|
Lûleper
ÖMER DILSOZ
Lûleper
Li beyarekê, li taldeyeke veder
Bi kîjan êþê vedihewînî bêhna xwe
Ji kîjan keserê,
Ji kîjan rondikê,
Ji kîjan dilopa xwînê;
Ji dilê kê diniqutî?
Lûleper…
Êþan nede der
Ev, taldeya veder
Ew, wargeha bêserober
Ev, rûgeha rengqemer
Ew, dilgeha birîn bi xencer…
Lûleper
Demsal di nava demsalê de, li çaleke bêbinî
Kêlîyên herî watedar dinixumîne
Kêlîyên ji temenê evîna min a talankirî
Evîna min a bizmêk lêkirî
Evîna min a di nava wan kêlîyan de jibîrkirî
Ax Lûleper,
Were, xwe nede alîyê veder
Ev, em ên ji hev belav
Ew, em ên bê sîtav
Ev, em ên wekî ribadan hevxur
Ew, em ên li dij hev wekî þûr
Erê Lûleper,
Ji êþan dizên kahnîyên vê axê
Di malzaroka kovanan de
Kêlîyên bêdestûr têne ber
Gana vê dîrokê heram e
Bi tovikê janê hatîye meyandin
Lûleper…
Êþan nede der
Ev, taldeya veder
Ew, wargeha bêserober
Ev, rûgeha rengqemer
Ew, dilgeha birîn bi xencer…
Lûleper…
Ax Lûleper,
Zimanê min ji bo çi bigirê tê
Peyv dixesin
Di nava hilmijîna windakirinê de
Nayên rêzê gotin,
Nakevin dû hev
Saz nabin hevok
Asê dibe…
Ev dûrdikeve, dibe ew
Ew winda dibe, dibe ewê dîtir
Ewê dîtir xwe li tu asoyan ranagire
Veder…
Derbeder…
Bê þûn û bê dever…
Ax Lûleper!
Nayê gotin, nayê gotin ka çend giran e ev keder.
Lûleper…
Kêlîya herî rast,
Bizaveke serbest;
Bêyî ku li tûrê demê bialiqe
Di nava henasa min de diqerise
Hilmijîneke bêqîmet
Di rondika çavê min de winda dibe
Ev…
Hemû ev ên min winda dibin
Hemû…
Hemû ev ên min terka min dikin
Çi xerîb e ne wisa;
Li valahîyeke veder,
Li vederîyeke vala;
Di nava hilmijîna kêlikekê de pûç dibim.
Lûleper,
Çi ecêb e ne wisa;
Kengî bixwazim winda bibim
Bêhna te seh dikim
Kengî bixwazim te bêhn bikim
Te winda dikim
Tu jî çi zû diçilmisî Lûleper!
2005–04–02/ Amed
|