|
Ne Dihat Bîra
Me Ji Hev Qetandin
RUSTEM ZALL
rustemzall@hotmail.com
Heval!
Niha qasêk dikanim bigrîm azad im
Û ti hêsrên çavan nikarin agirê hundirê min
vemirînin
Baran çiqas bibare jî ser da
zanim gunehên min pak nabin ger nebe rihma Xweda
hevdîtina me ma li dinêkek din
Û tu li kû dibî bibe
Bira di dinêya te da tim cîyek ji min re hebe.
Hîna em pir piçûk bûn. Nedihat bîra me
jihevqetandin. Mixabin, qetandin û cudaketin
qedera me bû. Em di nav lîstikên xwe de wenda û
çavên me di xewa zarotîyê de bûn. Her kesî bi
çavên melekan li me mêze dikir. Kesî nedîbû
þeytanan û gunehan çer/çawa em girtine hembêza
xwe. Pir derbas nebû ew soxîna em jê ditirsîyan
hate serê me.
Nizanim îro bû çend sal. Nizanim kengê ev birîna
bê derman li min peyda bû. Min çi zanîbû ewqas
giran e jihev dûrketin.
Tu bi dû armancên xwe ketî, ez bi dû armancên
xwe. Bayê daxwazan em ji hev dûrxistin. Kengê
tête bîre min ew rojên zarotîya me, xwîn ji dilê
min, hêsir ji çaven min dilop dilop xwe berdide
jêr.
Em bi heve hatibûn girêdan. Ez diketim tu
dihêþîyayî. Tu digiryayî ez dibûm hêsirên çavê
te. Ger min neîstana, lîstika te diherimî. Me
nizanîbû bê hev tiþtek bikirana.
Û min kulîlkên bûkzavayan hew ji bo te diçinî.
Tu xeyalperest bûy. Geh li stêrkekî te ji xwe re
malek çêdikir. Geh li keþtîkî suvar dibûy û di
behran de wenda dibûy. Bi pilýnga re dibûy heval.
Te digot bira hemû daxwazên min werin cîh. Belkî
loma ewqas te ji zarokan hez dikir. Lewra zarok
di dinêkek nerest de dijîn. Xwestekên wan bi çi
hewayî be tête cîh. Te ji xwe re di nav dewleta
daxwazên xwe ê masûm de keleyek çêkiribû û tê de
bibûy padîþah. Te ji min bêhtir zanîbû ew
dewleteke xewn û xeyalaye û bi þîyarbûna te ewê
hilweþe. Loma te newêrîbû çavên xwe ji xwe
vekirana.
Xeyalên min jî hebûn. Hima min dizanîbû ku du
dinê hene ji her kesekî re. Yek di nav hemû
restî û zorîya xwe de ew dinêya em bi însana re
mecbûrin têkevin têkilîyê û bi hev re bijîn. A
din ew dinêya min a ku min ji herkesî veþartibû.
Di nav xeyalan de li ser ewr e. Kenga tenê
bimama hêdîka berjor dikiþîyam. Dûra ji xew
þîyar dibûm û diketim nav rastîyan.
Û me di xeyalxaneyên xwe de cîyên herî baþ dida
hev. Pir cara min tu jî bi xwe re dibirî ser
ewra û min hîs dikir ku kînga tu diçûy xeyalxana
xwe min jî bi xwe re dikî heval.
Qetandin... dûrketin… wendabûn…
Çi navên nexweþ in. Çi þûrên tûj in. Mere ji kûr
de dihêþînin. Axek dibe hezar ax. Kulên di zikê
însan de di xew de ne bi van peyvan radibe ser
ninga. Sînga însên ditengije. Bêhn naçe nayê.
Xewn û xeyal radiben ser xwe. Dinêya fireh ji
însan re teng dibe. Ew jîyana bihar niþkave dibe
sar û sermaya zivistanê. Di havîna jîyanê de
berf dibare ser hêstên bêçare de.
Çiqas xweþ gotîye þaîrekî; “Ger ji dost û yarê
qetandin/cedaketin nebana, mirinê rê nedidî ku
were xwe bigîne rihê me.”
Çi ecela te hebû, te ewqas zû rê ji mirinê re
vekir.
Nîha em jihev pir dûr in. Çavê min li rêya te.
Tu lî welatê dûr û wenda.
Car jî di bin bandora hêstên xwe ên mazlûm de me.
Him jî li bajarekî xerîb û jî te dûr im. Ne
bêhna nêrgîz û sosinan heye, ne kulîlka
cinnetcahnimê. Ne nançûçik hêþin dibe li vir ne
jî çîyakî kulîlkên bûkzavayan lê vebin hene.
Tiþtekî min bi mane bike tineye. Hew bîrenînên
minê rip û rût û xeyalên min ên bê rih mane bi
min re. Dibê qey wekî din derdekî min tineye,
min dev ji her tiþtî berdaye û ez li cîyên tu lê
tineye li te digerim.
Niha min çiqas dixwest hêstên xwe jî bona te
binivsînim. Weke hespeke bend qetandî, an jî
weke salnamekek/teqwîmek pelên wê êdî þûnda
nayên ji destê min diçû umrê min. Ez jî nizanim,
di hindirê kîjan roj û kîjan mehê de ji bona te
ketime rê û þopên wenda. Hestên min bê mane û
tevlihev, car jî li te digerim.
Dilê min kû da biherike, çavên min li kû
bimeyîzîne, ningên min bi kîjan alîyî ve biçe,
hiþê min li kû xwe wenda ke, bi zanebûn an jî bê
zanebûn, li her cîhkî û di her demê da li te
digerim.
Nizanim ev evîna min a bêmane ya çenda ye ez dev
jê berdidim û bi dû te dikevim.
Dîtîna te ne hêsan e ez dizanim.
Lewra tu ji Adem re Hewwa bûy
Û li serê dinê wenda bûy.
Ji Mecnûn re Leyla,
Ji Yûsûf re Zuleyxa.
Ez di bin tofanê de mam,
Tu di kêþtîya/gemîya Nûh de. n
|