|
Jiyana Mirov û
Þeveqa Serkeftinê
MUCTEBA BARAVÝ
Pirsgirêka rojê ya herî mezin a di warê fikrê
de, ew valahî û nakokîya di navbera daxwaz û
jîyankirina wan de ye.
Ziman gelekê cara ji berdevkîya heþ û berhemên
heþ bêtir ya xeyal û asîmanên wê yê xemilandî
dike.
Ji bo ku heþ berheman bide, divêsedemên xwe yên
berbiçav hebin û divê ku pêlikên gihaþtina
armancê yeko yeko pê bike.
Ev yeka hanê ne ewqasa hêsan e û nabe nesîbê
gelek kesan.
Lê kî xwe li berdevkîya xîyalan deyne, ew yek
hêsan e û pêwîstî bi tu pîvanên heþmendî jî
nîne.
Di cîhana xîyalan de dikare her tiþtî bixwaze û
her tiþtî bike; bê ku kesek hesabê kirinên wî jê
bipirsin û bê ku li astengan rast were…
Cîhan li wê derê bêsînor e û dinyayên avabûna
wan li derveyê derfetên heyî bi hêsanî dikarin
ava bibin.
Gelek xwestekên bi navê fikr û ramanan tên gotin
û daxwazkirin, di rastîyê de tenê xwezîpêanîn in
û tu rûmeteke xwe jî tunin.
Her wekî me li jor jî got, tu asteng jî di
xwezîpêanînê de tuneye; lê divê em zanibin tu
rûmeta xwe jî tuneye.
Xweþkirin û kirin, du tiþtên ji hevûdu cihê ne.
Behsa avakirina cîvakeke îdeal, dikare di çend
saetan de bê kirin, lê sazkirina wê bi salan
belkî bi sedsalan e.
Bidestxistina hin malûmat û zanistên jîyanê heke
çend rojan bigre, xwe li gorî pêdivîya wê
zanistê perwerdekirin karê meha û sala ye.
Yek dikare navê psîkolojîyên bi mirov re heye di
demeke kurt de bixwîne lê naskirina wan û li
gorî wan bi mirovan re tevgerkirin û danûstendin
pêvajoyeke dûvdirêj e.
Nepejirandin ûamadekirina alternatîfan jî du
nakokîyên nêzîkî van nakokîyên em dikin in.
Mirov dikare pozê xwe ji gelek tiþtên heyî re
bilind bike û xeletîyên wan bibîne, an
rêxistinan gunehkar bibîne û xeletîyên wan li pê
hevûdu rêz bike; lê qe jî ne hêsan e ku mirov
bikaribe alternatîfekê ji ew tiþtê ku mirov
rexne dike re, di jîyana rasteqîn de amade bike.
Ev yek mîna dema avakirin û xerakirinê ye.
Avahîyek dikare di rojekê de ji hêla kesekî ve
bê hilweþandin lê ji hêla bi dehan kesan di
hukmê mehan de bi zorê tê avakirin.
Heke mirov ji asîmanên xeyalan dakevin û
bixwazin daxwazên xwe bi rêka heþ bînin kerteke
maqûl ku di jîyana rasteqîn de jî derfet
jibicîhanîna wan re heye, dê wê gavê dev ji
sloganan û gotinên ku dilê wan dixwaze berdin û
þert û mercên jîyanê bidin ber çavê xwe û zimanê
xwe li gorî gavên xwe yên ku di jîyanê de
diavêjin an jî dikarin biavêjin bilivînin. Ji
ber ku tim jîyana rasteqîn -ku li ser pêlikên
sebeban hatîye avakirin- li ber çavê xwe digrin
fikr û gotinên wan jî dê rûmete xwe hebin û di
jîyanê de bibin xwedîgiranîyekê; welew ku
fêdeyekê nedin xwedîyê xwe dê karibin ronahîyekê
bide kesên bi liv û tevger ku bikaribin çêtir û
rastir tevbigerin.
Kina gotinê, divê newala di navbera gotin û
kirinê de vebûye bi taybetî gotina ku mêweyê
xeyalan e zû bête dagirtin an na dê gelek kes li
ser navê fikrê jîyana xwe di asîmanên xeyalan de
telef bikin bê ku tu encam jê were girtin.
Belê bêgûman dê mîna zarokan li ser qûmîstanê
xanîk û projeyan ji xwe re saz bikin, lê belê ew
proje avahîyawan, tenê heta rabûna bayekî an jî
pêlekê ku dê bi ser de were dikare bimîne.
Li hinda evdan jî û li hinda Xweda jî tiþtê herî
nexweþik tê dîtin, gotinên ew kesên ne xwedîyê
gotinên xwe ne.
Em ji Xwedayê pirkerem, hêvîya gotina bi hîkmet
û zanebûn, û serkeftina bicîhanîna gotina ku
mêweyê hîkmet û zanînê ye dikin! 2006-03-16
|