|
Perwerda Zarokan
MAMOSTE AMEDÎ
Zarok; fêkîyên zewacê, þahîya mal û malbatan,
pêþeroja gel û welatan e. Ew, dewlemendîya civak
û cîhanê ne. Kes û civakên ku ji perwerda
zarokan dûr disekine û jîyanek bê zarok dimeþîn
in, di rastîyê de ew, ji armanc û mebesta
mirovbûne jî bêparin û herwiha bi nifþên xwe jî
korocax in. Naxwe, ji bo me nýfþ û neslekî ideal
pêwiste. Ji bo vê yekê jî, divêt hemû dêwbavên
me (ebeweyn) van þîret û destûrên jêr jibîr
nekin:
Ji hêz û qeweta wan zêdetir ji zarokên xwe tiþtekî nexwazin. Lewra ev yek,
di zarokan de hest û ramanên xwepiçûkdîtin û
netiþtbûnê hiþyar dike
Dêwbavên ku li hember zarokên xwe ên sûcdar,
bêyî ku wan guhdarî bike, dest bi qîre vîrê bike,
ev yek dibe sedemê nefêmkirin û nefêrbûna
çavkanîya sûcan. Ev rêk û ev rêbaz, ne rêka
çareseryê ye. Çareserî, di guhdarkirin û
famkirina zarokan de ye
Divêt dêwbavan, li hember zarokên xwe yeksan û
wekhev tevbigerin. Ger ne wiha be, di zarokan de
tevger û helwestên nerewa (anormal) wê hiþyar
bibin. Wekmînak, xwesteka xwekuþtinê, dexesî,
serhiþkî, asêbûn, dijminatî û wek nevînê, ne
saxlemî û keþmekeþîyên gîyanî wê peyda bibin.
Ger zarokên we hêj pitik be, dîsa jî dema hûn li
nêrîna ser û kincê wan, an mijandin û bin
paqýjîya wan dikin, bi wan re bipeyivin.
Herçiqas hûn, li hember peyvên xwe bersiv
nestînin jî, lê dîsa jî bizanin kû weslê wan ên
wergirtinê vekrîne; ji dengdayîn û tonaja dengên
we, bi dilovanî û têkilmendîya we dihesin. (Têzanîn
ku pitik, peyamên xwe, bi girî ji dayîka xwe re
dide hesandin. Bêguman, li hember vê girînê dema
dayîk bi bersivek erênî têkilîya xwe nîþan dide,
ev yek di saxlembûna gîyana pitik de rol û
bandorekî girîng dileyize.)
Bicîhanîna her xwestekê zarokan, dibe sedemê
mizmizokî û nazikmezinbûna zarokan. Evyek jî di
rojên pêþ de dibe sedemê zîyanên nayên
serrastkirinê. Lewra ev jîyan, bi rastinî û
realîta xwe ne tenê þahî û kêfxweþîyan, ji
gellek jan û êþan jî pêk hatîye, ji bo vîya,
derdor û civak wek dêwbavan nikare naz û
mizmizokîya ev babet zarokan bikþînin. Di encamê
de, zarokên wisa, di nav hestên bedbînî, reþbînî
û xeydokî de wê bijîn.
Carna, dêwbavan, bi nirxandinek þaþ û çewt, ji
bo zarokên xwe delalî ranekin, hezkirinekê ji
dil ve raberê wan nakin û naxwazin nîþan bidin.
Ev helwest jî wek helwesta nehezkirin û
netêkilîyek bi qesdî zîyanê dide.
Bavên ku li hember zarokên xwe bê elaqe
tevdigerin û herawa nêrîn û mijilbûna bi zarokan
re tenê peywir û berpirsîya dayikê dibîne, ne
bavê îdeal û numûne ne.
Gellek dêwbav henin ku di neqandin û
hilbijartina pîþe û meslegan de kotekî û îpoteka
xwe datînin ser zarokên xwe. Dêwbavên ku dibêjin
“Ger kurê/keça min mezin bibe, ewê bibe ev tiþt
û ew tiþt” bila zanibin ku bi vê helwestê
mêjîyên zarokên xwe diþon û pêþeroja wan tarî
dikin.
Ger ku dêwbav dixwazin helwest û tevgerên xweþik
û qenc bi zarokên xwe bidin fêrkirin û
qezenckirin, pêwist e ku ji wan re qad û
firsenda serxwebûn û serbestlivînê bidin
naskirin. Herwiha, divêt helwestên biryargirtin
û qerardayînên mentiqî bi wan bide qezenckirin.
Bi vî awayî, zarok hem bi jîyana civakî re
hevnas dibin, hem jî bi serê xwe dikare
kesayetîyek civakî bi dest xwe bixin.
Hevalbendîya lîstikan, rêgez û hîmekî bingehîye.
Zarokên bê heval mezin dibin, xwe her dem bi
mezinan re pîvan (û muqeyese) dikin. Evyek, ji
bo zarokan zîyanek gellektirîn mezin e. Lewra,
ti zarok nabin mezin û ji ber ku zaroktîya xwe
nejîyanin, wê ev yek di geþbûn û pêþveçûna
kesayetîya wan de û di çalakî û livanên wan de
roleke nebaþ bileyîze. n
|