|
Rovî û Dîk
SEYDA RONAHÎ
Rojekê ji roja; Rovî birçîna ra, bûbû mîna gêja Got: “Ez çi bikim, çi nekim, Bi vî zîkê birçî nikarim plana çêkim Ezê herim, bizîvirim, bigerim Qey rasta neçîrekê werim. Nêzikî li gund kir li dorhêla nêrî, Dî ku dîkek li ser darê diqîrî. Hate nêzîk û silav lê da, Xwe kire hevalekî canfêda. Got: “Hevalê dîk, were dakeve jêr, Ez çavê te ramîsim têre têr. Îro cejn e, dahatîye li nav me aþitî, Herder bû rindî û geþtî. Min ramîsa çavê pir wehþî, Bi dilekî pak û bi vî mehþî” Dîk fêm kir, xirab e nêta rovî “Seydayê wehþ û kûvî” Dîk got: “Bi vê gotina te dil coþ bûm, Min bibexþîne ez pir þaþ bûm. Çend deqqa li min bike sebir, Reþayî heye li nav erdê kepir. Tê tajîyek û du nêçîrvan; Dikin bighêne me, heman heman Emê bigrin dîlana xwe helkin Cejna aþitîyê tev pîroz kin.” Rovî dî ku, ev rewþa ne rewþeke baþ e, Þirtikê çima bidim ber serê nêþe Rovî got: “Ez xwedî þixûl û kar, Her ku ez bimînim ji min ra zerar. Dem demake teng e, Êvar e li min dereng e Ezê nuha herim, Bi xêr û xweþî careka dî li te vegerim. Mîna dîk nêçîrvan û tajî Ku piþt bi hev da me jî Li hember me nedisekinî gur û rovî Çavê me li rê nedima bi hêvî…
|