|
Xezel*
MEWLANA CELALEDDÎNÊ ROMÎ
ji farisî: H. ACAR
Dilo, nezî kesî rûnê ku wî ji dil xeber heye
Bimeþ ber bi wê darê, ku kulîlkên wê nî terr
heye
Li vê bazara ‘ettaran me’r her derê wek bê karan
Li dikana kesî rûnê ku’l dikanê þekir heye
Terazûya te ger nebe, dê rê li te bigir herkes
Yek ê pelikkî bi te de, tê bê gelo ev zêr nîye?
Te’l ber derî dirûnîne “va tê’m” dibê bi derewan
Tu’l benda wî derî nebî, belkî malek du derî ye
Her beroþa ku dikele, tevlî tasê’l ber rûnenê
Lew her beroþa dikele, belkî tiþtek din tê’d
heye
Ne her qamiþ þekir heye, ne her binî ser jê’r
heye
Ne her çav re nêrîn heye, ne her derya gewher
heye
Binal ey bilbilê nalan, lewra di nalîna mestan
Li teht û kevir û latan, eser heye, eser heye
Ser bihêle ku’b cîh nebî, ku d’nava qûla derzîyê
Eger ta te’r derbas nebe, ji vê ye ku ser pê’r
heye
Çira ye ev dilê huþyar, wê dibin dawa xwe bispar
Te’j vê ba û hewayê çi? Hewa, fîtne û þer heye
Dema tu’j bayê buhurî, birûne’l serê kanîkê
Hevaltîya hevalkî ke, ku di dil da kanî heye
Ger di dil te kanî hebe, mîna dara hêþîn î tu
Ku ew dar, ber bide daîm, derûnê dil sefer heye
* Mewlana Celaleddîn-i Rumî, Kullîyat-i Diwan-i
Þems, (Neþr-i Bedîuzzaman Fruzanfer), Ýntîþarat-i
Behzad, Tehran, 1329 h.þ., Cild:1, rûpel:199,
Xezel no:563
|