Gorname

MUAMMER ÖZKAN
Ji Tirkî: Murad Pola
YEK
 

 

 

Gor dîrok e. Gor pirtûk e. Gor lewheya îbretê ye. Hema bira meriv bikaribe bi çavê dilê xwe bala xwe bidê, goran bi rûhê xwe ve îdraq bike. Gor ocaxa terbîyeyê ye. Gor warê mûhesebeyê ye. Gor cîhên zelal in ku meriv dikare li wir bi pîvana wehy û bi hesabê yalê din biryarên bi îsabet bide, dikare hestên nazik bi Qur’an û sunnetê binirxîne. Gor, li ber kent û însanên watê û armanca jîyanê jidestkirine bajarên herî sax, herî candar, herî bi wate ne. Gor sax in, gor candar in...
Dema em ji xwe û em ji hundirê xwe li goran dinihêrin, vegotina bêgotin ya ku herî kamil dibînin. Ka hela hûn herin li wan deran û seba bi yên li wê derê re hevnasînê bixebitin û yek bi yek guh bidine rabirdûya wan ya kurt. Darên li wê derê þîretan li we dikin, kevirên goran jî dipeyivin. Xwe xûz bikin, xwe xûz bikin da ku bi guhê xwe yê dilsoz yê gîyanê xwe guhdarîya dengên tên bikin. Her guhê, li gor nêzîkbûna esil hinek tiþtan ji wir bibihê.
Çavên dizanin lê binihêrin, guhên dizanin bibihên, ma çi nabîne, ma çi nabihê ji goran. .
Vêga em li ser gora ku di birra 2., parsêla 1008, jimara 1280yî de nin. Kurê Namik, hevserê Xetîcê, Hesen Þenol. Ji dayikbûn: 1938 Mirin: 1984
Herhal di van demên nêzîk de merivên wî hatine ser, çîçekên danîne ser hê hiþk nebûne. Li kêleka meqber du heb destmalên kaxizîn yê qurçimî ku pê bêfil yan hêstirê xwe paqij kiribûn hebûn. Kê dizanîbû ev nîþana vegotina kîjan hestan bû?
Bilî xwelîyê hê tiþtek nedabûne li ser meqber. Hatibû temekirin, dê van roya bihata mermerkirin. Min bihîstibû yê tirbê bi mermer kin, bi mermerê çîlûsipî bêçêkirin, gelo wî bi xwe jî haj pê/hay pê hebû?
Gelo ku zanibûya dê gora wî bi mermer bêteçêkirin, dê þa bibûya? Gelo dê li gorên bêmermer binihêrîya, bi gora xwe ya bi mermer bipesinîya?
Bi mebesta xeberê bidime wî, min bi pistepist got: “Dê gora te bi mermer çêbikin!. ”
Tu dibêjî qey qêrîna wî ya, “de here lo, mermer ji min re çi!” di dunya min a hundirîn de olan da.
Rast digot, çi þixulê wî bi mermer hebû? Ha gor bi mermer çêkiribûn, ha çênekiribûn çi xêra wê ji wî re hebû? Vêca wanê merzel bi mermeran çêdikirin, ev ji bo kê çêdikirin?
Ez bi xwe jî bi sefêkîya pirsa xwe kenîyam. Ma ne dîyar bû, ji bo kê çêdikin, dê ji bo kê çêbikin?
Ma bi fikr û fikara “êl û alem çi bêje”, ji bo îtibara xwe, ji bo nav û dengê xwe, ji bo rûmeta xwe çênedikirin?
Ma ev merivana him ji ser erdê û him jî ji bin erdê bêhay nebûn?
Carekê dîsa min li gora ku hê di halekî sade de bû nihêrî. Hesen Þenolê di Bayindira qeza Izmîrê ji dayik bûye, hê heþtsalîya xwe de li gel malbata xwe li Îzmirê bi cîh bûye. Mirîyê ku heya dibistana navendî xwendîyê, li Amedê leþkerîya xwe kirîye, di sala 1963an de zewicîye. Ji vê zewacê yek keç yê din kur du zarokên wî çêbûne. Lê hûn nepirsin ka bi çeka kurdaþîyê çend zarokên xwe, ji ber kîjan gunehî kuþtîye yan daye kuþtin. Lewra wekî ku hûn dizanin dê Perwerdekarê me wê bipirse...
Hesen Þenolê bi îdîa perexwarinê ji banqeya lê dixebitî hatibû avêtin, li taxa lê rûdiniþt qehwexanek vekiribû, heyata xwe kudandibû. Hesen Þenolê ku rastî merivên cûr be cûr dihat, bi wan re di babetên cuda cuda de xeber dida, merivekî wisa bi xeberdanbû, mîzac û xeysetekî wî wîsa hebû li cîyê lêbû xwe heqdar didît, heqdar derdixist.
Herçendî di qehwexana xwe de xûmar didalîstin, þerab didavexwarin, leke nedianî ser mislimanîya xwe û hergav digot qelbê min paqij e. Dema çar sal mabû ji Bag-Kurê teqawût bibe, kîngê pêrgî merivê di rûçikê mislimanan de bihata, digot: “Piþtî ez teqawût bibim, ji ber van karan ezê tobe bikim, dest bi nimêjê bikim. ”
Lê tiþtê bû, di nîsana 1984an di hefta pêþîn þeva paþînê qewimî. Çaxê li gel hevalekî xwe yê berê li kêleka masê þerab vedixwar, ketibû navçîtîya pevçûneke ji ber hesab derketibû û ji çar cîyan hatibû kêrkirin.
Gava ew di nav xwînê de dibirine nexweþxanê, pêrgî rûçikê mirinê yê sar dihat, çaxê mûhasebeya jîyana xwe dikir bêgav fikar dikir.
Ma ev çaxê mirinê bû!.
Hê yê tobe bikira, yê þerab û qûmar biterikanda.
Di vê rewþê de, him jî þerabvexwarê dê çawa têketa qebrê, dê bi kîjan rûyî derketa pêþberî Xwedê?
Keça wî kete bîrê. Di dilê xwe de derbas kir; “Xwezila min destûr nedaba da ku bibe manken. ”Rastî! Çima destûr dabûyê bibe manken, wêdera xwe, vêdera xwe veke, nîþanî mêrê xelkê bide? Kir ku wê gotina; “Kuro lawo tu qewat î” hate ber devan, bi diranê xwe yê sa gezke, bihêre.
Çaxê kurê wî kete bîrê, tu dibêjî qey derba, pênca, þeþa, hefta xwaribû. Çêr kir, xeber got... Careke dinê, careke din dîsa ji kurê xwe yê ku wî xwe mezin nekiribû, wî terbîye nekiribû çêr kir. .
Dîsa li ser xwe de vegerîya. Divê nemira, bikira nekira nemira. Di dilê xwe de derbas kir; “Heke bifilitim pêþîyê ezê dest bi nimêjê bikim. ” Ji bo dest bi nimêjê bike ev çar salên han ji kû derxistibû?
Ev însan e!. Çi zane dê çar salan nemire?
Lê hankêva bimire!
Lê hankêva bimirim!
“Na, na divê nemirim, bîna reqîya çawa pîs ji devê min tê... ”
Dengê mêrikê serê wî girtibû bihîst:
– Birako zû bajo, mêrikê bimire. Gellek xwîn jê diçe...
“Kê dê bimire? Ezê bimirim? Ma ezê bimirim?
Gotî ez nemirim, gotî ez bijîm.
Lewra ezê tobe bikim, lewra ezê nimêj bikim, lewra ezê hiqq... Gotî ez nemirim, ez dê nemirim, ez dê nemirim... Qet meriv þerabvexwarî dimire?
Xwezila min venexwara, xwezila min tobe bikira, xwezila min nimêj bikira, xwezila…”
– Birê êdî ne hewceye tu zû herî, mêrikê reben mir!.
Bi vê kurtejîyanê em dîsa li gora Hesen Þenol dinihêrin. Û deng tê me ku dîsa qêrîna “xwezîyê” bi heman jîndarî û bi heman candarîyê tê dubarekirinê.
Xwezila. .
Xwezila….
Xwezila……. n