Texmîs*


ABDULKADÝR BÝNGÖL

 


Ma dizanî bo çi her rondik ji çavan rêz dibî,
Her dem û daîm dinalim, þev heta danê sibî.
Wer bipirs da tu ji vê raza ecaîp hîn bibî:
Ey dilê meskenê derdan, ma tu zanî ku çibî?
Ew Seîdê can fida j’dînê mera j’kîsê me bî.


Canfida bû qehreman bû, dest bi þûrê ilmê dîn,
Nur dixwend û Nur dirêt û her zaman û an û hîn.
Ger bixwazî wî binasî, wer Risalên wî bibîn.
Beyreqa ku wî hilanî jibo vî dînê mubîn.
Me çiqa pirsî û seh kir vê demê kes dî nebî.


Kes nemabû dîn vegota wê dema zulm û zecir,
Nalenala ehlê dîn bû, ehlê dil, ehlê zikir,
Ew li ber wê zulma rabû lê bi tedbîr û sebir,
Çepera dîn girtibû, pakî ji keskî nedikir,
Heq dizanî, heq digot û heq dikir; herdem we bî.


Tirs nebû jê ra ji lewra bê sekin, daîm digot,
Herkesê carek bidîta kufr û nîfaq jê diþot,
Sohbeta wî ya mibarek cerg û mêlak tê disot,
Ew dikana ku wî danî, ew metaê difirot,
Ew li Þam û Misr û Bexdayê niho peyda nebî.


Ne li Delhî, ne li Tehran, ne li Þîraz, ta Giver,
Yek nebû ehlê dîyanet lê kira qîr û mefer.
Sal hezar û nehsedû þêst mahê rojî dem seher,
Çû wetat kir, çi mûsîbet! Sedhezar rehmet li ser,
J’ehlê vî dînê mûbîn ra çi nimûnek taze bî.
Cadeyek nû wî vedanî boyî xortên ummetê,
Ew di Barla û Emîrdax xerq dibû nav xizmetê
Wî di umrê xoy ezîz da guh nedabû lezetê,
Sêsed û heftî û neh piþtî hezarê Hicretê,
Dergehê baxê Biheþtê keremê l’ber wî vebî


Ebû Cehlên vî zemanî, zalimên hêc û bitir,
Þandibûn Afyon û Barla, Qestemon û Eyrîdir.
Ew gula Kurdên reben bû, lê nehiþtin ew li vir
Ew li Nursê hate dinya, wî li Urfayê wefat kir,
Ew þehîr bû, ew bedî’ bû, ez çi bêm, serdeste bû.


Sahibê “ilmê Ledûn” bû, dafi’ê hizna beþer,
Xwendina Nûra Îlahî nedida zêr û zeber,
Firqeta Wî em helandin sed hewar, ax û keser,
Ey Seîdê herdu dinya, dîtina te bû keder,
Em j’Xwedayê xwe dixwazin: L’axretê em l’cem te bî.


Em ji derdê firqeta Wî bûne jar, bûne zebûn,
Þubhetê mecnûn dinalîn qet nema sebr û sikûn,
“Dilkula!” firset li dest e, wer Rislanê Nûr bixûn!
Ey ‘Elî, ger çi Seîd çû, lê Rîsalê Nûr neçûn,
Sed emanet min li te, da tu ji wan mehrûm nebî.



 



* Ev texmîs, li ser þê’ra Seyyid Elîyê Findikî hatîye çêkirin. Herdu misreyên dawî yên Seyyid Elî ne.