|
Keda Þêx û
Meþayîxên Me
BAMED SERDAR
Bûyerên li vî welatî, pirsgirêkên gel, di
dema berê de, bi þêx û meþayix, alim û zanayên
gel dihatin çareserkirin. Lê rastîya herî rast
jî ev bû; dema bûyer û pirsgirêkên gel, li ser
destê þêx û meþayix û mirovê salih dihatin
çareserkirin, heta dawîya dawî jî, êdî li ser wê
biryar û serîkirina wan mirovên salih dima. Êdî,
ew kesên alîgirên wan dozan, li ser soz û
biryarên xwe diman. Meriv dikare mînakekê ji
Mele Kemalê Emerekî bide. Li gorî ku Mele Kemalê
Emerekî digot:
— Li Serêkanîyê1 bûyerek çêbibû. Mixtarê
Serêkanîyê Zekîyê Bêrtî zilamek ji Xanîsora
Omerîya kuþtibû û yek ji wan jî birîndar kiribû.
Ji bo ku ev fesadî û nexweþîya di nava
wanmirovan çareser bibe; ez, Mele Ebdulcelîlê
Kermêtî2 û Axayê Omerîyan Mihemed Axa û hinek
kesên din jî, bi Seydayê Þêx Ebdurrezaq3 re,
mekîneyek tije, em çûne Serêkanîyê. Bi Seydayê
Þêx Ebdurrezaq re, em li mala Zekîyê Bêrtî peya
bûn. Em derbasî hundirê mala Zekîyê Bêrtî bûn.
Pîþtî demekê Seydayê Þêx Ebdurrezaq sedema
hatina xwe vekir û got:
—Xwedayê teala kuþtina mirovan li ser mirov
heram kirîye... Wazê seyda pir dirêj bû û
berdewam kir... êdî meriv dizanîbû ku heybeteke
îlahî xwe berdabû ser me. Em tev sist bibûn.
Seyda dawî li peyva xwe anî û got:
— Zekî we zilamekî xelkê kuþtîye û we yek ji wan
jî kirîye nîv însan, me bi zorê ji bo çêkirina
dawê, derîyê dawê li wan vekirîye. Zekî ka hûn
çi dibêjin? Zekî hinekî xwe da hev, xwe rast
kir. Bi dengekî neçar got:
—Ez qurban þerîtê bavêjin esmana û bavêjin
qirika min û bavêjin qirika her pênc birayên min
jî. Jibilî not hezar benqenot pêv ez nikarim
biqedînim. Heftê benqenot ji ê mirî re û bîst jî,
ji yê nîv însan re. Kirin, kirin; nekirin kê me
li kû kuþt bila bikujin. Ev ji me diqede ez
qurban! Seydayê Þêx Ebdurrezaq bi nermayî li
dora xwe nerî û hinekî rawestîya bêdeng ma.
Piþtî kêlîkekê, ji me re got:
—Rabin em herin.
Em li mekînê siwarbûn, em ketin rê. Em çûne mala
Hecî Qado (bavê zilamê kuþtî). Mala Hecî Qado
tije mirov bûn, Mala Silêmano û mala Taþler tev
li wir kom bibûn. Hecî Qado û ew malanan mervê
hev bûn. Seydayê Þêx Ebdurrezaq dest bi peyvê
kir û hinek wa’zên li ser efûya Xweda rawestîya.
Li ser lêborîna ji bo Xweda peyivî. Gelek wazên
bi bandor kirin. Wa’z û þîretên seyda pir bi
bandor bûn. Mirovên rûniþtî, her çiqas kezeba
wan î beþerî ji kuþtinê þewitîbû jî, Seyda bi
wa’zê xwe, êþa kezeba wan hinekî sivik kiribû.
Dilên wan ber bi eþqa Xwedê vekiribû. Di dawîya
wa’z û þîrêtên xwe, xwest ku bibhîze bê ka
xwesteka xizmên kuþtî çîye. Pîþtî pirsa seyda,
bavê kuþtî Hecî Qado li gorî þertên usûlê got:
—Ku sed û pêncî hezar hebe êmê dawê çêbikin
qurban. Gotina Zekîyê Bêrtî û xwesteka Hecîyê
Qado pir dûrî hev bû. Piþtî gotinên Hecî Qado,
Seydayê Þêx Ebdurrezaq dîsa peyivî û peyv hinekî
bi bandortir kir got:
—Ez ji mala Qopê4 me. Lawê apê min, ev bû heft
sal stêrk nedîtine. Pismamê min, her roj, berîya
ku roj harê ava çeka xwe hildigire û dikeve
hundir û derîyê hundir li ser xwe digire, da ku
dijmin wî nekujin. Heya sibehê dijminên wî, wî
dorpêç dikin, da ku wî bikujin. Pîþtî van
gotinên Seydayê Þêx Ebdurrezaq, Hecî Qado got:
—Bîst hezar nelazim qurban. Seydayê Þêx
rawestîya, çavên xwe girtin û biqasî pênc deqîqa
çâvên wî girtî man û sê caran serê wî kilbû (hejîya).
Dema meriv li seydayê þêx dinêrî meriv dikete
peroþîyekê (heyecan). Lewra dema çavên seyda
girtîbûn, meriv têdigihiþt ku ne di rewþeke
asayî de bû. Ketibû halekî cuda. Meriv di xwe de
jî ferq dikir ku giranîyek hebû. Seyda dîsa bi
nermayî û bi dengekî zelal, dest bi gotinê kir û
got:
—Heq we bizanîba, ku erwahên sadatan bê çiqas
çûn û hatin, ku we bizanîbûna we yê ev dawa
çêbikirana...
Pîþtî vê gotina Seyda, muyê canê wan kesên li
hundir tevan bûne mîna bizmaran û kela gîrî kete
qirika wan. Qûrîn û kuzînî bi Heci Qado ket û
got:
—Ez qurban lawê min berxek bû, min ji sadatan re
serjêkir. Seydayê Þêx berê xwe da Hecî Qado,
mîna ku nexwest neheqî jî li Hecî Qado bibe, got:
—Na em hatine ku em dawê çêbikin.
Pîþtî vê gotina seyda Hecî Qado dîsa xwest ku
hinekî din jî kêm bike heqê xwînê, got:
— Sîh hezar din jî nelazim qurban.
Seyda got :
—Mele Ebdulcelîl, îca dora te ye.
Mele Ebdulcelîl ji ber ku ji Omerîyan bû, ew
malbatana ji berê de nas dikirin. Piþtî çend
wa’zan got:
—Heyran, min ked pirr bi we re dîtîye, deh
hezaran bidin xatirê min jî. Hecî Qado sekinî
mîna ku bêje îro roj roja camêrîyê ye. Bi
helwesteke serbilindî got:
—Me deh hezar da xatirê te jî seyda. Mele
Ebdulcelîl berê xwe da Mihemed Axa û got:
—Îca ma Mihemed axa. Mihemed axa piþta xwe
hinekî ji balîfê kiþand, mîna ku bibêje çend
gotinên meyî dinyayi jî henin û got:
—Þêx xalên axa nin. Axa jî xwarzîyê þêxan nin.
We xatirê þêxan girt, we xatirê me jî girt.
Xatirê min eve ku hûn vê dawê bi rastî çêbikin.
Dema ku hûn vê dawê bi rastî çêbikin, wê xatirê
me jî bê girtin. Ku hûn çênekin û bêbextîyan
bikin, ezê wê demê pêl we kim. Xelkên we û
xelkên min, ez ji xwe re bi axatî qebûl kirinin.
Bavê we jî bavê min bi axatî qebûl kiribû.
Xalanên min yên Þêx, ez bi xwe re anînin ser
dawa we.
Piþtî gotinên Mihemed axa, mala Silêman û mala
Taþler ciwanên xwe derxistin derve û hatingotin:
—Axa xatirê te jî hate girtin. Kêfxweþîyekê xwe
berda ser rûyê mirovan. Hewayek aþtî û biratîye
bi hênkayîya dilên mirovan xwe delalî dikir li
wê odê. Odeya ku bibû civîna sadat û erwahên wan.
Ev bûyer berî aniha bi sîh û pênç sal berê bû.
Bi bereketa Xweda û bi bereketa sadatan heya
aniha, herdu alîyan jî, ti zerar nedane hev.
Têbinî:
1. Serêkanîyê: Wê demê gund bû. Aniha bûye navçe,
girêdayî Rihayê ye.
2. Mele Ebdulcelîlê Kermêtî: Xelîfê Þêx Mehsumê
Xizna ye. (Rehîmuhullah)
3. Seydayê Þêx Ebdurrezak (Qedesallahu sirrehu):
Xelîfeyê Þêx Ehmedê Xizna (Qedesallahu sirrehu)
bû. Aniha merqeda wî, li Qoser navçeya Mêrdînê
ye. Gelek alimên ku li cem xwendibûn û ew
dîtibûn dibêjin, Seydayê Þêx Ebdurrezaq xwedîyê;
sýdq, adalet, hilim (teniktî-mîna, þecaet/cesaret
bû.
4. Qopê: Navê wî Þexmûsê Keye ye. Li herema
hilêla girêdayî Þemrexê bû. Di dema xwe de bi
mêranî û bi mêrxasî nav dabû.
|