|
Nûbihar
RAÎFÊ BÊÇARE
Nûbihar gula bihar
Hêþîn dibin çêre dar
Tu ewqas þirînî jî
Çima ev gel li te sar
Di payîz da Nûbihar
Dîsa pel vedike dar
Rebbê Ehedê Semed
Li me te bike sitar
Þêxêm Ehmedê Xanî
Navê te wî lê danî
Rêya pîroz da here
Bikiþe mîna kanî
Motkî Xelîl Xeyalî
Kurdî ra wî kir alî
Li ser bingehê ajot
Nûbihar sêzde salî
Piçûk sêzde salîne
Ji gunehan xalî ne
Ehmedê Xanî nas ke
Em nevyê wî kalî ne
Kulîlk bi rengê xwe ne
Çivîk tev refê xwe ne
Kurdno ji xwe þerm nekin
Gellê bê ziman tine
Kê xwendibe dizane
Ziman tev Xwedê dane
Qedexekirna ziman
Ne mafê tu evdane
Binvîsin û bixwînin
Nîsk û noka biçînin
Ku roja bêderê hat
Hûn keda xwe dibînin
|