Îslam û ziman û edebiyata Kurdî


Îslam û ziman û edebiyata Kurdî

Tehsîn Ibrahim Doskî

Li êvara hatina Îslamê bo welatê Kurdan, Kurdistan (ji aliyê siyasî ve) li ser du dewletan lêkvekirî bû; li rojhelatê dewleta Sasaniyan hukim dikir, li rojavayê jî dewleta Rûmiyan . Dînê fermî yê Sasaniyan Zerdeştî bû, yê Rûmiyan Mesîhiyet (felatî) bû. Ji layê zimanî ve Farisiya navîn ewa dibêjinê Pehlewî, zimanê fermî yê dewleta Sasaniyan bû. Zimanê Rûmiyan girîkî (Îxrîqî-Yunanî) bû.
Li herdu layan mewqî'ê (pozisyona) Kurdan (Wekî Xanî dibêjit) “Mehkumu eleyhî û se'alîk” bûn. Çi di destan da nebû. Me'na vê ne ew in. Kurdan çî dewir (rol) di rûdanên deverê da nebû. An çi kesên pêşkêş di nav da nebûn. Nexêr! belê me'na wê ew e ku çi tiştekê wan kiriba ji bo Farisên Sasanî an jî ji bo Romên Bîzentî (Bîzansî) dihate hejmartin.
Halê Kurdistanê ev bû li êvara hatina Îslamê.
Zimanê Kurdan li wî demî çi bû?
Nîşan û belgeyên dîrokî di dest me da hene ku li wî demî zimanek bi navê zimanê Kurdî hebû. Ew xelk pê diaxiftin ew ên dibêjinê Kurd. Ev zimanê wekî zimanzan dibînin û dibêjin yek ji koma zimanên Îranî yên nû bû. Wekî Farisiya nû (ewa dibêjinê: Derî) û Peştû û Belocî û hwd. Ev zimanê digel zimanên Îraniya navîn û Îraniya kevin pêkve dibine koma zimanên Îranî. Ew digel koma zimanên Hîndî, koma zimanên Arî pêk tînin.
Pisyar li vê derê eve ye: Erê li vî demê em behs jê diki, êvara hatina Îslamê bo welatê Kurdan, zimanê Kurdî tiştek pê dihate nivîsîn.
Berî bibêjîn erê an ne, divêt bibêjîn ji tiştên misoger e (ji layê dîrokê ve) ku li wî demî zimanê Kurdî li herdu layên Kurdistanê desthelata dînî nebû. Li rojhelatê zimanê Zerdeştiyan zimanê Avestayî bû. Paşî bû zimanê Pehlewî. Li rojavayê zimanê felatiyê Yewnanî bû. Li hindek cihan li Kurdistanê Suryanî bû. Kurdî zimanê deshelata siyasî jî nebû. Ji ber ku zimanê Sasaniyan Pehlewî bû. Zimanê Rûmiyan Girîkî bû wekî me gotî.
Lew hizir pitir bo hindê diçît ku Kurdî li wî demî bi tinê zimanê axiftinê bît, li nik Kurdan. Her çawan bît heta îro çi nivîsîn bi zimanê Kurdî nehatîne dîtin bo wî demî bizivirîn. Her çawan bît eger em neşêyn di bersiva pirsyara borî da bibêjîn: ne, em neşêyn bibêjîn: erê jî!
Li dorên nîva sedsala heftê zayînî Îslam ji Cezîra Ereban ber bi bakûrî ve hat. Wekî aşkera di demekî kêm da dewleta Îslamî ya genc şiya (karî) dewleta Sasaniyan ya pîr biherifînît. Herwesa şiya piyên dewleta Rûmiyan bibete di nav zikî da. Li cihê wan dewleteka dî ya cuda ji layê dînî û siyasî û rewşenbîrî ve ava biket.
Welatê Kurdan jî yek ji wan gelek welatan bû yên ketîne bin desthelata vê dewleta nû ewa bi navê dewleta Îslamî hatiye navkirin. Bêtir milletê Kurd jî wekî wan milletên dî yên li deverê dijiyan dînê xwe guhart û bûne musilman.
Piştî Kurd bûbine musliman çi guhorîn peyda bû?
Berî behskirina ji van guhorînan du mesele hene divêt bi kurtî îşaretê bideynê:
Ya yekê: Erê Îslamê ji aliyê şaristaniyê ve çi bo mirovîniyê pêşkêşkir heta şiyayî di demeke qiyasî da cihê wan hemî şaristaniyên berî xwe bigirît. Bêtir milletên deverê bi layê xwe ve bikêşît?
Berî şaristaniya Îslamê, mirovîniyê hejmareka şaristaniyan nas kiribûn. Wekî: şaristaniya Babîlî, Misir, Farisî, Girîkî, Hîndî û Çînî. Ev şaristaniye li demekê geş bûbûn. Paşî çirmisî bûn. Gelek ji wan li êvara hatina Îslamê binax bûbûn. Bi tinê navê wan li ser dinyayê mabû. Hindek amîret û egerên jiyana maddî.
Hindî Îslam hat. Tiştê mezin yê Îslamê kirî ew bû, ew nehat da şaristaniyên berî xwe biherifînît û şûnwarên wan yên mayî jî nehêlît. Nexêr! belkî Îslam hat da wan zindî biket. Layê îcabiyê wan av bidet. Da careka dî geş bibît û mifayî bigehînîte mirovîniyê.
Şaristaniya Îslamî wekî pirekê lêhat, boriyê (mêjû) mirovîniyê bi dahatiyê wê ve girêda. Dîrok şahid e ku Îslam negehiştiye milletekî ji milletên rojhelatê yan rojavayê eger karekê îcabî yê baş lê nekiribît. Xwe di wan milletan jî yên bawerî pê neînayî wek dîn jî... Jixwe ew milletên bawerî pê înayî kartêkirina Îslamê li ser mu'cîzeyeka bêhevta ye di dîrokê da. Çunkî Îslamê hêzek ji hêzên bergiriyê li nik wan parast yeka hind ji wan çê kir ew kesîniya xwe biparêzin. Xweragirtî bimînin beranber wan hêzên dijwar yên dixwazin bi hêza çekî û malî û ilmî kesê beranber bindestî xwe biken. Tiştê vekoler jê ecêbmayî dimînin eve ye: Çawan Îslam şiya vê hêzê bidete muslimanan xwe di piştî hêza desthelatî û malî û ilmî li nik wan nemaye jî?
Bo bersiv dê bibêjîn: Jêderê serekî yê vê hêzê, (eqîda îslamî) bûye. Ew eqîda saloxetek tê da heyî di çi eqîde û rewşenbîriyên dî da neheyi. Saloxetê tevgiriyê (şimûliyetê) ku mirovî hemiyê wek yek parçe vegirit. Wî nekete du parçe. Parçeya rihê û bibêjit: Eve bo axretê ye, parçeya leşî û bibêjît: Eve bo dinyayê ye. Îslam mirovî bo dîn û dinyayê perwerde diket. Ew pişkekê ji mirovî cuda naket da teslîmî hakimekê biyanî biket (ji bilî Xudê) û bibêjît: Dîn bo Xudê ye û dinya bo qeyserî.
 Îslam gava hatî got: Ya bo Xudê bit bo Xudê ye. Ya bo qeyserî jî bit her bo Xudê ye. Bi vê çendê Îslamê tiştek da mirovîniyê di dîn û şaristaniyên dî da nebûye: Tewhîda Xudê. Tewhîda nefsa mirovî. Tewhîda cîhana rihê û leşî.
Gava milletan ev çende di Îslamê da dîtî bii sanahî hatine di Îslamê da. Piştî leşkerê Îslamê bi hêza xwe şiya wan astengan raket yên dibine rêgir di navbera mirovî û hizirkirina saxlem da.
Ya duwê: Helwesta Îslamê ji hebûna milletan, cudabûna zimanên wan çi bû?
Îslam her ji destpêkê dînekî cîhanî bû. Di hedîsekê da pêximberî (Silav lê bin) dibêjit: “Her Pêximberek bo milletê wî bi taybetî dihate hinartin. Ez bo mirovan giştî hatime hinartin” (Wekî Buxarî jê vediguhêzît)
Bi dîtina Îslamê (Wekî ji ayeteka Qur’anê tête wergirtin) cudabûna ziman û rengên mirovan yek ji nîşanên meziniya Xudê ye. Qur’an dibêjt: “Ji nîşanên mezinî û şiyana wî ye ku wî her ji nifşê hewe bi xwe (gelî zelaman) jin bo hewe afirand. Da dilên hewe li nik wan rihet û akincî bibin. Wî viyan û dilovanî kire di navbera jinê û zelamê wê da. Hindi di afirandina wê çendê, daye nîşan li ser şiyan û tewhîda Xudê bo wî milletî hene yê hizra xwe biket. Di tiştî bigehît” (er-Rûm: 22) û li ser vî binaxeyî û li jêr sîbera dewleta Îslamî neyaretiya çi ziman û çi milletan ji ber ziman û nifşê wan nehate kirin. Her çende zimanê dewleta Îslamî li naverasta demê dewleta Emewiyan bû Erebî jî (aşkera ye ku divêt her dewletekê zimanê xwe yê fermî he bit). Belê me'na vê ew nîne ziman hatîne qedexekirin. Yan haşayî (înkar) li hebûna milletekî hate kirin. Lew her milletek ma, nasnameya xwe ya neteweyî parast. Zimanê xwe jî winda nekir û pişt nedayê. Milletê Kurd jî yek ji wan milletan bû yên Îslam qebûlkirî wekî dîn. Digel hindê jî taybetmendiya xwe wek netew û zimanê xwe û welatê xwe ji dest neda. Belkî beruvajî wê çendê em dibînîn piştî hatina Îslamê bo Kurdistanê tuxûbên Kurdistanê yên coxrafî berfirehtir lê hatin. Kurd bûne yek ji davên serekî yên tevnê civaka Îslamî jê pêkhatî.
Hizirvanê Kurd ê mezin (Mes’ûd Mihemed) li wê bawerê ye ku bi hatina Îslamê bo welatê Kurdan û ladana Sasaniyan, Kurd (li Kurdistanê) ji welatiyên derece du û sê bilindtir bûn û bûne welatiyên derece yek.
Bo çi?
Ji ber ku Sasaniyan xwe didît milletekî bajêrî û xudan şaristanî û dewlet. Kurd milletekî koçer û nezan û bêşaristanî. Dema Îslam hatî û dewleta Sasaniyan herifandî, kisrayê wan revî. Ew jî belavbûn û ji Kurdistanê derketin. Tiştê berçav ew bû Ereb ewên digel hatina Îslamê ber bi bakûrî ve hatî li Îraqê akincî bûn. Li başûr û naverasta Îraqê belavbûn û akincî bûn. Ber bi Kurdistanê ve nehatin. Ji ber ku Kurd her ji serî hatine di Îslamê da cihê wan û serweriya wan ma di destê wan (Kurdan) da. Ne bes hinde, belkî wan hindek cih li dewrûberên xwe jî vergirtin. Tuxûbên welatê xwe berfirehtir lê kirin.
Vê çendê bêguman kartêkirineka îcabî li ser zimanê Kurdî jî hebû ku pitir werarê biket û pêşve biçît.
 Piştî belavbûna Îslamê di nav Kurdan da. Ketina welatê di nav dewleta Îslamî ya Ereb ziman da. Em dibînîn kartêkirina erebiyê (yan Ereban) li ser Kurdan ji çend xalekan aşkera di bit.

  1. Ji layê dînî ve: Kurd bûne musliman. Bi muslimanbûna wan berêxwedana wan bo hemî layên jiyanê hate guhartin. Nûke delîve dest nadet em behsê wan guhorînan bikeyn. Bi tinê min divêt bibêjim: Van guhorînan guhorîn êxiste layê rewşenbîrî li nik Kurdan.
  2. Ji layê zimanî ve: Kurdî wekî Farisiyê û zimanên din yên muslimanan werar kir. Di vê werarê da kartêkirina zimanê Erebî li ser berçav e. Ji ber ku Erebî zimanê dînî bû. Mixabin çi deqên Kurdî yên kevin berî Îslamê yan li demê hatina Îslamê di dest me da nînin ku ev guhorîn û werara em behs jê dikeyn bo nimûne berçav bikeyn.
  3. Ji layê zanîn û hizrî ve: Digel hatina Îslamê mizgeft û medrese di nav Kurdan da belavbûn. Ev çende egereka serekî bû bo kêmkirina rêjeya nexwandevaniyê di nav Kurdan da. Her wisa belavbûna gelek reng û cwînên nû yên zanînan. Wekî zanînên şer'î: fiqih û tefsîr û hedîs û hwd. Zanînên wergêrayî wekî: felsefe û mentiq û hisab û kîmya û hwd.
  4. Ji layê edebî ve: Her çende çi deqên edebî yên Kurdî yên berî Îslamê û piştî hatina Îslamê jî bi demekê dirêj di dest me da nînin. Belê ji ber ku edeb dîtina mirovî bo jînê ‘eks diket. Dîn dîtina mirovî bo jînê diguhorît. Misoger piştî muslimanbûna Kurdan dîtina wan bo jînê hate guhartin. Bi vê guhartinê şêweyê hizirkirin û nivîsîna wan bo edebî jî hate guhartin. Ev çende di edebê Erebî û Farisî jî bo me berçav di bit.
Tiştê wekî xwe mayî piştî hatina Îslamê bo Kurdistanê nehatiye guhartin eve bû: Misoger vê çendê kartêkirina xwe hebûye li ser vemana zimanê Kurdî û newerarkirina zû bi lez.
* * *
Li dorên sala (650) zayînî dewleta Sasanî nema. Her li wî demî desthelata dewleta Romanî paşpaşkî çû. Bi vê çendê Kurdistan pêkve kete jêr desthelata dewleta Îslamî. Nêzîkî pêncî salan ji despêka jiyê dewleta Îslamî çi zimanên fermî yên dewletê nebûn. Li her cihekî zimanê dîwanan (ofîsên hukumetê) bi zimanê wî cihî bû yê berî Îslamê lê heyî. Paşî demê xelîfê Emewî Ebdulmelîkê kurê Merwanî hatiye ser hukmî (684-705 z) wî biryar da Erebî bibite zimanê fermî yê dewletê. Bi vê çendê Erebî bû zimanê dînî û siyasetê jî li dewletê hemiyê. Ji ber sîstemê hukmî yê dewletê li wî demî sîstemê merkezî bû. Mezinên hemî deveran ku digotinê: (walî) yan ('amil) ji layê xelîfe ve dihate hilbijartin. Pitir caran ne ji xelkê deverê bû. Dem bo demî ew dihate guhartin. Piştî Hatina Ebbasiyan jî bo ser hukmî bi demekî ev sîsteme her wekî xwe bû. Yanî: nêzîkî sê sed salan sîstemê merkezî yê bi hêz di dewleta Îslamî da dihate bikarînan.
Li vî demî hemiyê çi tiştê nivîskî bi zimanê Kurdî ne me dîtiye ne jî di jêderan da me bihîstiye ku hebûye. Ne bi tinê bi Kurdî belkî xwe bi Farisî jî. Li vî demî zimanê Farisî hate guhartin ji Farisiya navîn (Pehlewî) bo Farisiya nû (derî) û rênivîs jî ji xetê Pehlewî bo xetê Erebî hate guhartin. Destpêka peydabûna berhemên edebî bi farisiya nû herfên Erebî bo dorên salên (900 z) dizivirît. Ev guhorîna bi ser Farisiyê da hatî bi ser Kurdiyê jî da hatiye yan ne?
Ji ber nebûna çi berheman em neşêyn çi bersivan bideyn.
Li naverasta hukmê Ebbasiyan û ji ber zalbûna desthelata hindek kes û malbatên ne Ereb. Ew sîstema me behs jê kirî (sîstema merkezî) di dewletê da sist bû. Hindek Mîrnişîn di dewletê da (hindek caran bi destê dewletê bi xwe) çêbûn. Mezinên van Mîrnişînan pitir caran ji xelkê deverê bi xwe bûn. ji malbatên maqûl bûn û nedihatine guhartin. Ji ber ku hukmê wan (wekî yê xelîfe) ji babê bo kurî dihate veguhastin. Ev mîrnişîne her çende di nîv serbixwe jî bûn belê welaya wan her bo dewleta Ebbasiyan bû. Wan xwe nedihejmart dewleteka cuda. Li welatê Kurdan jî hindek ji van renge mîrnişînan (dewletan) hebûn. Wekî:
-Dewleta Dostkiyan (Merwaniyan) ku paytexa wan li Silîvan û Amedê bû. Hukmê wan ji sala 931 heta 1096 z. kêşabû.
-Dewleta Hesnewiyan ku bingehê wan li devera Şehrezûrê bû. Hukmê wan ji sala 941 heta 1095 z. kêşabû.
-Dewleta Eyûbiyan ku gelek welat li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê jî vegirtîbûn. Hukmê wan ji Selaheddînî dest pê diket (li sala 1173 z. ) û çiqê wan yê dûmahiyê ku çiqê Heskêfê bû heta sala 1524 z. mabû.
Belê tiştê berçav di van dewletan hemiyan da ew bû zimanê Kurdî her çende zimanê malbatên hakiman bu belê ew nebûbû zimanê fermî yê dewletê. Zimanê fermî her Erebî bû.
Çi berhemên edebî yê nivîskî bi zimanê Kurdî ji vî demî negehiştiye me. îro ne em dişêyn bibêjîn: Berhemekê bi vî rengî hebûnn e em dişêyn bibêjîn: Nebû. (eve eger em baba Tahirê Uryan bideyne layekî. Ewê ku heta vê gavê danûstandin li ser berhemê wî tête kirin).
Tiştê em dişêyn bibêjîn eve ye: Piştî peydabûna van dewlet û mîrnişînan li deverên cuda cuda yên Kurdistanê bizava ilmî û rewşenbîrî û edebî (bi zimanê Erebî) zêde xurt bû. Hejmareka mezin ya navên zana û edîban li Kurdistanê peyda bûn. Berhemên xwe yên ilmî û edebî bi zimanê Erebî (kêm caran bi Farisî jî) danabûn. Ew berhemên dewlemendî daye pertûkxaneya Îslamî. ji wan navan bo nimûne: Îbn-î Selahê Şehrezûrî, Miwefeqedînê Kewaşî, zanayên malbata Îbn-î Dirbasê Maranî, Îbn-î Xellîkan, Îmamê Îraqî û gelekên dî.
Têbîniyeka kurt li vê derê heye min divêt bîra xwandevanan lê bînime ve. Ew jî eve ye: Di vê diyardeya jêgotî da ku nebûna berhemekî nivîsî ye, zimanê Kurdî ne zimanê yekane ye. Belkî hêşta ziman hene bi vî rengî (Wekî Urdûyê bo nimûne) halê zimanê Kurdî hêşta ji yê wan baştir e.
* * *
Piştî peydabûna dewlet û mîrnişînên Kurdan yên cuda cuda. Piştevaniya Mîrên Kurd bo zanîn û rewşenbîriyê bi rêka vekirina medreseyan. Rêjeya nexwandevaniyê kêmtir lê hat. Hejmara zanayan ber bi zêdebûnê ve çû. Belê zimanê xwendin û nivîsînê bo demekê ne yê kêm Erebî bû. Digel Erebiyê zimanê Farisî jî wek zimanê edeb û rewşenbîriyê li Kurdistanê belavbû. Diyar e hîngê zimanê Kurdî bi tinê zimanê axiftinê û edebê filklorî bû.
Zimanê Farisî bi xwe jî piştî hatina Îslamê nêzîkî sê sed salan di cih da mabû û pengiya bû. Paşî li destpêka sedsala çarê dubare rabû ser xwe û demekî dirêj pê ve neçû zivirî ser hêza xwe ya berê belkî bi hêztir jî lê hat. Belkî wek çavlêkirin bo zana û edîbên Farisan. Hindek zana û edîbên Kurd jî (Belê piştî yên Farisan bi sê sed salan yan pitir) hest bi giringiya nivîsîna bi zimanê xwe yê dayikê kir. Ber bi vî rengê nivîsînê ve çûn. Bo çi?
Belkî ev çenda he ji ber çend egerekan bit. ji wan:
-Çavlêkirin bo zana û edîbên Farisan wekî me gotî.
-Ji ber hebûna hemaseta millî û te'esubba qewmî li nik hindek ji wan.
-Belkî armanca hindek ji wan ew bû dengê xwe bigehînine amiyên milletê xwe yên ku ji bilî zimanê Kurdî çi zimanên dî nedizanin.
Her çawa bit nîşan bo hindê diçin ku li sedsala panzdê zayînî (nehê mişextî) di nav Kurdan da hejmareka şa'iran hebûn şi'îrên hemasî vedihandin. Şi'îrên wan wek stiran li ser zimanê xelkî dihatine veguhastin. Şerefxan vê çendê bi aşkerayî vediguhêzît. Demê behsê Mîr Budaqê kurê Mîr Ebdalî diket. Belê ew navê çi ji wan şa'iran bo me venagêrît. Diyar e ji bêêqbaliya me bûye ew şi'îr nehatîne parastin û negeheştîne me.
Piştî hîngê Şerefxan hêşta bi rengekê aşkeratir vedigêrît ku li sedsala şanzdê zayînî jî şa'îrên Kurd hebûne xudan dîwan bûn. Dîwanên wan bi zimanê Kurdî bûn. Nimûneyê Şerefxan bi nav înayî Mîr Yaqûbê Zerkî bû. Ewê li sala (1579 z. ) mirî. Şerefxan dibêjt: Ew şa'irekê xudan dîwan bû. Dîwana wî bi Kurdî bû. Wî di şi'îra xwe da tewhîd kom kiribû. Belê mixabin dîwana wî jî negeheştiye me.
Eve rastiyekê bo me berçav diket. Ew jî eve ye dibit berî vê dîrokê jî berhem bi zimanê Kurdî hatibite nivîsîn belê ji ber kawdanên nexweş yên Kurdistan tê ra derbas bûyî ew berhem ji navçûbit û nemabit. Tiştekê dî jî heye me bo vê boçûnê paldidet. Ew jî eve ye: Tiştekê beraqil nîne şi'îra Kurdî bibit û êkser bi wî rengî bit yê em li sedsala dehê li nik Melayê Cizîrî dibînîn. Divêt ew di çend qonaxekan ra borî bit heta gehiştiye vê bilindiyê.
Edebê Kûrdî yê nivîskî ku peywendiyeka mukim bi ziman û rewşenbîriya Kurdî ve heye. Li destpêka peydabûna xwe bi du rengan bûye:
-Ew edebê hindek saloxetên edebê folklorî û hindek saloxetên edebê fermî di nav xwe da hildigirît. Eve ew edebe yê bi sanehî û sadeyiya xwe tête nasîn. Çunkî ew dûr e ji girêk û (te'qîda) lefz û me'nayê. Belkî Feqiyê Teyran baştirîn nimûne bit li ser vê çendê.
-Edebê fermî ewê li ser binaxeyên mukim hatiye avakirin, paldaye ser gelek hunerên rehwanbêjî û hizrên felsefî û kûr. Belkî Melayê Cizîrî baştirîn nimûne bit li ser vê çendê.
Dûr nîne şi'îra Kurdî li destpêkê demê ji qonaxa folklorî derbasî qonaxa fermî bûyî hemî ji rengê yekê bit. Rih û rîşalên xwe ji folklorî û edebê şe'bî (civakî) wergirtî bin. Paşî çiqên xwe bilind ber bi esmanî ve biribin.
***
Berî em behsê wan qonaxan bikeyn yên edebê Kurdî tê ra derbas bûyî heta gehiştiye demê me yê nûke. Me divêt behsê wê jîngehê bikeyn ya ziman û edebê Kurdî tê da peydabûyî. Da kartêkirina Îslamê û zanayên musliman li ser, bo me berçav bibit.
Di civaka Kurdan da her ji ser demê Ebbasiyan bigire û heta berî demekê ne dirêj jî nêzîk e bibêjîn cihê yekane yê bi karê nehêlana nexwendewariyê û belavkirina xwendin û nivîsînê radibû mizgeft û medreseyên dînî bûn. Li asêtirîn gundê Kurdan tu da bibînî mizgeftek heye û hejmareka zarokan hene li dor melayê mizgeftê kom bûne, xwe fêrî nivîsîn û zanînê dikin. Zanayên Kurd her wisa edîb û şa'irên navdar jî eger em jiyannameyên wan bixwinîn dê bibînîn destpêka wan li van cihan dest pê kiriye.
Rast e zimanê xwendinê li van medreseyên bi mizgeftan ve digirêdayî Erebî bû. Çunkî ew zimanê Qur’an û Sunnet û Şerî'etî bû. Belê aşkera ye her ji serî da zimanê şirovekirinê Kurdî bû. Heta demekî hindek zanayên medresê hizir li hindê kirî ku li şûna kitêb xurî bi zimanê Erebî bête nivîsîn. Paşî bi Kurdî bête şerhkirin. Ma bo çi ew şerha metnê Erebî yê kitêbê bi Kurdî nanivîsin. Hîngê bo fiqhî jî dê bi sanahîtir bît. Bo melayî jî dê xweştir bît. Li ser vî binaxeyî hizra nivîsîna hindek kitêbên rêzê bi zimanê Kurdî peyda bû. Yekemîn nav di vê delîveyê da bi berçavên me ketî navê Mela Eliyê Teremaxî ye ewê li sala hizarê hicrî (1591 z. ) kitêbeka Kurmancî li dor ilmê serfa Erebî danayî.
Li dûv zanîna heta îro bi dest me ketî ji vê dîrokê were Kurdî wek zimanekê ilmî û perwerdeyî li medreseyên Kurdistanê hate qebûlkirin. Me'na: Yekemîn car Kurdî wek zimanê ilmî û perwerdeyî hatiye bikarînan li serê sedsala yanzdê hicrî (dûmahiya şanzdê zayînî) bû. Cih mizgeftek ji mizgeftên devera Muksê bû ewa hîngê ser bi welatê Hekariyan ve. Lehçe lehçeya Hekariyan bû.
Em nizanîn kanê berî vê dîrokê Kurdî wek zimanê ilmî û perwerdeyî hatiye bikarînan yan ne? Ji ber ku çi nimûne di dest me da nînin. Belê tiştê misoger ew e zimanê Kurdî berî vê dîrokê bi nêzîkî dused salan wek zimanê edebî dihate bikarînan. Wekî borî digel me.
Eger em berê xwe bideyne wê jîngehê ya zimanê Kurdî wek zimanekî edebî lê peyda bûyî dê bînîn ew jî her ew jîngeh bû yê zimanê Kurdî wek zimanê ilmî û perwerdeyî lê peyda bûyî. Meqseda me pê mizgeft û medrese ne. Li vê derê rastiyeka dîrokî heye kes neşêt haşatiyê lê biket. Ew jî eve ye: Qenciya Kurdîkirina zimanê edebî û ilmî li Kurdistanê berî her kesekî bo destekekê ji melayên mizgeft û seydayên medreseyên dînî dizivirît. Ew desteka pêdiviye em wek xebatker berê xwe bideynê. Ji ber ku ew li demekî hatin û berê xwe dan nivîsîna bi zimanê Kurdî gelek kesan hizir dikir ne zimanê xwendin û nivîsînê ye. Heta ev hizre ketibû serê gelek zanayên Kurd bi xwe jî.
 Li wî demî bazara Kurdiyê çi rewaca xwe nebû. Lew hindek kesên hesteka Kurdî jî heyî (Wekî Şerefxanê Bidlîsî) berhemê xwe bi Kurdî nedinivîsî. Li wî demî cîlekê (nifş) zanayên dînî ew ên xelkî bi çavê pîrozî û qudsiyetê berê xwe didayê wekî: Melayê Cizîrî, Şêx Eliyê Herîrî, Feqiyê Teyran, Şêx Şemseddînê Exlatî û gelekên dî. Wan bi vî karê xwe du rastî berçav kirin:
Ya yekê: Kurdî jî wekî her zimanekê dî zimanê ilm û edebî ye. Mumkîn e nivîsîn pê bête kirin.
Ya duwê: Guneh nîne mirov bi Kurdî binivîsit . Nivîsîna bi Kurdî dîndariya xudanê xwe kêm naket.
Divêt ji bîr nekeyn ku bi hêzkirina zimanî û berhevkirina wî erdê (teqebbula zimanê qewmî) biket. Ya ji min ve pêngava yekê bû rê bo bizava rizgarîxwaza Kurdî berhevkirî. Evê bi tinê zanayên dînî bûn pê rabûyî.
Li vê derê çend meselên girîng hene divêt bi kurtî te’kîdê li ser bikeyn:
  1. Mizgeft cihê yekê yê danana (turasê (çanda) me yê ilmî û edebî) bû. Zanayên dînî bûn bi vî karê mezin rabûn. Delîl li ser vê çendê eve ye: Hemî şa'ir û edîb û zanayên me zanayên dînî bûn û derçûyên mizgeftan bûn.
  2. Mizgeftê dewrekê (roleka) mezin di parastina kultûrê me yê jêgotî da hebû. Her mizgeftekê bi dehan destnivîsên Kurdî hewandi bûn. Ne bes hinde belkî ev hewandine bûbû egera hindê ev kultûre di çavên xelkî da bibit e tiştekê pîroz û bi biha. Vê dîtina he karekê îcabî li ser parastina wê hebû.
  3. Mizgeft cihê yekê yê kurdîkirina (bernameyên xwendinê) bû. Zanayên dînî yekemîn kes bûn hizir di kurdîkirina hindek ji wan ilman da kirî yên feqiyan li mizgeftan dixwendin. Berhemê Mela Eliyê Teremaxî û Ehmedê Xanî û Mela Xelîlê Sêrtî û Mela Yûnisê Erqetînî. Baştirîn nimûne ne li ser vê çendê.
Ji bilî mizgeftê li çi cihên dî ders bi Kurdî nedihatine gotin. Hindek medresên mîrî li hindek bajêrên mezin yên Kurdan hebûn. Belê xwendin lê bi Erebî û Tîrkî û Farisî bû.
***
Li dûmahiyê em dişêyn kartêkirina Îslamê li ser edebiyata klasîkî ya Kurdî di çend xalekên kurt da kom bikeyn:
  1. Peydabûna medîheyên dînî: Ew hindek şi'rin di medîha Pêxemberî da (Silav lê bin) têne vehandin. Ne gelek dirêj in. Peyvên wan di aşkera û bi sanahî ne. Ji şa'irên medîhan bo nimûne: Melayê Bateyî û Ehmedê Nalbend.
  2. Peydabûna vehînokên dînî. Di babetên cuda cuda da. Wekî eqîde û adab û fiqih û babetên zanistên şer'î da. Wekî bo nimûne: Eqîdenameya Xanî û Nehcu-l En’ama Mela Xelîlê Sêrtî û Sir’ul-Mehşera Feqî Reşîdê Hekarî û Toba elzemana Mela Mihemedê Heldewî.
  3. Peydabûna vehînokên sîret û jiyannama Pêxemberî (Silav lê bin) û sehabiyan. Wekî: Mewlûdnameya Bateyî û Gulzara Şêx Tahirê Şoşî.
  4. Peydabûna vehînokên exlaqî yên ku exlaqê paqij li ber xwendevanan şirîn diken. Wekî Zenbîlfiroşa Miradxanê Bayezîdî.
  5. Peydabûna şi'ra sufiyatiyê. Wekî Melayê Cizîrî û Şêx Şemseddînê Exlatî û Şêx Nûreddînê Birîfkî.
 
Nûbihar, Jimar: 121, Sal: 2012, Payiz
Tehsîn Îbrahîm Doskî
Wergera ji tîpên Erebî: Kerem Lêwînî

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook