Þûrê Qetlê li Milî
Rehma Xwedê li Dilî


A. MERETOWAR

 


Carekê ez, serê pêþî bi kelîmeya “malavahî” ji R. Lezgîn re dibêjim merheba û dîsan bi gotina “Ez xeta, þaþî, derewînî û çewtîyên xwe jî qebûl dikim” lêborînê ji xwendoxên Nûbiharê dixwazim.
Digel vê yekê hin darêzên mîna “Zimanzanê me yê hêja yê ku gramera sê dîyalektên kurdî dizane” û çend þîroveyên wî yên din hewaleyî wicdanê xwendoxan dikim.
Ji ber ku rexnegir, qicix (li hîletê wî ketîye; ango ruhê wî ji sernivîsê çûye) ji sernavê nivîsa min a qaþo lêkolînî – bi gotina wî- girtîye, min divê ku ji vê derê dest pê bikim.
Sê armancên min hene bi vî sernavî:
Yek: Armanca sereke, balkiþandina ser vê mijarê ye.
Hîna di wextê zarokatîya min de, hostayê dîwar ê xanîyê kalê min û peyre jî hostayê dîwarê bavê min ango hosteyê xanîyê me, rehmetîyê Kazim Oste û hemû þagirtên wî bi dimilkî dipeyivin û bûbûn kirîvê me. Gava min sala 1980, li Qubîna ser Batmanê dest bi feqîtîyê kir, hevalên min ên feqîtîyê, ciwanên dimilî bûn. Bi hatina min a Unîversiteya Dicleyê re, careke din di nav 35 hevalên pola min de, hevalên min ên ku em bi hev re bûn dost, dîsan giþt dimilî bûn. Min li vê derê dest pê kir, xwe da hînbûna dimilkî. Nesîbê min hat bajarekî dimilîyan û hemû dostên min ên malbatî, li vî bajarî dimilî ne. Serê çardeh-panzdeh salakî ye ku dixwazim hînî dimilî bibim; mixabin hîna jî baþ pê serwext nebûme. Min jî mîna gelê frensîyan got ji bo hînbûna vî karî, divê kitêbekê amade bikim.
Pirê dimilîyan bi kurmancî dizanin; lê belê kurmanc kêm bi dimilî dizanin. Min jî xwest li gor qeweta xwe, rê li ber hînbûna dimilkî vekim. Ji bo vê yekê jî min çavê xwe li cîyên hêsa gerand, çend neqeb û derbasek dîtin. Hema bi temamî ne rast bin jî, bû sedem ku bi “xiþîmî” lê biqelibim.
Didu: Min xwest ku di hêla gramera van her sê kurdîyên sereke û mezin de kevirekî dênim ser kevirekî û berê zimanzanan bidim ser danîna vî dîwarî.
Sisê: Min li unîversiteyê, dersa ku sê-çar dîyalektên zimanê turkî didin ber hev û din dît. Ji min re bûbû kul û derd ku li gor wan rayiþan, hindik be jî, xerc dênim ser maleya hosteyên zimanê kurdî.
Çar: Armanca min ne ew e ku ez bi tena serê xwe rabim, vî barê giran dênim ser piþta xwe ya ku di bin piþtîyên bipelûpînc de xûl bûye. Þikir ji Xwedê re ez bi heddê xwe dizanim. Dibe ku bi kirina vî karî, ji heddê xwe derketibim; çi heye ku gelek hez dikim ji dimilkî û min rika xwe li hînbûna wê danîye.
Kitêba Prof. Qanatê Kurdo ku li ser kurdîya soranî û kurdîya kurmancî bû, hîna berî çend salî balê kiþandibû ser vê hêlê. Min got belkî bi destpêkirina vî karî, rûhê rehmetîyê Qanêt hinekî þa bibe.
Gava min dî ku li ser vê “ceribandinê” rexneyekê, mil daye ber vê xebata min a bifeqîrî, bivê nevê vebiþirîm û kêfa min hat; lê belê her ku bi xwendina rexneyê ve çûm, mil û mêx li min þikîyan; di cîyê xwe de sar bûm wisan þemirîm.
Rexnegirê me yê kedkar, di serê rexneya xwe de behsa “lîteraturê” dike. Gava min xwe da xwendina nivîsê, ev kelîmeyên mîna “la.., lewitandî, sergoyê genî, qaþo nivîskar, sergo, pûç, fîyasko, derewîn û çend navlêkirinên bitinaz, bifesk û firûsk, bivê nevê, digel dilfirehîya xwe ya bêsînor jî, ji xwe re sar mam.
Wê mînaka “metnî” ya ku berî rexneya xwe daye, bi yek carekê diþibe “me’nîyên/hincetên êrîþê” ango ji bo ku rê li ber lêdanê veke, ji xwe re li hincetan gerîyaye. Tu dibêjî qey di dilê xwe de weha gotîye:
“Pa tu bisekine ku ez dê çawan bikim ku tehma þîrê xîç bê ji bin zimanê te!”
Di dawîya vî metnê ku meriv nizane ka pêdivî pê hebû gelo yan na, dibêje ku “Gelo xwedîyên van nivîsan li pey çi ne...?”
Malnexerabo, Xwedê heye. Ka te qet dest xwe dananîye ser wicdanê xwe? Mesafeya navbera dest û wicdanê te çend fersah bûye?
Ev koma nivîskarên ciwan, pirê wan jî di nav bêderfetîyan de, fedakarî dikin û di nav ew çend gêjahîyên vî welatî de, bi zimanê xwe re serê xwe dêþînin. Ka wê li pey çi bin gelo?
Ez bi xwe, di ber karê xwe yê eslî de, karê kurdînivîsandinê dikim. Ango ev karê nivîskarîyê, karê min ê ber dest e. Xwezî îdareya me bi karê kurdîparêzîyê bibûya...
Mentiqa sernivîsa min, ji ber ramaneke dûr û dirêj tê. Gelo gramera van her sê kurdîyên me, dê bi çi awayî bên hînkirin? Em dikarin çi karî li serê bikin? Divê em çi bikin û mîna van pirsan. Temam min ew hildaye dest; lêbelê mîna ku rexnegirê me “bi tinaz, fesk û firûskan” dîyar kirîye, bi temamî “zelalkirin” nîn e.
Rast e, nivîsa min li ser pirsên ku bi bersivan nizanim ava bûye. Ê baþ e, gelo kovarên me, ne cîyên pirsan in? Armanca derxistina kovaran ne ew e ku rê li ber gur û geþbûna pirs û bersivan veke?
Rexnegîr R. Lezgîn, bêhna xwe teng dike, mûyê xwe gij dike û kulma xwe bilind bike, hetta Xwedê bidê, bi þid bibêje gurm û derbeya kuþtinê li nîvê orta çavê min bixe ku nikarim ji cî bilebitim û av negihîje min: Heyran, tiþtê ku zêdeyî qeweta cenabê we be, “xwe lê qerase mekin”, baþtir e. dibêje.
“Þûrê qetlê li destê te; rehma Xwedê li dilê te.”
Ev gotina, gotina pêþîyên me kurdan, wer dixuyê ku qet nehatîye bîra kekê.
Em bên ser gotina ku “Dev ji gramera her sê dîyalektên kurdî berdin, min bi xwe tu gramerek di wê xebateke weha de nedît!” dibêje.
Ka tu dê çawan bikaribî bibînî ronîya min? Ji hêrsan, dunya tarî bûye li ber çavê te gidî!..
Bi rastî jî quretî qet tune ye li cem min. Heta ji min tê, ez nefsa xwe diþkênim. Di warê nefspiçûkîyê de, kesî bi ser xwe re qebûl nakim. Tiþtê herî zêde li ber çavê min reþ e jî, bê guman “quretî” ye; îca gramera her sê kurdîyan jî, dizanim ku ji min zêde ye. Tenê tiþtê ku di hêla dengzanîn, peyvikzanîn û hevoksazîyê de hîn bûme, weke çirayeke ku hemanikan diçirise, min vêxistîye. Wan rojên ku Kursa Kurdî li Dîyarbekirê vebû, bû nesîb ku ez jî bi mamosteyên wê derê re bixebitim. Di wan çend mehên xweþ û geþ de, bi xêra kursîyeran ez jî li ser hînkirina kurdîyê hînî hin tiþtan bûm. Hinek wêrekî bi min re çêbû. Li wê gorîyê min jî rabû berê xwe da vê rêya dûr û dirêj.
Pêþî min bi vî çavî li avasazîya gramerê nihêrt:
1-Taybetîyên dengan
a)Taybetîyên tîpên dengdar
b)Taybetîyên tîpên dengdêr
2- Taybetîyên dariþtina peyvikan
a) Pêvekên(qertafên) peyvçêkirinê
b) Pêvekên(qertafên) kiþandina peyvikan
3-Taybetîyên cûreyên peyvikan (weke navdêr, rengdêr, lêker, cînav û yên din)
Li gor rexnegirî, pirsa min a qure û qerase ku “Gelo van zaravayên kurdî, di kîjan sedsalê de dest pê kirîye?” jî, pirseke wisan e ku meriv dikare ji her zimanê her gelî bike.
Dibe ku ji alîyê mentiqa vegotinê ve min xeletî hebe. Serçavê min. Ez, bi dil û can vê çewtîya xwe ya vegotinê qebûl dikim; bes min mebest jê ew bû ku bala zimanzanan bikþînim ser tarîxa zimanê kurdan. Heta niha tenê di kovara bi navê “War”ê de li ser “Etîmolijîya” kurdî xebat hatîye weþandin. Îca ev xebat jî pê bisînor ma.
Gelo ne hêja ye ku em meraq bikin ka kurdîya qedîm, çi çax û çi hîyamî li van zaravayên sereke belav bûye?
Vegotina rexnegirê me, bi neheqîyan dagirtî ye. Serê her mijarê li sûfê min ketîye û tu dibêjî qey heyfa xwe hiltîne:
Hewldana berbihevebirina kurdîya kurmancî ku bi xêra xebata “Koma Kovara Vate” tê kirin, kî nizane gelo. Berhemên ku vê koma hêja, serê çendik û çend salan e, bi awayekî profesyonelî dane, –berhemên R.Lezgîn bi xwe jî di nav de– li ber çavê me ne. Dîsan jî xwezî min jibîran nekira û navê wê xebatê/hewldanê bidaya.
Em werin ser xetayê min ku bûye sedema ba, bahoz, gêdûk û pûkê...
Rast e, ew hevoka min a ku dibêje “Di serê peyvikan de gava dengdara “x”yê hebe, di kurdîya kurmancî de hebe, di serê heman peyvika dimilkî de dikeve.” çewt e; îca raveyên ku birêz R. Lezgîn li ser vê xalê kirine jî, heta meriv bibêje bes û xweþ in; çi heye piþtî vê nivîsê bi çend rojan ez, bi vê xeletîya xwe hisîyam û tavilê min heman rastî ji Bultena Enstîtuya Kurdî ya Amedê re (hejmara diduyan) þand û mala wan ava be, vê zivistanê çap kirin.
Dîsan jî li ser vê xalê ew bi xwe jî ketîye xeletîyê. Mînakên ku mi dane, ne þaþ in. n