|
Nûbihar
DILÞAD MUTÎ
dilsad_muti@hotmail.com
Wêje durr e, edeb durrdane ye
Abî-heyatî li meyxane ye
Heger tu têhn û lebteþne ye
Keremke vexwe ji Nûbiharê
Serkanîyek zelal û bê teref
Morîya lê bi reqs e, sef bi sef
Ji yaqut û hin ji almas û sedef
Li xeml û gerdena Nûbiharê
Ger tu aþiq î û divit evîn
Li dergê evînê bikit civîn
Ji þerbeta iþqê vexwit bi vîn
Bi tas û qedeha Nûbiharê
Baxçeyek tev bi çîçek û reng e
Þalûla lê xweþ awaz û deng e
Hem bi mitrib, saz û ney û çeng e
Yek gull ji baxçê Nûbiharê
Li gulê aþiq ger tu bilbil î
Wekî min Dilþadî dil bi kul î
Hewce nakit çi gazinc û gilî
Merhem l`eczexana Nûbiharê
Ji þerqê der dema þahê exter
Ji zilmetê namînit çi eser
Cehlet li zanînê nabit serwer
Zanyarî ronîya Nûbiharê
Herdemê ku sê car hiltê hîlal
Þibhetê herçar mewsîmên li sal
Qitre qitre ji deryayek zelal
Di nuqtînê li ser Nûbiharê
Her çar demsalên ji hev cida
Peywestene bi emrê Xwida
Yek ji wan þah, yên dî li dor geda
Ismê xwe neqþand li Nûbiharê
Li payîz û havîn û biharê
Hem li vistan û seqem û sarê
Pesin pûç e lew kesek nikarê
Bihar e herdem li Nûbiharê
Tîrmih 2006/ Breisach
|