|
Zirav û Tîj
FAHRETTÝN ÝNCE
Li qiraxa wê de xwêdan
Û li derazîngê de rondik
Pêlek zirav û tîj e jîyan
Û behrek pir bi kef
Gotina dawîyê nade te
Û tu dê westîyayî bikevî
Wextê tu lê difikirî
Wêca rake serê xwe, bikeve rê
Awirên xwe li neynûkan bide
Bila gulên sor ên jîyanê biweþine ser enîya te
Û paþî vegere kitêbê
yek û yek bixwîne cumleyên wê
xiz bike binên kenên îtalîk
aha wê gavê tu dê hevbûna roj û þînkatîyê bibînî
hilveþîne axînên xwe yên te zû da bû terk kirî
û paþî belav bike li ber bayê deryayê wan axînan
dîsa vegere nava kitêbê
bixwîne wan gotinên te çav lê badidan
belê ew pêla zirav û tîj dê bikeve dûv te
gotina dawî nadete te
wî serê xwe yê çemyayî hilde
lê binêre ka dilê te li kû ye û paþî
nerewe ji tellalên demê ên ketine dûv te
herê
te di qiraxê de xwêdan û di derazîngê de rondik
rêt
lewra di anafora jîyana zirav û tîj de sirr
veþartîne...
12 Tîrmeh 06
|