|
Evîn Þahê Hemî
Welatan e
CANKURD
Tevîya bajêr li bin balkona wî bû
Lê ji wî ve dûr dixuya
Tenê çemekî biçûk ê hêdî-hêdî di nav re diherikî
Ji wî ve nêz bû
Pir nêz bû
Wek damarek a þîn dilê wî…
***
“- Ro pir mezin e
Ji wê mestir tiþtek tune…”
Þagirda panzdeh salî û porzêrîn tilîya xwe hilda.
“-Mamoste, ma hîç tiþtek ji royê mestir tune?!”
“-Li min biborînin… biborînin…
Tenê hezkirin jê mestir e. ”
Û çavêd wî yên pîrbûyîne yekser þil bûn.
***
Sînor û serhedên zevîyan hene
Yên bax û baxçeyan hene
Yên mîrniþîn û welatan hene
Lê sînorên evînê tunene…
Evîn welatê bê sînor e
Baxê bê tixûb e
…û zevînê bê serhed e.
***
“- Gava tu di ber mezelê Þêx re biçî,
Devê xwe bigire, nepeyive û nekene. ”
Va gotina dayikê dîsa hat bîra wî.
Li rûyêd hogiran nêrîya,
Yek û yek di ber mezelê Þêx re derbas bûn.
Ji tirsa Þêx, tev wek mirîyan zer bûbûn
Ji niþka ve kenîya…
Kenê wî bi ber zinarên newalê ket.
Lê ji wî pê ve
Dîyar bû ku kesekî kenê wî nedibihîst
Giþ li pê mirî bûn.
***
Bûyer:
“Tozek mejîyê te heba
Te wilo nedikir!”
…û destê xwe da ser piþta wî
Bi derve de têve da.
Li derve tenê heyvek rûpaqij û berken bûyî
li wan dinêrîye.
NAME:
“Eger li þûna min bavê wê ba...
Tu yekser dikuþt, tu parçeparçe dikir. ”
Hefteyek derbas bû…
“Tu çawa wilo bêtirs hatî razanga min?
Ma tu þêt bûyî?...
Di wê þevê de
Ma evînê tu kûr kirî?
Dayika min ji zû ve tu dîtibû…
Ew tirsîyabû, ku tu ji hembêza min dernekevî.
Silavek ji dil. ”
Name du car dî xwend
Da ser dilê xwe
Gelek caran maç kir
…û avêt nav kizotên agirî…
***
Bo her demekê þahek heye
Bo her welatekî þahek heye
Lê hezkirin þahê her deman û hemî welatan e…
***
“Tu çima kezeba dayika xwe reþ dikî?
Tu keça mamê xwe nabî
Çavê te her li keça taxa jorîn e…”
“-Dayê kezeba te ji zarotîyê de reþ e.
Hingê ne ez hebûm, ne keça taxa jorîn…
Erê dayê... kezeba te ji berê de reþ e
… û ya tevîya mirovan jî. ”
***
Tevîya êvarê
Li ser sewkîya malê
Li bin heyvek çardesalî
Ji gundîyan re þîrove kir
“Zevîn wek goyekê ye
Gilok û gilover e…”
Lê kesekî bawer nekir
Pirsek ji girê reþ mestir her hebû:
“Çawa ewên li alîyê binî
Ji zevînê ve nakevin?. ”
Nîvþev
Li ser doþeka xwe ya rayêxistî
Li bin stêrkên kadizê
Westîyayî û pîrbûyî
Xwe dirêj kir û cigareyek kiþand
Dawî gote wan stêrkên, ku bi milyonan diçilvilîn
…û çav tijî pirs bûn:
“Ez im yê þaþ... ez im yê þaþ... ”
Nivîn kiþand serîyê xwe û di xew ve çû…
Xewek kûr û dirêj
…û carek dî serîyê xwe ranekir.
01. 05. 2006
|