|
Pîpik
BENJAMIN FRANKLÎN
Ji Îngîlîzî: SIDÎQ GORÎCAN
Zarokekî heft salî bûm. Hêj di bîra min de ye,
di tatîlekê de hevalên min bêrîkên min tejî
sifir kiribûn. Ez jî rasterast çûme dikanekî ku
pêlîstikên zarokan lê tê firotin. Di rê de bi
dengê pîpikekê þa û kêfxweþ bûm ku min di destê
zarokekî din de dît. Min hema jidil hemî heyina
xwe da, pîpik ji xwe re kirî. Dû re ez hatim
mal, li pîpika xwe dixim û domedarê mal û baxçe
de bi pîpika xwe þa û bi kêfekê xweþ diçim û
têm. Tabî miletên mal jî vê hînê ji min û ji
dengê pîpika min têr bêzar in. Birê min, xwuþkên
min, birazîyên min hemî ji danûstandin û kirîna
pîpikê hesîyabûn û ji min re digotin ku min çar
car ji bihayê wê zehftir daye. Paþî hat hiþê min
ku ger min ewqas giran nekirîbûya ew pîpik, wê
min bikarîya pê/bi perê mayî jî pir tiþtên baþ û
spehî bikirîya. Lê çûye. Hemî ji bo nezanîn û
ehmeqîya min kenîyan. Ez jî bi dilekê þikestî,
poþman û melûl ji xwe re têr girîyam.
Lêbelê piþtî vê bûyerê ku bandorekê mezin li ser
min hiþtibû, gava min hewldaya xwe û nîyet
bikira ku tiþtekî nelazim ji xwe re bistanda,
min hema di demê de ji xwe re wiha digot: “Ji bo
pîpikê zehfî perê xwe nede” û min bi vî awayî jî
diravê xwe digirt û mesref nedikir.
Dû re wextê ez mezin bûm û gava min tevger û
jîyana mirovan raçav kir, min zanî ku ez bi zehf
kesan binas im ku ew kesan jî ji bo pîpikekê pir
mesrefker in. Dema ku yekê/î ji bo hin kêfên
dîtbarî û muveqet pir hirsdar û dilxwaz dibînim
ku dikare hemî wextê xwe, nirxên xwe, aramîya
xwe, azadî û yekanetîya xwe, belkî jî hevalên
xwe feda û qurban bike ji bo ku ew tiþt bên cih,
xwe bi xwe re ez wiha dibêjim dîsa: “Vî merivî
ji bo pîpika xwe zehf zêde daye”.
Dema ku merivekî tama û xesîs nas dikim ku heke
xweþahîya jîyanê, dilaramîya qencîyên ku li
însanên din tê kirin, hemû qimet û hirmetdarîya
xwe û kêfa hevalbendîyekê hasbî bidin û feda
bikin ji bo malê dinyayê, xwe bi xwe dibêjim:
“Evdê reben û belengaz, te heqîqeten bi bihayekî
pir giran pîpika xwe kirîye”.
Gava ku merivekî rûken dibînim ku derfetên
tenduristîya xwe, hiþmendîya xwe û heyina xwe
dabite sirf kêf û zewqa xwe a bedenî û dinyayî,
ji xwe re dîsa dikenim û dibêjim: “Evdê ehmeq û
xafîl, tu tenê ji xwe re êþ û elem diçinî, ne
hizûr û sûrurê. Pîpika ku tu lê xwedîyî, nahêje
ewqas ked û mesrefa ku te lê kirîye”.
Ger ez yekê/î dibînim ku bi libasên xwe ên
xweþik ve mezin û kubar e, ku bi mobilye û
avahîyên xwe ve piç û mexrûr e, li ser van
hemûyan re jî ku deyndyarîya xwe û dawîya
karîyerê xwe amade dike, lê ku haya wê/î pê tune;
“Alas” dibêjim, “tu yeqîn bizan ku wê/î,
delalîya xwe û hêjahîya xwe firot ji bo pîpikekê
erzan”.
Bi kurtasî, ez bawer dikim ku kul û kovan û
nexweþîyên mirovahîyê, bi piranî, ji qimetdayin
û teqdîrkirina hin tiþtên beredayî, edna û
nehêja didere, ango bi pirdayina ji bo pîpikeke
erzan û piçûk çêdibe.
|