|
Wek ku Gunehekî
xwe
Veþêre
FELAT DILGEÞ
Ez ji bav û kalan ve wî dinasim,
Dizanim ku dayika wî,
Wek dayika min a reben,
Gotinekê jî bi Tirkî nizane.
Ji roja ku ew bû peyayê Tirkan,
Wî dev ji dê û bavê jî berdan.
Belê min,
Tu car dest ji pêsîra wî berneda.
Loma ez,
Li her dera ku wî dibînim
Jê re bi Kurdî dibêjim,
Ew bi Tirkî li min werdigerîne.
Bi ser de rûyê xwe tirþ dike,
Enîya xwe diqermiçîne.
Bi awirên xwe yên tûj
Li min dixwe gef,
Ji hêrsan, dora devan tije dibe kef.
Çi ye ku ez bi Kurdî dibêjim.
Ez jê re bi Kurdî dibêjim,
Yên derûdorê lê dimînin þaþ!
Çimkî bi salan Kurdbûna xwe veþartîye,
Wek ku gunehekî xwe veþêre.
Stenbol-1999
|