Þivan Perwer
Min bi kurdî kilam gotin, ev 30 sal in sirgûn im..!


Hevpeyvîn: SALIHÊ KEVIRBIRÎ
salihkevirbiri@hotmail.com


Ji bo bîranîna 50 salîya Þivan Perwer
Þivan Perwer... Hewce nake mirov ji bo navekî wisa pêþgotinê binivîse. Hunermendê kurd ê ku ev 30 sal in fermalûbûn ango sirgûn bûye para wî 30 sal in terkeserê dinyayê ye. Her çiqas bi awayeke fizîkî ne li nav welatê ku lê hatîye dinyayê û xortanîya xwe lê derbas kirîye be jî, tu caran ji rojeva kurdan derneket. Ne tenê raya giþtî ya kurdan, her wisa piranîya caran kete rojeva Tirkîye û Ewropayê jî Þivan Perwer... Gelek caran hate nîqaþkirin, rexnebarankirin bû hingava qisedanên li dijî kesayetîya wî.
Þivan Perwer li gorî nasnameya fermî di 23 yê Rêbendana 1955 an de li Gundê “Sorî”ya bi ser Siwêrega Rihayê ve ye hatîye dinyayê. Li gorî vegotina ku dîya wî jê re kirîye, sala ku Þivan hatîye dinyayê, “sala ku berfa sor lê hatîye” bixwe bûye! Di pêvajoya hunera 30 salan de mohra xwe li bin zêdetirî 20 albûman daye, li seranserê cîhanê konserên çak pêþkêþ kirîye, di warê huner û muzîka kurdî de wekî “Qasidê Hunera Kurdî” tevgerîyaye û bûye xwedîyê gelek xelatên girîng û hêja. Heger em ji wan xelatan behsa duduyan bikin; yek ji wan “Nîþana Barzanî” ye ku di 3yê Hezîrana 2001ê de li bajarê Hewlêrê, bi merasîmekê li Parlamena Kurdistanê hate dayîn. Dudu; Xelata “Akademîya Charles Bross” ku li Parîsê di 18ê Sermaweza 2004ê wergirt. Perwer, ev xelat di beþa “Muzîka Cîhanê” de, bi albûma xwe ya bi navê “Min bêrîya te kirîye” heq kir. Di merasîma xelatdayînê de Þivan Perwer kurteaxaftinek kiribû û wiha gotibû: “Li welatê ku jê hatime, qedexekirî me, lê li vê derê tême xelatkirin..!”
Me got hewce nake, mirov ji bo “Þovalyeyê Muzîka Kurdî” pêþgotinê binivîse, lê va ye me dîsa nivîsand. Ji xweber hate nivîsandin. Hûnê di vê hevpeyvînê de rastî “Ferhengoka Þivan Perwer” werin. Perwer dê bi çend gotinan wateya peyvên ku me dîyar kirîye bide…
Li Brûksela Belçîkayê me pirsî, Þivan Perwer bersivand…
***
Gelo tê bîra te, cara yekem te kengê rahiþt sazê?
Helbet tê bîra min. Heþt salî bûm wê demê. Rojekê min qûtîkeke dimsê vala kir. Postê ku dîya min dabû ber tavê û hiþk kiribû ligel darekê min dest bi çêkirina saza xwe ya yekem kir. Dema dîya min çû bajêr, min jê re got; “Ji min re têl bîne!”. Rûniþtim, min bi tena serê xwe ji xwe re sazekê çêkir. Li gorî zanîna xwe, min akorda wê tekûz kir. Dema bavê min hatîye malê, saza li ser tûrikên genim dîtîye. Ji dîya min re gotîye: “Xêr e gelo, dê kurê me bibe qereç?” Rahiþtîye saza ku min çêkirîye û henekê xwe pê kirîye. Dîya min bi zor û heft bela sazê ji destê bavê min derxistîye. Xwestîye biþkêne. Wê demê ez ne li malê bûme...
Ji ber vê sedemê te qet lêdan xwarîye?
Erê çawa? Min ji bavê xwe lêdan xwarîye gelek caran. Tim ji min re digot; “Tê Qûranê bixwînî!..” Mamekî min hebû. Mele bû. Dersa Qûranê dida zarokan. Herçî ez bûm, min dixwest biçim dibistanê. Wê demê 6-7 salî bûm. Bavê min digot: “Tê Qûran bixwînî!” Min digot: “Na! Dixwazim biçim mektebê!” Çi kir, ez ji ya xwe nehatim xwarê! Ji ber vê yekê min ji bavê xwe gelek lêdan û kotek xwar.
Dîyar e, navbera te û feqetîyê tunebûye...
Mixabin navbera min û feqetîyê qet tunebû. Ne ku feqetî tiþtekî xerab bû, na! Min xelasîya xwe tê de nedidît. Min dizanibû ku feqetî, min ber bi armancên min ve nabe. Dê feqetî, dinyayê jî baþ bi min neda fêmkirin. Xewn û xeyalên min ên gelek mezin hebûn. Pêkhatina van xeyalan, bi hevnasîya cîhaneke pêþketî û modern mimkûn bû li gorî min. Sedem her ev bû. Ne ku li dijî dîn û bawerîyan bûm. Di rastîyê de mirovekî dîndar jî bûm. Min limêj dikir, bi dengekî xweþ min azan (bang) dida. Dema zarok bûm gelek caran min mûezîntîya gundîyan dikir...
Pirsekî klasîk e, lê dîsa dixwazim bipirsim; Þivan Perwer hunera xwe çawa bi nav dike?
Jîyan pirreng e. Huner jî vê yekê tîne zimên. Heger huner ne pirreng û pirdeng be, ne huner dibe, ne jî hunermend. Her dem, li bersiva pirsa “guherîn çawa dibe?” gerîyam. Muzîka min, ji bo ku jîyanê biguherîne, li ser bingehên çak û pêþketî hatîye avakirin. Lewre jî muzîka xwe bi nav nakim û kesek jî nikare bi hêsanî bibêje; “Muzîka Þivan ev e!”…
Gelo em dikarin bibêjin; Muzîka Þivan Perwer, harmonîya dengbêjîya klasîk û muzîka modern e?
Pira di navbera dengbêjîya klasîk û muzîka modern, pira di navbera muzîka kurdî û muzîka cîhanî, pira di navbera meqamên kurdî û meqamên dinyayî, pira di navbera guherînên li cîhanê û kurdan… Tu dikarî tevahîya van taybetmendîyan bibînî di muzîka Þivan Perwer de…
Her kesê ku temaþeyî te dike, li te guhdarî dike bi xisûsîyetekî te dihese; gava kilam-stran dibêjî çawa ku dikevî zikrê. Çine hestên te yên wê demê?
Heger konsantre nebim, nikarim hestên xwe tev li melodîyê bikim. Nikarim bi qewimîna ku vedibêjim re bibim yek. Heger li ser nefikirim, hestîyar nebim û negirîm, nikarim stran û kilamê biafirînim. Di sala 1986ê de, piþtî konsereke xwe ya li Los Angelesê, hunermendê navdar ê Îranî Darîyûþ hate cem min û got: “Xaþxaþê baþ dikiþînî haa!.. Ez jî jê hez dikim lê te zêde kiþandîye Þivan!” Bi þaþwazî min lê vegerandibû: “Xaþxaþa çi?” Dîsa bi nîvhenekî got: “Konsantrasyon û performansa te gelek baþ e, dîyar e te gelek kiþandîye vê mîratê!” Min berê xwe dayê û min jê re got: “Kekê min, min di jîyana xwe de xaþxaþ nekiþandîye. Ne cigare, ne jî alkol vedixwim..!” Þaþ û metel ma rebeno…
Sir an jî efsûnekî vê konsantrasyonê heye gelo?
Binêre kekê min, dema ez kilama “Xezal” bibêjim, divê wekî evîndarê Xezalê bibêjim. Divê ez lê bigerim ku evîna di dilê Xezalê de bînim zimên. Dema kilama “Helebçeyê” bibêjim, divê bibim yek ji qurbanên jehrên kîmyewî. Divê li wê demê bijîm. Dijîm jixwe. Sedema meseleya “zikr”ê ev e bawer im...
Cara yekem te guh da kîjan lorî, çîrok û zêmarên kurdî?
Dema zarok bûm, heta ku çîrok ji min re nehatina gotin, di xew re nediçûm. Dayîka min digot. Xaletên min, mamên min, metikên min, xalên min dihatin cem me. Em malbateke mezin bûn. Dema ku dîya min nedixwest çîrokan ji min re bêje, ji xaleta min re digot: “De ka çîrokek ji kurik re bibêje, bila razê!” Nikaribûm bêyî guhdarîkirina çîrokan razêm. Çîrokek carek tenê jî bihata gotin, di serê min de dima. Min ew ji ber dikir.
Xeyaleka te ya mezin hebû ku pêk nehat?
Min her xwestîye ku sazîyeke tenê ji bo muzîkê ava bikim. Bi vê yekê armanca min ew bû ku di navbera kurdan û cîhanê de pireke hunerî ava bikim. Di vî warî de bi gelên din re têkilîdayîn bo min yek ji armancên sereke bû. Min wiha min her xwestîye ku li ser muzîka kurdî lêkolînan bikim, muzîka kurdî di warê modernîteyê de derxim asta rajortirîn.
Yek ji sedemên “sirgûn”îya te jî “Konsera Sûrûcê” bû. Wê rojê çi qewimî?
Sal 1976 bû. Li seranserê welêt me konseran dida. Em çûn Batmanê. Dizanî, stranek heye ku dibêjim: “Ez çûm gundekî Batmanê, keçeke kurd ji min re got lo bira…” Li Batman û Merdînê em gelek gerîyan. Haya kesî ji me tunebû. Em çûn Erzeromê, Qaxizmanê, Agirîyê. Li konsera Bazîdê gelek kes hatin binçavkirin. Em çûn Dîyadînê. Leþkeran nehiþt ku em bilivin. Me xwe li sînorê Îranê xist û çend rojan em li wir man. Paþî em vegerîyan hatin Enqereyê. Armanca me ew bû ku em tûrekî xweþ bikin.
Wekî te jî anî ziman, me li Sûrûcê li sînameyekê konserek pêþkêþ kir. Derdor tije polîs û leþker e. Kî derdikeve tê binçavkirin. Gazî min kirin ku îfadeya min bigirin. Komîteya amadekar hat ji min re got: “Heger tu neyê, dê me hemûyan bigirin û têra dilê xwe li me bixin. Divê tu îfada xwe bidî!” Min jî got, “Armanca wan ne îfadedayîna min e. Ez herim dê min bigirin û mesele jî safî dibe. Ez îfade nadim!” Yekî ji nav wan got: “Heger em tev bêne îþkencekirin jî em te teslîmê wan nakin. Emê çareyekê ji vê yekê re bibînin. Her der tijî leþker û polîs in. Kontrolekî ecêb heye. Gel ji bo te li derve, ji bedenên xwe bend ava kirîye, nahêlin ku polîs bikeve hundir.!”
Derketim sehnê û min kilamek got. Qîyamet rabû! Tevlihevîyek çêbû. Polîs xwest guhdar û beþdaran ji hev belav bike. Çawa bû min baþ fêm nekir, ji nav gel hin kesan ji paþ ve ez derxistim û revandim. Xeyal meyal tê bîra min. Qulek vekiribûn çi bû!? Em revîyan û me xwe li zevîyeke pembû veþart. Me li nav zevîyê kir sibe. Berîya ku roj derkeve, me li derîyê hin malan xist. Ji tirsa derîyên mala xwe ji me re venekirin. Digotin: “Em qûrbana we ne, niha leþker werin dê me hemûyan bigirin û bibin. Ji ber vê yekê em ji wir derketin û çûn ciheke din. Piþtî demeke din jixwe serpêhatîya me ya sirgûnê destpê kir…
Þivan Perwer di kîjan salê de terka welêt kir?
Di 15ê Hezîrana 1976ê de mecbûr mam, terka welatê ku lê hatime dinyayê û lê mezin bûme bikim. Wekî din çareserî tunebû. Ji dîtina gelek dost û hevalên xwe, ji wê rojê heta niha bêpar mame…
30 sal çêbûye! Ne hindik e… Kilamgotin, bedela kilamgotina bi zimanê kurdî hewçend giran e?
Belê giran e ku hê jî fermalû me, sirgûn im! Bi kurdî strangotina te, belavbûyina dengê te bo her derî, strangotina li ser aþtî, azadî, serhildêrî li vê erdnîgarîyê ne hêsan bû. Helbet berdêla wê jî dê giran bûya! An ezê biketama hepsê, an jî ezê derketama derveyî welêt û minê li wê derê stranên xwe, kilamên xwe bigota. Di nava meselê de mirin û jiholêrakirina min jî hebû. Min tu kesî nekuþtibû. Min li dijî mirovahîyê tu sûcî nekiribû. Min bi tenê rastîya xwe, rastîya gelê xwe anîbû ziman û stranên gelê xwe vegotibû… Erê birako! Min bi kurdî kilam got, ev 30 sali in sirgûn im!..
Derketina te ya bo Ewropayê tesîreke çawa li hunera te kir?
Helbet Ewropa bandoreke mezin li min kir. Çavên min ji jîyanê re vekir. Helbet alîyên xerab yên Ewropayê jî hene. Ew ji me re ne pêwîst in. Li hêla din min kurdewarîya xwe, netewetîya xwe tu caran jibîr nekir. Alîyên ewropî û alîyên kurdewarî di kesayetîya min de baþ rûniþtine.
Bo nimûne, wekî hunermendekî kurd li Ewropayê di warê dîtina mijaran de tengasî derdikevin an na?
Na dernakeve! Dema tu cîhanê baþ biþopînî di vî warî de dê tu zehmetîyan nekiþînî. Îro tora ragihandinê, teknolojî gelek bi pêþ ketîye. Her pêþketina diqewime mirov yekser jê agahdar dibe. Meseleya entegrasyonê dibe ku carinan mejîyê we tevlihev bike, bes ew e û hew! Li hêla din her di dilê min de ev hebûye. Her dem li Rihayê bûme, li Batmanê, li Dîyarbekirê, li Enqerê, li Stenbolê, li Edenê bûme. Dema wiha be, rastîya Tirkîye û Kurdistanê hewçend berbiçav be, di warê meseleya dîtina mijarê de jî dê zehmetî tunebin…
Kurd, bi çavekî çawa nêzîkahî li muzîka xwe dikin?
Muzîka kurdî dewlemend e û ev dewlemendî bala mîsyoneran, bala zanyaran, bala folklorîstên navdar dikiþîne ser xwe. Lê mixabin haya kurdan ji bayê felekê tuneye. Haya wan ji vê yekê tuneye! Diçî mala kurdan, rastî muzîka farisan, ereban û tirkan têyî. Kurdî jî heye, lê temaþe dikî avêtine qorzîyekê. Heyf e, þerm e… (kurtedemek bêdeng dimîne, paþê berdewam dike) “Hûn çima wisa dikin ezbenî!”, dibêjim. Bersiv amade ye: “Ev xîtabî dilê me dikin, gelek xweþ behsa evînê dikin, orkestrayê gelek baþ bi kar tînin. Yên me vê yekê bi gundîyane dikin..!” dibêjin… Maf didî wan an nadî wan, ew bi ya te maye. Lê bi ya min, dema miletek bibêje; “Filankes baþ in, yên me xerab in !” wî miletî winda kirîye, qedir nade xwe…
Dema serê xwe datîne ser balgîvê, mûhasebeya xwe ya wicdanî dike Þivan Perwer? Piþtî hewqas salan wîcdanê te rehet e gelo? Tiþtekî ku wekî kûl di dilê te de ma, heye?
Hinek tiþt hene belê... Min dikarîbû hin karan baþ organîze bikira mesela. Derfetên min jî hebûn. Min dikaribû saltanatek ava bikira. Bendewarîyên gel hebûn ji min. Min dikarîbû hinekî din bi sergiranî tevbigerîya. Bala xwe didim rabirdûya xwe dibînim ku min zêde wext daye kesên nehêja! Gelek caran difikirim ku divê kêmtir bigerîyama. Gelek caran bûm qûrbanê zewqên xwe. Bo nimûne, jinek gelek ji min hez kirîye, li pey min gerîyaye. Divê min daxwazên wê, wekî daxwazên normal nedîta û nêzî wê nebûma. Divê bersiva min, bi alîyê min ê hunerî bûya. Divê min bi awayekî însanî nêzîkahî lê bikira. Divê min wiha ji wan re bigota: “Ez ne li gorî te me! Min wekî Þivan Perwer bibîne, evîna xwe di dilê xwe de veþêre!” Divê bi armancên din min nêzîkahî lê nekira û min destê xwe neda wan. Hinek caran min bi awayên din nêzîkahî li wan kir, lê paþê gelek poþman bûm. Jin evîndarê min dibûn, ji bo min digirîyan. Ez bi vê yekê diêþîyam. Min di dilê xwe de digot; “Wiha nabe! Tiþtên wisa qet ne baþ in Þivan! Te çima wiha kir?” Di dawîyê de min li xwe dixist… Dema zewicî bûm jî, têkilîyên min bi jinan re çêbûn. Li ber jina xwe diketim. Min her digot; “Min çima wisa kir. Ev îxanet e, ev zilm e..!” Lê jina li hember min dev ji min bernedida, gelek dixwest, perîþan bibû…
Lê mûhesebeya wîcdanî, di vî warî de rehet î?
Belê di vî warî de wîcdanê min gelek rehet e. Lê di warê teorîk de min hunera xwe bi pêþ ve nebir. Zêdetir di warê pratîk de min karê xwe kir. Divê min kompozîsyona xwe, bi xwe bikira. Hê jî mecbûr im ku hin kesên din van karên min bikin. Min zêdetir dema xwe da, gel, ger û sîyasetê. Min jîyana xwe nexist nava tekûzîyê. Di warê teorî de min xwe bi pêþ nexist mesela. Di demên berê de min gelek kitêb dixwendin. Lê di demên dawî de gelek kêm dixwînim. Helbet kitêba min, civak bixwe ye. Bi gelek mirovan re rûbirû mam, bi wan re axivîm. Bi pirsgirêkên gel re rûbirû mam, ev bixwe jî wekî xwendinê bû ji bo min…
Hêja Þivan Perwer, gelek spas ji bo terxankirina demê û bersivdayîna pirsan…
Spasxweþ, çavê min î…

FERHENGOKA ÞIVAN PERWER:
Sehne:
Sembola hunera min.
Çepik:
Kêfxweþîya gelê min û hûrmeta wî ya bo min.
Muzîk:
Reng û dengê jîyanê.
Evîn:
Tiþtê ku mirovan dide jîyandin.
Yar:
Hevrêyê/a jîyanê.
Jîyan:
Bi qasî ku bersiva wê bê dayîn ne watedar e.
Riha:
Memleketê min… Bajarekî gelek kevin û hêja… Bajarê lê hatime dinyayê û lê mezin bûme…
Dîyarbekir:
Kemilandina sazûmankarîya kurdîtîyê…
Stenbol:
Bajarekî dîrokî. Gelek caran bûye wargeha kemilandina kurdîtîyê...
Ewropa:
Jîyanên modern... Dergûþa ronesans û reformê...
Brûksel:
Bajarekî ku hin endamên malbata min lê dijîn...
Parîs:
Ji bo min bîranîneke gelek gelek girîng....
Köln:
Bajarê ku jîyana min lê guherî û bajarê ku Serxwebûn lê hatîye dinyayê...
Stockholm:
Cihê ku min piranîya jîyana xwe lê derbas kir. Bajarê ku min piranîya xebatên xwe lê kirin. Û bajarê sar ê ku hevalê min ê herî nêzîk Mehmûd Baksî tîne bîra min...
Amerîka:
Hêza Super!
Mozart:
Sembola mejî û bîrewerîya muzîkê… Mirovekî ku ji bo muzîkê dîn bibe…
Kawîs Axa:
Serdar, lûtke, delalî û welatperwerîya Muzîka Kurdî… Dengê herî xweþ, bêhempa…
Mihemed Arif Cizrawî:
Qedîfe, nexþ û rengînîya jîyanê. Gelek di bandora wî de mam… þahê sazê…
Þeroyê Biro:
Dengê herî xurt yê kurdên qefqasan…
Mehmûd Baksî:
Nexþa jîyanê… Pir baþ bû, pir xerab bû! Pir modern bû, pir klasîk bû… Her tiþtê wî ketibû nav hev… Lê bi her awayî delal bû… Mirovekî wekî wî êdî tuneye, mixabin nabînim… Terka min kir û çû..!
Gulîstan Perwer:
Dîya kurê min...
Serxwebûn:
Kurê min.... Jîyana min... Pêþeroja min…
Sîyaset:
Rengê azadî û aþtîyê…
Zembîlfiroþ:
Dirûstîya mirovan, evîna malbatê û sembola li dijî zilmê…
Derwêþê Evdî:
Sembola yekitî, girêdan û mêrxasîyê…
Edûlê:
Mînakeke gelek xurt a jinan… Nazik, dirûst û birûmet…
Îsot:
Bêyî wê nabe!..
Seddam:
Dîktatorî… Navekî din ê enfalê…
Karapetê Xaço:
Þêweya dengê gelek xweþ û pak… Temendirêjî… Lê lê dayîkê tîne bîra mirovan!
Þakiro:
Bi rastî jî kûrahîya dengbêjîya klasîk…
Radyoya Erîvanê:
Yek ji damarên herî girîng ê muzîka kurdî… Mejîyê çanda kurdî...
Neþet Ertaþ:
Hunermendekî tirk... Deng û saza wî gelek li hev tê... Jê gelek hez dikim...
Celal Guzelses:
Sembola dengê xweþ... Dîyarbekirî, lê ji bo muzîka kurdî mînakekî xerab... Kilamên kurdî, di legena “turkce”yê de þûþt û kir “turku”..!
Zekî Muren:
Ji bo gel û muzîka xwe sembolekî mezin...
TRT:
Ji bo gelê xwe weþangerîyeke baþ....
Quleya Eyfelê:
Þahesereke mezin... Navekî din ê Parîsê...
Þivan Perwer:
Hunermendê gelê ku hewcedarê aþtî û azadîyê ye... Hunermendê gelê ku tê perçiqandin... Bîr û boçûnên wî gelî çî be. Þivan Perwer jî ew e...
Saz:
Heger ew tunebûya dê nekarîbûma bijîm. Saza min her dem bû hevrê ji bo min. Her tiþt çû, her tiþt mehkûmê bidawîbûnê ye. Tiþtê bimîne saz e! Her dem dengê yê xweþik û mafdar e…