919an de di “Jîn”ê de bi belavokeke dirêj hatiye çapkirin û ragîhandin. “Komela Kurd ji bo Belavkirina Zanînê û Weşanan”, di wê bernama xwe de ragîhandiye ku ji dema sazbûna xwe pê ve, kargêriya kovara “Jîn”ê jî girtiye destê xwe. Ji taybetmendiyên vê kovarê ên herî girîng yek jî çapkirina “Mem û Zîn”a Xaniyê Nemir e. Ev pirtûk di sala 1919an de hatiye weşandin û di “Jîn”ê de bi nivîseke bi navê “Mizgîn”ê ve hatiye diyarkirin. Di wir de wiha tê gotin: “Kitêba “Mem û Zîn”ê, em wê tebi’ dikin; mizgînî li hemî Kurdan bit. Û babetê mezinahiya kitêbê û sûretekê pirr nefîs dê derkevit. Me guhdarî giraniya kaxidî û giraniya heqê murettiban nekir û bi fîdakariyeke mezin em derêtixin”[18]

 

Kürd Kadınları Teali Cemiyeti
(Komela Pêşketina Pîrekên Kurd)

Yeke din ji komeleyên ku di bin “Komela Pêşketina Kurdistan”ê de derketiye “Komela Pêşketina Pîrekên Kurd” e. Dîroka damezirandina vê komelê em nizanin, lê di jimara bîstan de, nivîsa Memdûh Selîmî ku bi navê “Du Eserên Xêrdar” de behsa vê komelê derbas dibe. Memduh Selîmî armanca komelê di wir de wiha aniye li ser zimên: “Pêkanîna pêşketin û pêştaçûna pîrekên Kurd li gora zîhniyeta hevdem; sererastkirina reformên civakî yên bingehîn di jiyana malbatî de, ew sêwî û jinebiyên Kurd ên ku ji rûyê cahiliyê û kuştinê ketine halekî sefîl, xilaskirina wan ji sefaletê bi awayê peydakirina kar û hevkariya diravî ji wan re.”[19]

Vê komeleyê di bîstê hezîranê de bi mewlûdekê dest bi xebata xwe kiriye. Di mewlûdê de serokê komeleyê Encum Yamulkî awha gotiye: “Gelî xanimefendiyên berêz! “Komela Pêşketina Pîrekên Kurd” a ku bi amanceka gelek rûmetbilind hatiye sazkirin, wek despêka xebata xwe ev mewlûda qudsî da xwendin. Em berê ji Xwedê niyaz bikin ku ev xebat bi xêrdarî û bi serketinên mezin dom bike. Paşê xanimên ku kerem kirine hatine vê civînê, ez bi navê neteweya Kurd ji wan re sipas dikim û ez tika dikim ku hûn ji kerema xwe destûrê bidin ku ez çend peyvan jî bêjim” û li ser armanca komeleyê bi van tiştan ve berdewam dike: “Amanca komeleya me ev e ku, çiqas pîrek û zarokên Kurd ên muhtacê alîkariyê hene ji wan re kar peyda ke, îdarexaneya veke, xwendegehan veke, pîrekên me yên ku dikarin dersê bidin ew jî bê ucret mamostetiyê bikin. Ez dixwazim bêjim ku komele, qasê ku îmkan hebe dê hevkariya diravî û bedenî bike.”

 

Kürd Teşkilat-ı İctimaiye Cemiyeti
(Komeleya Vêkxistina Civakî)

Ev komele li ser dubendiya ku di “Komeleya Pêşketina Kurd” de pêk hatibû hatiye damezirandin. Sedema vê veqetînê ew e ku çapemeniya Tirkan kampanyayek çêkirin. Derheqê vê yekê de Bozarslan awha dibêje: “Seyid Evdilqadir hem Serekê Şûraya Dewletê ye, hem jî Serekê Komela Pêşketina Kurdistanê ye. Hal ew hal e ku ev komele daxwaza serxwebûna Kurdistanê dike. Divê ku Seyid Evdilqadir yan ji serekiya Şûraya Dewletê yan jî ji serekiya Komela Pêşketina Kurdistanê vekişe. Li ser wê kampanyayê Seyid Evdilqadir beyanek daye rojnameyan û gotiye ku “gelê Kurd serxwebûnê naxwaze, muxtariyetê dixwaze. ” Ev beyan bûye semeda derketina dubendiyê di nava Komela Pêşketina Kurdistanê de û di dûwayiya wê dubendiyê de gelek kes ji komelê veqetiyane. . .

Ev kes piştî ku ji “Komela Pêşketina Kurdistanê” derketine, komeleke din bi navê “Komela Vêkxistina Civakî “(Teşkilât-i İçtimaiye Cemiyeti) saz kirine; kovara “Jîn” jî geriyaye rojname û bûye organa wê komela nû.”[20]

 

Kürd Mîllet Firkasi

(Partiya Millet a Kurdan)

Hin endamên “Komeleya Vêkxistina Civakî” ji vê komelê vediqetin û bi navê “Partiya Millet a Kurdan” ve komlekê dadimezirînin. Kesên ku di vê komeleyê de pêşda ne ev in: Memduh Selîm, Necmettîn Huseyîn, Kemal Fewzî, Babanzade Ezîz. Memduh Selîm hem dema ku li Stenbolê bû û hem jî dema di sala 1923an de ew komeleya ku bi navê Xoybûnê hatibû avakirin di nav wê de cih digirt û gelekî aktîf bû û di nava kesên pêştehatî de cih digirt.  

___________________________________________________________________
Mehmedê Hepo
Nûbihar, Jimar: 125, Sal: 2013, Payiz

 

 

[1]      Rohat Alakom, Eski İstanbul Kürtleri, Avesta, Çapa Duyem, İstanbul, 2012, r. 122.

[2]      Mehmet Emîn Bozarslan, Jin Kovara Tirkî–Kurdî Türkçe Kürtçe Dergî (1918-1919), werger ji tîpên Erebî bo tîpên latînî: Mehmet Emîn Bozarslan, Cîlt 1, Çapxaneya Dengê, Swêd, Upsala, 1985, r. 25.

[3]      Alakom, r. 123-124.

[4]      Celîlê Celîl, Jîyana Rewşenbîrî û Siyasiya Kurdan (Di Dawiya Sedsala 19a û Destpêka Sedsala Bîstan de), Çapxaneya Jîna Nû, Swêd, Upsala, 1985, r. 73.

[5]      Celîl, r. 73.

[6]      Bozarslan, r. 25.

[7]      Celîl, r. 74.

[8]      Celîl, r. 74.

[9]      Bozarslan, r. 24-25.

[10]     Alakom, r. 125-126.

[11]     Alakom, r. 126.

[12]     Bozarslan, r. 60-61.

[13]     Bozarslan, r. 61.

[14]     Ji vê derê hetanê dawiya beşê di pirtûka bi navê “Dîroka Çapemeniya Kurdî” de hatiye weşandin. Alakom, r. 127.

[15]     Ji vê dere heta dawiya beşa “Komela Pêşketina Pîrekên Kurd” di pirtûka min a bi navê “Dîroka Çapemeniya Kurdî (Di Dema Osmaniyan) de hatiye çapkirin. Bozarslan, r. 26.

[16]     Bozarslan, r. 26.

[17]     Bozarslan, r. 13-14.

[18]     Bozarslan, r. 68.

[19]     Bozarslan, r. 63.

[20]     Bozarslan, r. 13-14.

 



 

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook