|
Diçim
GULISTAN ÇOBAN
Ji bo Canan
Li rojhilat nûbihar e
Nûbiharek birîndar e
Stêrek nû xew ve çûn
Wê hêdî hêdî zelal be dinya
Wê ro were ramûsanê bide gulan
Ew gulên sor û sipî
Ew gulên xew nekir
Heta sibe girîyan
Na na,
Ne ji bo mirinê zû ye
Ne ji bo çûyînê
Ne jî ji bo evînê
Waye ez weke Diclê serê xwe digrim
Û ber ve rîyên dûr ên bê veger ve diçim
Diçim…
Çav neke rêya min
Diçim, lêxe serê evîna min
Diçim neyê dinya min
Neyê xewna min
Li rojhilat nûbihar e
Nûbiharek evîndar e
Evîn birîn e
Evîn êþ e
Evîn giran e
Diçim bask þikestîme
Westîyame
Diçim nema xêra min
Xira bû hêlîna min
Tu bûy tu evînê!
Wek mahkûma li çîyayê dil ma þevînê
Li bin ronahîya hîvê
Xwîn herikî ji birînê
Li ber agirê þivana dilorînî
Û di hembêza xwe de hesretan dihewînî
Evîn destê xwe bide destê min
Em biçin
Ne ji bo mirinê zû ye
Ne jî ji bo çûyinê
|