|
Kall Haco
DILÞAD MUTÎ
dilsad_muti@hotmail.com
„Emîne Emîne, nazdar û þêrîn e
Îro tu ji min dûrketî yarê, çavê-m te nabîne“
Bi tembûra xwe re bi dengê xwe yê nazik distrînê
Ciwanê me. Hê 13-14 salî ye. Li milê dî bi dengê
teq û reqa qedeha re, ji bo Ciwan dengê
tezewratê ji nav civatê tê, “bîjî Ciwan! bîjî“
Pê þa dibin û pêre pêre cesaret didinê. Lewra hê
di vî umrî de qebîlîyetek wiha, nîþana
serkeftina Ciwan ya pêþerojê ye. Hê di dema
zaroktayîya xwe de di bin tesîra muzîka Mihemed
Þêxo de dimînê û dest bi tembûr û strandinê
dike. Heta domahîya tehsîla xwe ya Lîseyê bi vî
awayî ji xwe û derdora xwe re li temburê dide û
distirîne. Piþtî xwandina xwe ya lîseyê tê
Almanya û li vir di zanîngeha Boçumê de sê sala
perwerdeya muzîkê dibînê û li vira bi awayekî
profesyonel dest bi muzîkê dike.

Dem dema þoreþgerîyê ye. Cîhan du þiq e. Li
alîyekê bloka Sovyet li alîyê dî Emrîka. Fikrê
sosyalîstî di nava gelê bindest de hikim dike û
hespê xwe di nava wan de dibazînê. Ciwanê min û
te jî herwekî dilxwazekî kurd di bin tesîra
sosyalîzmê de ye û dixwaze bi muzîka xwe xizmeta
da`wa xwe bike. Di xebata xwe ya yekemîn de bi
giþtî van neqþa dineqþîne:
“Te ilmê Markîs te xwand
Te ilmê Lenîn te xwand
Ji bo rizgarîyê, dijî kedxwarîyê
Guevara! Guevara! Ey heval Guevara…“
“Karkeran cotkeran sosyalîstan komonîstan.
Ev dema aþitî xwaza heyyy!
Markîs û Lenîn rabûn
Keçê kurdan þîyarbûn, xortê kurdan þîyarbûn…”
Ev xebata wî di nava kurdên li Ewrûpa de tê
ecibandin û cîyekî girîng digire. Seb ku tesîrê
li hêstên wa dike û xwastek û daxwazên wan tînê
ziman. Ev yek jî cesaret didê Ciwan û berê wî
didê xebatên nû û cida. “Çima ne tiþtek nû! Çima
ne tiþtek baþtir?” bi vî fikrî rê dikeve û dest
bi xebatnên cida di muzîkê de dike.
Ciwan têkilîyên xwe bi gîtarîstekê ereb yê Misrî
re çêdike û herdik bi hev re dest bi xebatek nû
dikin. Di vê xebatê de bi neqþ û motîvên
rojhilatî re rengê rojavayî li nav dixin. Xebat
bi melodîyên melenkolîk û xemgînî, hestên
þoreþvanî û evînî tîne ziman. Cara yekem e ku
Ciwan helbestek bê wezin dixwîne û vî rengî
tevlî muzîka xwe, belkî jî tevlî muzîka kurdî
dike. Helbest ji þairê serbestnivîs Rojan Barnas
e:
“Min navê xwe kola li bircên Dîyarbekir
gava ku stêrik
li ezmana stûxwar
gava ku ney û bilûr û tembûr
û dahol û zirne
sar bûn, sar bûn”
Bi jan û zehmetkêþîya gelê Kurd re, bindestî û
jarîya gelê Filistînê jî nayê jibîrkirin.
Biratîya van herdu gelên bindest tê zikirandin û
herwekî din stranek bi zimanê erebî jî tê
xwandin:
“Bîlad arabîye, Filîstîn el muhtilla
Unþuûda sewrîye, Filîstîn kubrîya
Ihnemeek ya Filistîn, a tura bel kadihîn
Ihnemeek ya Filistîn, mûanîn cainîn...”
Di vê albûmê de giranîya gitar a klasîk û
tembûrê li pêþ e. Tiþtê herî balkêþ tingênîya
tembûra Ciwan e, ku ji sînorên tembûrê derketîye
û bi awayek xweser, xwe didê pêþ. Balam ev stîl
cara yekem e, ku di dîroka temburê de tê
lêxistin. Loma jî ji hin derdorê kevneperestên
tembûrê rexneyên nakokî tên, çima saz di stîla
gîtarê de hatîya lêxistin.
Gotinên stranên dî, bi piranî ji helbestên
Cegerxwîn pêktên. Wekî li ser her stranbêjê kurd,
li ser Ciwan jî tesîra þairê bi nav û deng
Seydayê Cegerxwîn balkêþ e û di albûmên piþtî
vêre jî ev yek xwe dide xwîyakirinê. Helbestên
seyda bi weznin û ji lêkirina melodîyan re birêk
in.
Herçiqas ev xebata Ciwan çi girseyek balkêþ ya
guhdarvana nagirê jî, ew ji ya xwe nayê xwarê û
di çarçoveya xwe de guhartinên nû diceribîne.
Belê ev yek kirîye serê xwe de ku sînorên muzîka
kurdî ya klasîk bi herîfînê. Hevalên wî yê
muzîkçêker yê Ewrûpî çêdibin û têkilîyê muzîkê
di nava wan da xurt dibin. Bi halatên muzîkê yê
cida herkes ji qabîlîyeta xwe tevlî vî awayê
muzîke dike û îcar ji vir pêde tarzek muzîkek nû,
“muzîka Ciwan û hevalên wî” jîn dibe. Wekî her
yek ji wan ji hidama xwe ve, xwê û biharatên xwe
bavêjin sîtil a nîskê û tam û lezetek nû û cida
derdikeve hole. Ji albuma “Gula Sor” bigire heta
bi “Destana Egîdekî” Ciwan her diçe û xwe li
tiþtek nû diqewimîne. Ji van xebatan yek naþibhe
yekê lêbelê ji çarçoveya stîla “muzîka Ciwan û
hevalên wî” jî naderkeve. Gih soksafon li pêþ e,
gih bas gîtar, gih elektro, car tembika misrî,
car car jî tembûra Ciwan ya xweser.
Ciwan li piranî yan jî hindikbûna guhdarvana
nade berçava û muzîka xwe ya xweser çêdike. Ev
cidabûn muzîka wî ku mirov nizane ji kîjan
malbata muzîkê ye, qaliteyekê didê muzîka wî.
Herwekî dî mînak û hefkufîya vê muzîkê kêm tê
xwîyakirine.
Di muzîka Ciwan û hevalên wî de, xet û xîþkên
Beatles, Pink Floyd û Miradê Kinê berçav in. Hem
di gotinan de hem jî di melodîyan de. Wekî
“money”a Pink Floyed û “pere” ya Ciwan Haco.
Herwekî dî ji Mirado gotinên erotîk rîtmê
kemançeya wî di çend helbestên Ciwan de eþkere
ye. Di her sen’etî de, wekî wêje, wêne, heykel
hwd., di muzîkê de jî ev tiþtek tabiî ye. Sen’et
bi sen’et radibe.
Melayê Cizîrî jî di bin tesîra Hafizê Þîrazî de
maye lê ji wî derbasdibê û heta piþt re wî
qaqeboyî meydanê dike;
Ger lûlûyê mensûrî ji nezmê tu dixwazî
Wer þi´rê Melê bîn, bi Þîrazî te çi hacet
Sebebê ku Mela di cîhanê de, bi qasî Hafiz ne
meþure, ne ku ji Hafiz kêmtir e, lê ji Hafiz
bêxwedîtir e. Seb ku bi zimanekî bê xwedî, yanî
bi kurdî nivîsîye.
Her çiqas Ciwan di bin tesîra hin muzîkçêkera da
mabê jî, bi ya min li wan zêde kirîye. Lewra
tarzek cida û xweser vejînkirîye. Muzîka wî
mirov dikarê ne bi rock, ne bi folck, ne bi jazz,
ne bi bluese ne jî bi merengue nav bike. Hek ku
The Beatles lê guhdar bikira, wê destê wî
biramûsa, hek ku Miradê Kinê li heyatê ba wê ji
Ciwan re bi gota “afirim birazî” seb ku wa yê ji
qalîteya vê muzîkê fehm bikira. Yanî “Durrê
bidin durrnase”
Gelo pîvana qalîteya muzîkeke çîye? Piranîya
guhdarvana ye an pir firotina albûma ye? Girseya
li qonserte ye an jî sevîyeya guhdarvana ye? Bi
ya min qalîteya muzîkekê yan jî ya muzîkvan
sevîyeya guhdarvanê wê kifþ dike. Tenê
guhdarvanên întelektuel dikarin muzîka
muzîkçêkerên heyî payabilind wekî Wolfgang
Amedeus Mozart (1756-1791), Ludwig van Beethoven
(1770-1827), Johannes Brahms (1833-1897) û
çendekê dî yên wekî va, guhdarbikin. Herçiqas
stîla muzîka va þexsa cida be jî, di dinyaya
muzîkê de wekî hîmê muzîkê hatine qebûlkirin.
Ger ku meriv albûma Kamkarsa ya bi navê „Xak“ li
yekî ku guhê wî hînî muzîkê nebûyî bide
guhdarkirin, herçiqas ev albûm bi sinet û
hostatîyek pir bilind hatîye çêkirin jî, wê
tehemula wî nebe wê albumê ji serî heta binî
carekê guhdarbikê û dibe ku wê di pencerê re jî
bavêjê.
Dema ku mamostayê minê gîtarê yê alman ku li
Zanîngeha Freiburgê 4 sal tehsîla muzîkê girtîye
û niha mamostatîya gîtarê dike, li strana Ciwan
ya bi navê “Xatûn” guhdar kirî, lê heyran ma û
xwest ku ez wê albûmê dîyarî wî bikim. Çikû wî
sinet û neqþê di wê helbestê de hatî neqiþandin
dîtibûn.
Wek mîsala Melê, sebebê ku Ciwan nabûye
muzîkçêkerekî navnetewî ne ku ji qelsîya wî, lê
ji bêxwedîtîya wî ye. Wî jî bi zimanê bêxwedî,
bi zimanê kurdî strandîye.
Herwekî muzîka xebatên wî, tekstên muzîka wî jî
cûrbecûr bûn. Helbestên þa´irên kurd wekî
Cigerxwîn, Qedrîcan, Ahmet Arîf, Rojan Barnas,
Seydayê Gerok, Fazil Xiznewî hwd. wateyek
felsefî, gih mîstîk û tesewûfî, gih polîtîk, gih
jî hewayek erotîk li muzîka Haco werdikir. Gava
mirov li strana “Dil ji min bir” guhdar dike,
efsaneya Þêxê Senanî û Keçika Gurcî tê bîra
mirov.
„………………………
Wê dil ji pîran jî revand
Perde nema wê nedirand
Sofî ji kuncê zîvirand
Ji ser û dil îman firand”
Ji bilî tekst û muzîkên xwe Ciwan, car jî
stranên gelêrî xwendine. Lê ev stranên gelêrî di
nava xebatên wî de, cîyekî hindik digrin. Yê
heyî jî li gor xwe guhartine û bi uslûba xwe ya
xweser xwendine. Ev yek jî hostatîya wî dide
xwîyakirinê.
Ciwan herçiaqas li muzîka xwe enstrumanên nû
zêdekirin û hewldanên xebatên nû di muzîka kurdî
de kirin jî, di serî de di nava gelê kurd de
çîyê xwe yê layiq negirt û baþ nehate naskirin.
Seb ku muzîkan Ciwan li guhê wa xerîb dihat û
gotinên muzîkan jî ji her guhdarvanî re
nedihatine fehmkirinê. Muzîk bîyanî, wateya
gotina kûr û felsefîkbû. Di ser vê de devokê
Ciwan yê Torê û daqurtandina wî ya gotinan ev
yek hê zehmettir dikir. Li himberê vê jî, wî
dest ji xebatên xwe neberda. Ji nîvê salên 90
pêde hêdî hêdî ji Ciwan re girseyak guhdarvana
çêbû. Lewra di zanîngehên Tirkîyeyê de
xwendevanê kurd zêde dibûn û guhên wan li vê
muzîka nû vedibû. Herwekî dî pêwistîya va
ciwanan bi nûbûnê hebû û her nûbûnek di çanda wa
de ji wan re balkêþ bû. Piþtî çend car
guhdarkirina sitraneka wî, hem wateya gotinan
dihate fehmkirinê hem nji ya harî balkêþ ew e ku
muzîka wî gir ji guhdarvanê xwe re çêdikir.
Alaqa û hesjêkirina Ciwan her çiqa diçû di nava
xwendakarê kurd de mezin dibû û heta ev yek di
nava xwandakarên tirk de jî belav dibû. Dema
Ciwan cara yekem hatî Batmanê ev yek hê ji nûve
bi çavê xwe dît û ew bi xwe jî ecêbmayî bû.
Li ser vê yekê Ciwan xwest ku guhdarvanên xwe
mukafat bike û muzîkek nû dîyarî wa bike. Ji lew
dest bi muzîka elektro-rîtmîk kir da guhdarvane
wî çêtir bikaribin xwe li ber muzîka wî hilkutin.
Lê Ciwan nizanîbû ku ew girse girseya „Blûra min“
bû, lê ne ya „Sê sê“. Hê nûka ji vir pêde,
xortên ku fêhm nedikirin ka çima birayên wan
ewqas qedir didin muzîka Ciwan û lê guhdar
dikin, heq dane wan. Ji xwere gotin „Emrîkîno!
Vaye muzîka me jî ya pop heye“. Lewra hê nûka ji
vir pêde malbata muzîka wî çêbû û muzîka wî ya
nû ji xweserîyê derket û ew bi wek muzîkek ku
her muzîkvan bikaribe bi rêya enstrumanê
elektronîk çêbike. Dema gudarvanên Ciwan yê
kevin li „Derya“ guhdarî kirin, ji xwe re gotin;
„Xem nake. Ev Ciwan e. Her di xebatek xwe ya nû
de xwe li tiþtek nû diqewimîne“. Lê hinga dipeyî
vê re „Na na“ û „Off“ di eynî tarzê de derket,
xeyalþikestî bûn û vêcar gotin; „Ciwan kall bûye.“
Belê Ciwan bi van xebatên xwe yê dawî girseya
guhdarvanên xwe ferehtirkir lê pêre yên kevin jî
enirandin. Lê ev yek ne ji pîrbûna wî ye, ne jî
ji bêtaqetbûna wî ye. Bilekis ji „Ciwan“bûna wî
ye ku her dixwaze guhartinan di muzîka xwede çê
bikê û muzîka xwe can bikê. Herwekî dî emrê
muzîkê nîne. Îbrahîm Ferrarî di muzîka salsa-latîno
de yekî ji herî bi navûdeng bû û wî heta dawîya
emrê xwe muzîka xwe domand û ji qaliteya wî çi
kêmasî çênebû.
Me xwastibû ku em bi Ciwan Haco re li ser wî û
muzîka wî sohbetekê bikin, lê mixabin hinga me
Ciwan dît ew nerehetbû sohbeta me jî pêk nehat.
Dema ku ez ji cem vegerîyam ji radyoyek almanî
ya beþa kurdî du hevalên dî dixwestin pêre
hevpeyvînekê pêkbînin. Wa ji min pirskir ka
hevpeyvîna min pêre çêbû an na. Min ji wan re
got: „Kurê mala Haco Axa ye bavo. Hingî bitir e,
ji xwe li xwe neniha bi mere jî bi axivê“
Wan hevalan li min vegerand; „Sucê we kurdên
baþûrê mezin e bavê min. Hûn bi 300000 insanî wî
pêþwazî bikin, ji xwe forsa wî ya çêbe.“
Min ji xwe re got „Xem nakê ku Ciwan bitir bê.
Ev yek lê tê û ev heqqê wî ye. Lewra ew „Kall“ê
muzîka kurdî ya modern e. Na na hê hevqas
insanên dî ji wî re kêmbûn.“
Lê me soza sohbetekê ji Ciwan standîye û me dil
heye ku em vê di pêþerojê de bi we re hevpar
bikin. n
17.07.2006/ Freiburg
|