|
Du Þêr Du Xezal
HAMÝT GEYLANÝ
Serborîya Cizîra rengîn
Du bira Mem û Tajdîn
Du xwiþk Sitî û Zîn
Du þêr du xezalên dilbirîn.
Pîrozbayîya cejna Newrozê de
Her wekî çar gulîyên rihanê
Dilek aram hatin meydanê
Destegul pêþkêþ hevdu kirin
Gulên biheþtî yên geþ
Vay li min ji bo qedera pirr reþ.
Gustîlên xwe yên durr û cewahir
Veguhastin ser eþqa ku bûye jehir
Sitî desgirtîya Tajdîn
Keserên wî de bûye dîn
Tajdînê mêrxas
Sembolek belengazên pêxas
Zîn welatê gulistan
Mem jî gelê bindestan
Bêbextîya Bekoyê ewwan
Mixabin kete dojeha zîndan
Mîna mûmekê helîya, dilê wî zîz e
Evîna Zînê bo wî pir ezîz e.
Zîna kezebêþ xwiþka mîr bû
Birca belek de
Kul û kovanên Mem de pîr bû
Ey welatê xemgîn Cizîra Botan
Rojên rizgarî û azad nêz in
Hewl û quweta Yezdan
Em wê helbestê diken Xelat
Bo Mamoste Ehmedê Xanî
Ew darçinarek gelek ciwan î
|