Raman û Hêvî


BERHÎM PAÞA

 


di girtîgeha mêjîyê min de
raman jê dizên û oxil didin
her hucreyek min dibe pêtiga hêvîyan
hêvî
carna dibin êga umr
jehrê berdidin rayê min
jan li dilê min dixe
di binê heft tebek erd de
diqîrim
tarîya þevê qêrînan dîl werdigre
þev
ax þev herûher þev
hêvîyên herî xweþik
di tarîya þevan de pêk dihat
lê îþev
ne sayî ye xem e kerb e
û dêwê heftserî ye
mîna keftaran diranan li hev dixe
bi tirs û sawir di ser min de têt
dibim hezar perçe
bi her perçeyekî xwe ez
li benda berbangê me
berbang hêvîyek din e li aso
ma gelo têgîhan mimkûn be

tav bi rengekî din heltê
di bin perdeyek mij û dûman de
lêbelê dîsa jî ez
bi bervî tavê dibezim
tav bervî rojava

sî dirêjtir aso sortir dibe
vediciniqim
tavilê bi gavên gir dimeþim
dikevim radibim dibezim
diwestim ji qam de dikevim
û
vedikevim li cîhekî bêezman