|
Ji bo
Edebîyata Trajîk Nimûneyeke Baþ: Mijabad
ZILKÎF XWEÞHêVî

Trajedî yan jî tragedya têgeheke þanoyê ye her
weha beþek ji þanoyê ye ligel komedyayê. Dîroka
vê peyvikê digîhije 6000 sal berîya zayînê.
Trajedî ji herdu peyvên tragos(bizin) û oîdîa(stran)
pêk tê ku tragoîdîa tê wateya “strana bizinan”.
Ev nav ji ber di þahîyên Dîonysos(1) de
beþdarvanên koroyê ku þeklên wan ji navokê jêr (ji
van peykerên wisa re “satyr” tê gotin.) dimîna
gîskan derketîye. Ev peyvik ji wê demê heta evro
maye lêbelê di wateya wê de guherîn çêbûye. Îro
peyvika trajedîyê ketîye jîyana rojane û pir kes
vê peyvikê bikartînin. Di zimanê rojane de
trajedî di wateya bêçaretîya bi êþ û azar de ye,
di edebîyatê de jî nêzîgê vê wateyê de tê
bikaranîn. Lehengên berhemên edebî ku di navenda
bûyera edebî de ne eger di nav du tercîhên jihev
xerabtir de bimînin û ji neçarî yekê tercîh
bikin û berhem bi vî rengî temam bibe ev tiþt
dibe trajedîya edebî; dîsa eger dawîya lehengan,
berhema edebî de bi kambaxî bi encam bibe her
weha bûyera navendîya berhemê jî bi vî rengî
temam bibe ev jî dibe trajedî.
Gava mirov li edebîyata kurdî dinihêre li rastê
edebîyatek seranser trajîk dibe. Edebîyata devkî
ya kurdî bi taybetî stranên dengbêjan piranî li
ser çîrokên trajîk in her weha meqam û rîtma van
stranan jî di rengê girîn û hewarê de ne.
Nimûneyên vê babetê gelek in û hêjayê xebateke
serbixwe ye. Li alîyekî din þahesera kurdî “Mem
û Zîn” berhemeke trajîk e. Cenabê Xanî bi
hostatîyeke pir mezin trajedîya evînîya Mem û
Zînê bi trajedîya miletê kurd ve hunandîye û
esera xwe kirîye yekemîn berhema trajîk di
edebîyata kurdî de.
Binyadên Berhemên Trajîk:
Eger mirov li þopên trajedîyê bigere digihîje
destpêka jîyana dinyayê ku li gorî bawerîya me
bi Adem û Hewayê dest pê kirîye. Ji bihiþtê
derxistin li dinyayê awarebûn trajedî ye, dîsa
di pirtûkên pîroz de trajedîya hin kes û civatan
bo þîret jê girtinê hatîye behskirin. Tewrat di
alîyek de seranser trajedîya Ýsraîlîyan qal dike
ku ev îzahatên di Tewratê de motîvasyoneke pir
xurt e ji bo Ýsraîlîyan. Quran behsa qewmên
qelandî dike ku ew ji rêþaþîya xwe tuþî gelek
karesatan bûne. Dîsa di lîteratura dînî de
rabûna qîyametê nîþan dide ku dawîya dinyayê jî
trajedî ye. Gelek eþkera ye Xwedê bona ku peyama
xwe baþ bi mirovan bide famkirin behsa trajedîya
qewmên qelandî û derbasbûyî kirîye ku
kartêkirina wî li ser mirovan gelek e. Xuyaye
mebesta behskirina trajedîyê û wateya wê bi
þiurkirin û bîrewerkirina mirovan e.
Eger mirov li berhemên edebîyên cîhanî yên pêþî
binihêre dîsa trajedî derdikeve pêþberî mirov.
“Romeo û Julîyet”a Shekspeare, “Faust”a Goethe
berhemên serekene her weha “Leyla û Mecnun” ku
cografya Ýslamê de bi hemû zimanên miletên
musluman wek mesnevî hatîye nivîsandin berhemeke
trajîk e. Belê eger em vegerin ser pirsîyara xwe,
derdikeve meydanê ku berhemên trajîk li ser êþ û
azara þexsî, civatî, neteweyî û mirovahîyê ava
dibe. Evîna neçara Romeo û Julîyetê, Leyla û
Mecnunî, Mem û Zînê, Faust û Margarettayê wek
êþa derunîya hemû mirovan bi qelema hostayên
mezin paydar bûne. Her êþ her karesat hem ji
bona þexsan hem ji bona miletan her çiqas kavilî
û derbederî bînin jî li dû xwe derfet û keysên
mezin jî dihînin. Nivîskar û helbestvan wek
wijdan û heþê miletek yan jî hemû mirovahîyê êþ
û azara ku dîtine yan jî þahidîya wê kirine bi
dehayeke mezin di çarçova qaîdeyên berhemên
edebî de pêþkêþê beþerîyetê kirine. Vê rastîyê
Seydayê Xanî wisa raber dike: “Þerha xemê dil
bikim fesane/ Zînê û Memê bikim behane”
Em weku milata kurd bi taybetî vê sêsed- çarsed
salên dawî de ku jana wî hêj jî berdewame tuþî
gelek karesatan bûne û di dîroka mileta me de ev
serdem hêja ye ku mirov bibêje serdama trajedîyê
ye. Ji bo bidestxistina azadîyê serhildanên
bêjimar, çewisandin, þewitandin, koçberî, sirgun,
enfal, Helepçe û xewna þikandî Mehabad…Belê
mileta me van karesatan bi têra xwe dîtîye
wêranbûn derbederîyê heta hestîyê xwe hîs kirîye
lê mixabin ji van karesatan qasê ku jê tê
hêvîkirin îstîfade nekirîye. Her çi qas sîya van
karesatan li ser serên me, têna wan di laþên me
de, bîranîna wan di dilên me de bin jî ; me vana
wek berhemên edebî dernexistîye meydana edebê.
Yanê me trajedîya xwe raberî wijdan mirovahîyê
nekirîye her weha me ji mileta xwe re nekirîye
hiþyarî û ronahî. Erê Ehmedê Xanî li gora dema
xwe wek kesekî anakronîk þaheserek dîyarî miletê
xwe kiribe jî vê “bîd’eya” wî nehatîye
berdewamkirin. Belam van salên dawî de berhemên
hêvîdar ji alîyê helbestvan û nivîskarên kurd ve
têne nivîsandin. Yek ji vana jî di bawerîya min
de romana Jan Dost “Mijabad” e.
Wek Romaneke Trajîk: Mijabad
Mijabad 2004’an de li Amedê ji alîyê weþanxana
“Belkî” yê ve hatîye weþandin. Di serî de berga
pirtûkê hêjayê pesnêye xuyaye çêkerê bergê,
romanê baþ fam kirîye û wek hunermendekî
naveroka romanê li ser wêneya bergê neqiþandîye.
Li ser zevîyeke keska berdar fotografê meþhur ê
ku Komara Mehabadê tê îlankirin.( Sê kes li pêþ,
alaya komarê hildane li pey wan, di serî de Mela
Mistefa Barzanî û civateke mezin bi rêzê
rawestîne.) Li jorê perspektîfa zevîya kesk de
ezmaneke ewr tahl û di nava ewrên tahl de sê
masîyên kesk û sor melevanîyeke xeyalî dikin.
Mirov dikare bibêje ku Mijabad harmonîya
trajedîyê ye. Di romanê de trajedîya þexsî,
neteweyî û trajedîya mirovahîyê bi hostatî li
hev hatîye hunandin. Her çiqas mijar li ser
bûyereke neteweyî be jî romannus lehengên romanê
qurbana mijarê nekirîye, yanê êþa evînê qurbana
hestên neteweyî nekirîye ev jî ji bo romanê
xaleke erênî ye. Em dikarin di romanê de unsurên
trajedîyê bi vî þêweyî raber bikin:
Mijabadê de Trajedîya Evînî û Þexsî:
Badînê Amêdî: Yekemîn lehengê romanê ye û roman
ji bîranînên wî pêk hatîye. Badîn hem mexdûrê
evîneke dijwar û bêhavil e hem jî sêwîyê
trajedîya netewî ya kurd e. Kalikê wî Mela Qadir
ji ber doza neteweyî ji alîyê Osmanîyan ve tê
darde kirin. Bavê Badîn Unisê Amêdî jî beþdarî
Þoreþa Þêx Mehmud Berzencî dibe û þehîd dikeve.
Badîn bavê xwe nedîye her weha ji ber ku di katê
zayînê de Hamêsta dîya wî diçe ser dilovanîya
xwe wê jî nabîne, li Amêdîyê li ber destê dapîra
xwe mezin dibe. Wexta bi xortanîya xwe dihese
dil berdide keça meta xwe, lê ji ber ku her du
xuþk û birayên þîr in zewaca wan qedexe ye. Ev
bandoreke pir mezin li ser herdu xortan dike.
Keçik heþê xwe wunda dike, Badîn jî ji kerban
terkeser dibe. Badîn li Silêmanîyê dest bi
jîyaneke nû dike lê li vir dikeve kemîna evîneke
gelek xedar. Navê wê Jale ye. Badîn bi þêweyeke
bêsalix bi hemû hebûna xwe ve bi Jaleyê ve tê
girêdan. Vê evîna dilhej wî sews û gêj dike lê
dawîya vê çîrokê riswatîye ku Badîn dibêje:
“Riswayê iþqê tenha ne ez bûm/ Kes dî zemanan
hub bê melamet” Belê ev malik encama trajedîya
evînê ye bi þêweyeke giþtî.
Jale keçeke ku bi rindîya xwe navûdeng daye,
heta tê gotin þaîrê meþhur Goran wan helbestên
xwe yên xweþik û lîrîk ji ber evîna Jaleyê
nivîsandîye. Jale keçeke gelek çalak û serbest
e. Badîn û Jale du-sê sal li Silêmanîyê bi hev
re dijîn; lê Jale xezaleke kovî ye bi cîyekî ve
nayê girêdan, pêþî diçe Bexdayê beþa zimanê
Ýngilizî dixwîne paþê jî, ji binî ve terka Badîn
dike. Badîn bi wundakirina yara xwe adeta
serxweþ dibe dilê xwe yê wêranbûyî û seqamgirtî
dide ber agirê þoreþa kurdî û beþdarî refê
pêþmergeyên Barzanî dibe. Þer dike tê
zîndankirin dawîyê de ligel pêþmergeyan bi
serperiþtîya Barzanî derbasî Mehabadê dibin.
Badîn þaîreke kurmancînus e, hevalên wî li
Mehabadê þaîrên meþhur Hejar û Hêmin in. Di
dibistanekê de dest bi mamostetîyê dike li vir
Mujdeyê nas dike Mujde jî mamosteye. Badîn hêdî
hêdî bi Mujdeyê ve tê girêdan ew û Mujde ji hev
hez dikin êdî behsa wextê nîþanîyê dikin. Lê
hevalê Badîn Kerîmê Þikakî ku Mujdeyê re bavîtî
kirîye wê mezin kirîye bê dil e. Kerîm tevlî
malbata xwe her weha tevlî Mujdeyê diçin Þinoyê
cîwar dibin. Badîn ji yara xwe tu xeberekê
nagire. Dawîyê de Mujde bi Kerîmê Þikakî re
dizewice. Piþtî vê bûyerê Badîn ji dunyayê bi
temamî sar dibe weke mirîyekî li ser pîya digere.
Ji bo halê Badîn wisa tê gotin: “Yek caran
herifîna evînekê ji sed mirinî xedartir û
dijwartir e.” (229) Tevî jana têkçûna evînê
rewþa berew têkçûna komarê jî bandoreke gelek
xedar li Badîn dike. Badîn ji binî de bê hêvî
dibe xwe dihavêje mala xwe û xwe dispêre mirinê.
Jaleya Hewramî: Lehenga duyemîn e di romanê de
her çend Badîn ji bilî Jaleyê ji keça meta xwe û
Mujdeyê hez kiribe jî evîna wî ya sereke Jale
ye. Di romanê de di nav Jaleyê û dîya wê de
pevgirêdanek tê çêkirin. Dîya Jaleyê Hadile di
Silêmanîyê de bi rindîya xwe nav û deng daye.
Wusa ye ku ji rindîya wê kes newêre pê re
bizewice. Dawîyê de Hemzeyê Paþtmalîyê Caf pê re
dizewice. Gorî ku tê gotinê Hemzê çil roj ji
hundir dernakeve. 1914an de Hemze dibin enîya
þer. Piþtî mawayekê Hadile bi wê rindîya xweya
bi navûdeng hew dikare raweste û dibe jineke
ketî. Dostikê wê efserên Osmanî û bi taybetî
efserên Îngilîz in ji tirsa efseran kes nikare
destê xwe bide Hadileyê. Wexta ku Þêx Mehmud
dibe Melîk, Hemze ji enîya þer vedigere. Hemze
jina xwe ya ketî dikuje û ji kerba, xwe jî
dihavêje Çemê Sîrwanê. Þêx Mehmud bûyerê
dibihîze û Jaleya berþîr teslîmê maleke Hewramî
dike. Çîroka Jaleyê jî nêzî serpêhatîyên dîya wê
ne. Jale jî bi rindîya xwe deng daye, xwazgînên
Jaleyê jî mîna dîya wê gelek in. Jale têra xwe
bi Badîn nayîne wek xûyeke îrsî têkilîya wê jî
bi Îngilîzan re çêdibe hin kes dibêjin Jale li
ser hesabê Îngilîzan sîxurî dike. Balkêþ e
Îngilîz di wê serdemê de hem welatê Badîn wêran
dikin hem jî evîna wî wêran dikin. Dawîya romanê
de Badîn Jaleyê li Mehabadê li mala Sultana cihu
ya ku jinan dide xebitandinê dibîne, Badîn bi
çavê serê xwe bawer nake lê a ku dîtîye Jale bi
xwe ye. Di vî alî de jî aqibeta wê mîna ya dîya
wê ye. Di romanê de Jale evîn e, têkçûn e, mirin
e, dijmin e, Îngilîz e, axir qîyameta Badîn e.
Keça Stranbêj: Di þexsê vê keçikê de çîrokek
trajîk û evînî tê qalkirin. Ev keç cîranê Badîn
e li Mehabadê. Badîn tenê dengê strana wê
dibihîse ku her gav heman strana ku gotinên wê
ji xezelek Hafizê Þîrazî ye dinehwirîne. Di
romanê de ji stranê vê malika Farisî (Çendan kî
guftem xem ba tebîban/ Derman nekerdend miskîn
xerîban) sê car wek leîtmotîfek tê dubarekirin.
Ev keçika dilþewitî bi vê strana xwe þîna
evîneke mêrkuj digire ku kuþtîyê vê evînê birayê
wê Heme Resul e. Çîroka Heme Resul hemû Mehabadî
dizanin û kinukurtîya vê çîroka kambax Hejar ji
Badîn re dibêje. Heme Resul evîndarê keça
xiristîyana bi navê Wêlmayê dibe ku bavê wê
nujdar e li Mehabadê. Wêlma bi cil û bergên
tengên frengî û bi bedewîyek bê salix dilê hemû
xortê Mehabadî direvîne. Lê Heme Resul bi
þêweyek nexweþîyê bi Wêlmayê ve tê girêdan.
Nexweþ dikeve wî dibin nexweþxaneyên Tewrêz û
Tehranê lêbelê rizgarîya wî ji destê vê evînê
tuneye. Rojekê ew ji bo dermanekî li Mehabadê
diçe dermanxaneyek li wê, ji nîþgav de di ber de
Wêlma derbas dibe û di wê kêlîyê de Heme Resul
ji pîyan dikeve û dimire. Belê Mehabad wisa
bajare ku çîrokên bi vî rengî tê de diqewimin;
ev çîrok di romanê de asta trajedîya evînî û
kurahîya Mehabadê zêdetir kirîye di bawerîya min
de.
Di Mijabadê de Trajedîya Neteweyî:
Yek lehengê romanê jî Mehabad e. Mehabad kurd e,
Mijabad e, xewna têkçûyîya gelekî ye. Nivîskar
wisa dibêje: “Mehabad þarê mijê ye, MIJABAD e,
ne tenê mija xwezayê lê komara ku saz bûye bi
xwe di nava mijeke sor de digevize.”(19)
Mehabadî di nav þahî û þayiþê de diçin û tên. Di
xewnên xwe de dîkên serjêkirî dibînin, li
Meydana Çarçirayê nîvê þevê dîk bang didin, qîre
qîre dikin, Mehabadî di xewnên xwe de barîna
qetê werîsan dibînin û qirika hemû Mehabadîyan
de þopên werîsan heye. Ev dîmen rûyê þayiþ û
tirsê ye li Mehabadê. Li alîyekî din li
çayxaneyên Mehabadê ji gramafonan dengê strana
“Heta mirdin weku bende li hizmet þahî Kurdistan/
Heyatî xoy fida ka bo hemû emrêk û fermanî”
bilind dibe. Hemû Mehabadî bi hestên neteweyî ji
xwe çune adeta, berberekî Mehabadî ji Badîn re
dibêje: “Min sond xwarîye ji pêþmergan û
mamostan heqdestê xwe nagirim.”(127)
Di kolanên Mehabadê de Emîral Axa(ev nav ne
tesadufîye) di destê wî de satil, avê pars dike,
di çayxaneyan de mase bi mase digere avê dixwaze
û paþê avê dibe dirijîne Çemê Sablaxê. Di wê
bawerîyê de ye ku bi zêdebûna avê Sablax dê bibe
derya. Emîral Axa ji mirovên çayxaneyê re wisa
dibêje: “Derya, ne derya be komar hîç e.”(20)
“Çemê Sablaxê têra keþtîyên mezin nake, ji
Pêþewê re bibêjin: Bê derya nabe.”(21) Kesên ku
ava wan tunebe Emîral Axa di þuna avê de tiþtekî
din dixwaze “Hêsiran, birijîne hêsiran, bû
dereng, divê berî zivistanê em xuþîna pêlên
deryayê bibihîsin, kilîtên demê di destê yekî
xwedê nenas de ne.”(170)
Ez dikarim bibêjim Emîral Axa di Mijabadê de
sembola herî resen û trajîk e. Nivîskar êþa
dewletnebûn û biserneketina Kurdan di þexsê
Emîral Axa de weku dûrbûna cografyaya kurdistanê
ji deryayê daye nîþandan. Lêbelê nivîskar weku
me nimûneyên wî li jor dîyar kir bi awayekî
humermendane û bi hestekî dilþewatane vê êþê bi
sembola Emîral Axa derdibirîne. Çendîn Emîral
Axa mîna dînekî xuya bike jî di rastîyê de
fîlozofê êþa neteweyî ye. “Her kurdek tê kuþtin
gotina wî ya dawî “xwezî” ye lê ez nahêlim
Pêþewa bibêje xwezî eger rê gelekî li komarê
teng bû wê Pêþewa li gemîyekê siwar bibe û xwe
bigihîne peravine dûr.”(105) Lê Emîral Axa têk
diçe dilê xwe ranagire, diçe kenarê Sablaxê û
gotinên xwe yên dawî dibêje: “Ji niþkê ve satila
xwe avête çêm û berê xwe da me û qêrîya: “Bê
derya nabe, ev neh meh in ku ez dibêjim, lê we
guhên xwe sewax kirine.” û xwe avête nava avê.
Berî xwe biavêje nava avê, min bi çavê serê xwe
dît ku ew bi xwe bû av…”(217)
Sembola diduyan a Mehabadê Kalê Werîsfiroþ e.
Badîn wexta werîsfiroþ dibîne sar dibe, heþê wî
tevlîhev dibe. Kalê Werîsfiroþ jî wek rastîyek
tazî gava çavê wî li Badîn dikeve behsa werîs,
mirin û têkçûnê dike. “Ev werîs, ev werîs wê
kenê Mehabadîyan rawestîne.”(96) Efserek Îranî
berîya ruxandina Mehabadê tê dikanê werîsfiroþ û
sê werîsan jê dikire û vê tembîhê lê dike: “Her
sîyan têxe nava zeytê û bila emanet bin li ba te,
heta ez careke dî têm.”(204) Lê Kalê Werîsfiroþ
dawîya romanê de, di dest de werîsên zeytkirî,
xwe di nava derîyê dikana xwe de xwe darda dike.
Werîsfiroþ di romanê de sembola aqibeta komara
Mehabadê ye li teniþta hêvî û xwezîya Emîral Axa
rastîya reþ û tahla Mehabadîyan e.
Her çisqas di navenda bûyera romanê de Komara
Mehabadê hebe jî bi wasita lehengên romanê
Serhildana Dêrsimê û Agirîyê her weha Serhildana
Simko, Þoreþa Þêx Mehmud û Þoreþa Barzanî jî tê
bahskirin. Ji van lehengan her lehengek nîþana
birîneke neteweyî ye û di romanê de çîrokeke
trajîk e. Bêguman behskirina van bûyerên dîrokî
di çarçova berhemeke edebî de romanê
dewlemendtir kirîye, her weha wêneyeke rasteqîn
e ji trajedîya mileta Kurd.
Serhildana Dêrsimê: Di romanê de trajedîya
Dêrsimê bi heneyê hatîye sembolîzekirin. Þahid û
lehengê serhildanê Heme Reþîd e. Heme Reþîd ku
navê wî yê rastî Hisênê Kanzade ye di Silêmanîyê
de Badîn nas dike û dibin dost. Heme Reþîd li
Dêrsimê þahidê pir tiþtan bûye. Gava efserek û
du serbazên Tirk dest dihavêjin xuþka wî, xwe
wunda dike û wan dikuje, xuþka wî jî li wê
dimire. Piþtî vê bûyerê direve tê Silêmanîyê.
Dibêje: “Tirk li min digerin segên xwe berdane
welatê xwedê, þopa bêhna heneyê diajon.” Hene
bêhna Serhildanê ye, bêhna serhildêran e. Gava
Seyid Riza tê dardakirin bûk û keçên Dêrsimê
porê xwe hene dikin û dibêjin: “Em serên xwe
naþon heta Seyîd Riza desturê nede.” Eskerên
Tirkan van keç û bûkan yek bi yek dihavêjin çemê
Munzurê heta mehekê jî heneya biþaftî çem reþ
dike. Heme Reþîd misêwa dikesire û digirî,
rojekê ji Silêmanîyê jî serê xwe hildide û diçe.
Serhildana Agirîyê: Di romanê de trajedîya
Agirîyê Mujde temsîl dike. Gava serhildana
Agirîyê derdikeve bavê Mujdeyê Zilfoyê Celalî
keça xwe ya biçûk û jina xwe radestê dostê xwe
Kerîmê Þikakî dike û beþdarê serhildanê dibe û
êdî hew vedigere. Mujdeya çar salî(2) gava pirsa
bavê xwe dike dêya wê: “Bavê min li kû ye? –Keça
min tu wî çîyayê porsipî dibînî? Bavê te li wir
e. Çi dike? –Berfê dihelîne. Çima? –Ji bo em ji
sermê nemirin.”(67) Ev dîyalog nimûneyeke baþ e
ji bo çawanîya behskirina trajedîya di romanê
de.
Serhildana Þêx Mehmud: Silêmanî bi xwe þahidîya
Serhildanê dike. Hej bîranînên Serhildanê di nav
xelkê Silêmanîyê de teze ne; heta dizanin Þêx li
ku birîndar bûye û xwe sipartîye kîjan kevirî jî.
Gotinên Þêx di devê xelkê de digerin. Þêx gava
serhildanê daye destpêkirin gotîye: “Lem
niþtimane da yan min yan îngilîz”(15) Di alîyê
dinê de bavê Badîn Unisê Amêdî beþdarê
serhildanê bûye û bi qehremanî þehîd ketîye.
Serhildana Simko: Ev serhildan bi wasita Kerîmê
Þikakî tê qalkirin. Kerîm kurê Simko ye. Ji ber
hindê serhildan ji bo Kerîm birînek du alî ye.
Kerîm kuþtina Simko Axa bi vî awayî vedibêje:
“Dema Simko Axa kuþtin, nalîneke weke barebara
karikên þîr ji darên Þinoyê, Urmîyê, Salmasê û
Xoyê hat, herkesî girîyê spîndaran bihîst, hinar
û sêvên wê salê ber negirtin, beru di darên xwe
de teqîyan.”(28) “Dema Simko kuþtin çîya bêdeng
man, tenê li hev dinihêrîn û digirîyan, tenêtîya
xwe jibîr kiribûn, wê salê ba rawestîya bû.”(28)
Piþtî kuþtina Simko: “Keç û bûkên Þikakî li ser
gora Simko civîyan û bi kezîyên xwe kêla serê wî
veþartin, heta niha keçikên Þikakî kezîkur
in.”(29)
Serhildana Barzanî: Barzanî li dijî hêzên îraqê
serhildanê li dar dixe. Di demekî kurt de
serhildan fireh dibe û di nav Kurdan de deng
vedide. Badîn jî wek pirî endamê Hîwayê beþdarê
serhildanê dibe. Di vê navê de îngilîz jî
piþtgirîya îraqê dikin, Kurd li dijî îngilîzan
jî þer dikin. Lê di dawîyê de ji ber îxaneta
cehþan û bêpiþtbûna Kurdan Barzanî naçar tevlî
pêþmergeyên xwe û malbatên wan derbasî
Kurdistana Ýranê dibin. Ji vir pê de dibin
pêþmergeyên Komara Mehabadê. Di romanê de
Barzanî bi pesn û sîtayiþ tê salixdan. “Ji niþkê
ve, weke xewnekê, weke taveke biharê û þêrekî
newalê Berzanî xuya bû.”(139) Dîsa wexta li
Mehabadê di nav Kurdan û îranê de þer dest pê
dike pêþmergeyekî mezin bi navê Xelîl Xoþevî
birîndar dibe, wî dibin nexweþxana Tewrêzê û
Barzanî tê zîyaretîya wî: “Berzanî hate serdana
wî û her deh birînên wî yên kûr ramûsan, ew dev
li ken mir, wê rojê xelkê hemûyan girîyê Bêrzanî
dît ‘Tenê mêr dizanin li ser lehengekî mîna
Xelîlî bigirîn.”(147) dibêje.
Badîn bi xwe pêþmergeyekî Barzanî ye û di
bîranînên xwe de cî dide hin bîranîn di derbarê
malbata Barzanî jî. Di 16 Gelawêjê – 18 Remezanê
roja înê li Mehabadê di bin alaya Kurdistanê de
ji dayikbûna Mesud Barzanî tê salix dan. Ji ber
ku bibe þervan û egîd navika wî bi xencerê tê
birîn. “Ji adetaye ku zarokek nuh çê dibe yek di
guhê wî de azan dide lê kêlîka ku Mesud welidî,
ji camîyên Mehabadê hemûyan dengê azanê bilind
bû.”(183)
Ev serhildanên ku hatin behskirin di romanê de
piranî bi alîyên xwe yên trajîk cî girtine her
weha bi peyamên manîdar hatine nîþandan. Lê
nivîskar analîza wan a dîrokî jî dike. Wek
nimûne ji devê Heme Reþîd bo serhildanên Kurdan:
“Ax bira ax serhildanên me weke darên bin xwe
tenê sî bikin govendên koran in ew serhildan
xwedê jî nizane kê fêrî dîlana tewþ kirine!”(36)
Trajedîya Mirovahîyê:
Bi taybetî kalikê Badîn Entranîkê Ermenî bi navê
xwe yê din Nubar Nalbendîyan û hevalê wî Agopê
Meyfiroþ çîroka trajedîya mirovahîyê dinimînin
di romanê de. Entranîk kalikê Badîn e, li
Mehabadê wênekêþ e; ewqas êþ û azar dîtîye ku
bawerîya wî êdî li dinê bi tu tiþtekî nemaye.
Ligel bavê Badîn Unisê Amêdî bûye þahid û
lehengê trajedîya Sarîqamîþê ji wê filitîye
beþdarê refê serhildêrên Ermenî bûye. Hemû
neferên malbata xwe wunda kirîye. Þahidê
qirkirina Ermenîyan bûye, dûrûtîya Rusan û
Ewrûpîyan dîtîye. Piþtî ewqas þer û qirkirin
gihaye vê qeneetê ku bi vî awayî vedibêje: “…ez
mirovekî ji zincîr û qeydên mirovan riha bûme,
min xwe ji ol û ji neteweya xwe bi heft avan
þuþtîye, ez ne hemwelatîyê tu dewletê me, ez im
wodka ye û stoduyoya min e. Amîn. Stodyoya min
Ermenîsta min e, wodka jî hevalê min e, partîya
min e, serokê min e, xwedayê min e.”(92)
Entranîk gava hevalê wî Agop serxweþ dibe jê re
dibêje: “De hirçê min de… Ermenîstan bi qurbana
gunê te be!”(87)
Felsefa Entranîk felsefa devjêberdanê û
bêbawerîyê ye. Nivîskar bi rîya Entranîk xîtabê
wijdana mirovahîyê dike, li ser qewimandinên
hovane û wehþîyane dixwaze xwêner bide
fikirandin. “Ez þahidê hovîtîya mirovan im, ez
nizanim çima ewqasî xwîn erzan e! Misilman cihu,
xirîstîyan, Kurd, Rus Ereb, Ecem, Azerî, Ermen,
Tirk, gû, rêx…navên dirindeyan in, xwedê bi xwe
jî nizane çima ev xelk ji sîya hev tehemul nakin!”(88)
Agopê Meyfiroþ: Meyxana wî li Mehabadê ye,
hevalê Entranîk e. Çîroka wî jî gelek trajîk e.
Berîya tehcîra Ermenîyan mala wan li Xarpûtê
bûye. Qasê ku tê bîra wî serê bav, bira û dîya
wî weke kundiran li ser sekuya mala wan
digindirînin. Deh kes li xuþka wî ya 13 salî
dicivin cil lê diqetînin, lê wê çaxê nizane çima
cilan lê diqetînin. Ew bi xwe ji mêranîyê ketîye.
Wexta serxweþ dibe bîranînên di heþê wî de zîl
didin û dawîyê de wek gurekî dizure. Çîroka
Agopî weke histirîyek di dilê mirov de diçe.
Agop bi jîyana xwe di romanê de temsîla hovîtîya
þer û dirindetîya mirovên wehþî dike.
Dawî:
Dawîya trajedîyên ku di romanê de tê behskirin
gelek dilsojin. Mexdûr û bindestên mafdar
dimirin û yên din dimînin. Komara Mehabadê berew
ruxandinê diçe. Zilma îranê bi piþtgirîya
Birîtanyayê û bi destura Rusyayê bêhn li Komara
nuciwan diçikîne. Badîn bi her awayî têk diçe.
Jana Jaleyê Mujde kurtir dike û rewþa Komarê
mora mirinê li dil û mejîyê wî dixe. Badîn
dikeve jura xwe û xwe dispêre mirinê. Tê
hestkirin ku Badîn xwe dikuje. Li beramberî vê
rewþê bikujên evîna Badîn Jale, Mujde û Kerîm
dimînin. Kalikê Badîn Entranîk dimire hevalê
Entranîkî Agop li ser gora wî dimire. Emîral Axa
xwe dihavêje Sablaxê û xwe dikuje, Kalê
Werîsfiroþ xwe di nava dikanê xwe de darda dike.
Belê xuya ye ku dawîya romanê jî li gorî
taybetîyên berhemên trajîk e: MIRIN û KUÞTIN. Di
encamê de wek romaneke trajîk Mijabad, ji bo
çêbûn û gihandina hestên neteweyî û
pêþderxistina wijdana mirovahîyê li beramber
zilm û bê edaletîya carî ya cîhanê berhemeke
serketî û hêjayê pesnê ye.
Têbinî:
(1) Dîonysos: Di mîtolojîya Yunan de xwedayê mey
û xwezayê ye, heman katî de Dîonysos navê olek
e. Pêgirtên vê olê bi vexwarina meyê xwestine
bigîhin rastîya xwe û derîyên alema efsûnî vekin.
Ji pêgirtên peyayên vê olê re “Satîrus”, jinan
re jî “Bakkha” tê gotin.
(2) Xuya ye romannus di jîyê Mujdeyê de þaþîtî
kirîye. Nivîskar dibêje, Mujde di serhildanê de
(ku sal 1938 e) çar salî bûye. Piþtî wî em
dibînin ku 1946’an de Mujde li Mehabadê
mamostetî dike û têkilîya wî bi Badîn re çêdibe.
Wê çaxê Mujde dibe 12 salî ku ne mumkune keçekî
12 salî mamostetî bike. (Z.X.)
|