|
Sabah Kara:
“Ez dixebitim ku þiîrên min
‘sehîh-neseb’ bin”
Hevpeyvîn: AYHAN GEVERÎ

Þair, dengê wijdana gelê xwe ye, þair dengê
milletê xwe yê xweþtirîn e ê di nava orkestraya
cîhanî de, þair surûda xelkê xwe ye û alaya
rengîn e li ser çîyayên welatê xwe, þair dîlana
þahîyan e, þa’ir olana þêran e, þa’ir axîna
janan e, lorîna dayîkan e...
Þair ronahî ye, bi rêzik û gotinên xwe ronî û
rûþen dike...
Lê þair divê lal nebe, bila bi meþ’aleyê ve dilê
xwe bisoje lê divê þair ronî bike, hiþ nebe...
Lewra þair rewþenbîr e, ronakbîr e... Þair
xwedan êþ e...
Ma êþ nebe þiîr dibe, þa’ir dibe..?
...
Belê me jî xwest ku em êþên þairek mezin ji devê
wî, ji dilê wî bigehînine gelê wî yê di tarîyê
de...
Belê þairê mezin Sabah Kara... Piþtî ewqas
bêdengîyê me xwest ku em dengê Sabah Abê
bibihîzin... Her çend ji me dûr bête hisabê jî
ew gelek nêzîkî me ye... Me pê re sohbet kir, lê
me destên hev negirt û me rûyê hev maçî nekir,
lê me dengê xwe gihande hev...
Me pirsî û wî jî bi kerema xwe bersiv da.
Li ser þiîra Kurdî, li ser eþqê, li ser þiîra
Sabah Kara bixwe, li ser poetîkaya ku heta niha
li ser nehatîye rawestan, me pirsên xwe ji
cenabê Sabah Kara re pirsîn...
Sabah Abê pirsên me ên dirêj bi kurtî
bersivandin, anko dîsa bi me da zanîn ku
“gotinên min hemû þiîr in.”
Ez bawer im ku îdî xwendevanên Nûbiharê dê dengê
þairê mezin her gav bibîhizin...
Belê hûn jî kerem bikin werin guhdarîya sohbeta
me:
* * *
A. Geverî: Pêxemberê Xweda dibêje ku; “Eger
þiîr, Xweda biîne bîra mirov ew þiîr baþ û bixêr
e; lê eger ne wisa be ew ne qenc e.”
Li alîyê din Pêxemberê me, gelek þairên sehabe
teþwîq dike, hetta ji Hesen bîn Sabit re dibêje:
“Ruhul-Qudus ligel te be.” Anko Cibraîl. Li gor
qudema qesta Resûl bi Cibraîl û þairbûnê ligel
îlham û wehîyê heye.
Wêca li gor we þiîra Îslamî û têkelîya wê bixwe
bi Îslamê ve çawa ye? Mirov dikare navbera wehîy,
þiîr û îlhamê tiþtekî û têkilîyekê peyda bike?
Sabah Kara: Þiîr yan þiîr e, yan ne þiîr e; yan
þiîreke baþ e, yan jî þiîreke ne baþ e; lêbelê
þiîr e. Û dema ku þiîr, þiîr be, îdî “þiîra
îslamî” û “a neîslamî” nabe. Wek ku “qundera
îslamî” û “a neîslamî” nebe; wek ku “derîyê
îslamî” û “ê neîslamî” nebe û îlh...
Erê ev wilo ye; lêhema divê em jibîr nekin ku
þiîr jî cûrek “amel” û cûrek “peyivîn” e û mirov
ji her cûr amel û beyanên xwe mesûl e. Yanî dema
ku tu di þiîrê de derewan bikî; yan jî îftira
bikî, þiîrbûna peyvên te, te ji îqab û cezayê
xelas nake. Yanî wek ku Quran dibêje: Tu nikarî
bi navê þiîrê derewan bikî; tu nikarî bi navê
þiîrê îftiran bikî û tu nikarî meddahî û
çaplûsîya zalim û bêþerefan bikî. Dema ku te ev
kir, tê hem li hember mirovan “mesûl” bî û hem
jî li hember Xwedê “mesûl” bî. Yanî, wek hemû
amelan, þairtîya baþ jî “meqbûl”; û a nebaþ jî
“merdûd” e. Eger þiîr were redkirin, divê ev ne
ji ber þiîrtîya xwe, lê ji ber sûcdarbûna xwe
be. Kes nikare bi navê þairtîyê bêþerefîyê bike.
Þiîr nikare peyvên “rezîl”, “ezîz” bike. Þiîr ji
navê xwe eþkere ye ku “edeb” e. Erê þiîr hetta
dikare erotîk jî be; lêbelê erotîkbûna þiîrê jî
divê ne ehmeqane be û divê “estetîk” be.
Ku em bên beþa duyem a pirsa te; erê, di navbera
îlham û þiîrê de; di navbera wehy û þiîrê de bi
rastî jî munasebeteke zehf mezin heye. Yanî dema
ku Pêxember ayet ji mirovan re xwendin, mirovan
bêsebeb ew wek “þair” bi nav nekirin. Tiþtên ku
wî digot bi rastî jî diþibihîn þiîrê... Zaten
eger peyvên wî neþibihîyane þiîrê, kesî jê re
nedigot “þair”... Erê peyvên wî diþibihîn þiîrê,
lê ew ne þair bû. Ew pêxember bû; û eþkere ye ku
þairtî û pêxembertî, ne yek in. Çawa ku dema
hakimê mehkemekê qanûnan bi tertîl û þairane ji
te re bixwîne tu nikarî behs ji þairtîya wî bikî,
eynen wilo jî, tu nikarî ji pêxemberekî re
“þair” bêjî. Ma tu dikarî ji “heddadekî” re
“neccar” bêjî? Ma tu dikarî ji “beqqalekî” re
“qessab” bêjî?.. Yan jî ber’eks...
A. Geverî: Heta niha þiîra Kurdî çi ya klasîk an
jî çi ya nûjen bi gelek mînakên baþ ve ketîye
pêþberê xemxwar û xwendevanên þiîra Kurdî, lê
çima heta niha di dîroka þiîra Kurdî de
poetîkayek þiîrê nehatîye çêkirin? Yan jî hebe
hûn dikarin wê bi me bidine naskirin?
Sabah Kara: Poetîka (=terzê þiîrê, tarîfa þiîrê;
dibe ku em bêjin “felsefa þiîrê”) her tim hebûye.
Çi wek metnekî cihê; çi jî di þiîrê bi xwe de “mindemic”,
poetîka her hebûye. Zaten bê poetîka, þiîr nabe.
Çawa dema ku avahîyek hebe, “mîmarî” jî heye;
dema þiîr jî hebe, poetîka jî heye. Yanî welew
þair poetîkaya xwe nenvîse jî, poetîkaya wî di
þiîrên wî de “veþartî” ye.
Baþ e; çi ye poetîkaya þiîra kevin û a nû?...
Cewaba vê pirsê, bi hevpeyvînekê nabe û divê
meriv li ser vê mewzûyê dûr û dirêj binvîse û
bipeyive.
Ezê zehf kurt bêjim:
Di þiîra kevin de “zerf” li pêþ “mezrûf” bû.
Þair bi pirranî li debdebeya wezn û qafîyeyan
digerîyan û serê xwe li wan têþandin. Carna ji
bo ku qafîyeyê li hev bînin, peyvên xwe yên
delal xera dikirin. Carna jî ji bo ku wezin li
hev bînin, peyvên kin, dirêj; û peyven dirêj jî
kin dikirin. Yanî þiîr dikirin halê leglegê Xoce
Nesreddîn...
Bi van gotinan qesta min ew nîn e ku “þairên
berê qe guh nedidan naverokê”... Na! Helbet guh
didan naverokê jî; lêbelê wê demê “þikl” li pêþ
bû, “miþkil” li paþ. “Zerf” li pêþ bû, “mezrûf”
li paþ. Lê niha xebat bi pirranî tam ber’eks e.
Þairên dema me serê xwe li ser “miþkil” zêdetir
têþînin li gor “þikil”; û li “mezrûf” zêdetir
digerin li gor “zerf”... Þikl û zerf bi tevayî
îhmal nakin, na, lê îdî “þikl” û “zerf” JI BO
“miþkil” û mezrûf” in. Ev herdu divê wek “dest”
û “lepik” li hev bên. Lê helbet “dest” li pêþ e
“lepik” li paþ...
Ev mesele, meseleke dirêj e. Ezê niha evqas
bêjim.
A. Geverî: Bi xwe li gor we poetîka çîye, divê
çi be û poetîkaya Sabah Kara çîye?
Sabah Kara: Wek ku te qesta hevpeyvînekê
nekirîye... Wilo xuya dike ku nîyeta te ew e ku
tu bi min kitêbekê bidî nivîsandin!
Henek li derekê; bi rastî ev mesele meseleke
zehf dirêj, pêçandî, tevlihev û miþkil e. Bi vê
sebebê jî ezê cewaba vê pirsa te jî bi kurtî,
zehf bi kurtî bêjim:
Li gor min þiîr cûreke peyivînê ye ku ew peyivîn
ancax bi sayeta þiîrtîyê dikare were eþkerekirin.
Yanî tiþtin hene bi zimanê adî nayên gotin. Þiîr
îmkanê dide meriv ku hin “negotinî”yên ku bi
zimanê “normal” nayin gotin, bêne gotin. Jixwe
tiþtek ji tiþtên ku zorê dide mirovan ku wehyê
bi þiîrê re miqayese bikin, an jî wan
biþibihînin hev jî ev e. Pêxember tiþtin digotin
ku bi wî þiklî nehatibûn gotin. Gotinên wan,
gotinên “bilind” bûn.
Tê bêjî, ‘ma çîrokvan, romanvan û nivîskarên din
jî tiþtna nabêjin ku bi wî þiklî nehatine gotin?’
Nexêr!
Çîrokvan, romanvan û nivîskarên din dema ku
meselen dibêjin “hesp”, yan “dar”, yan “qelem”,
yan “ewr” û îlh... ew bi rastî jî yan “hesp”,
yan “dar”, yan “qelem”, yan “ewr” û îlh... in.
Lêbelê dema ku þairek van peyvan binivîse, ew
dikarin yan tiþtên din bin, yan jî tiþtin ji XWE
zêdetir û kûrtir û firetir bin. Yanî þiîra kurdî
tam ne bi zimanê kurdî; þiîra tirkî tam ne bi
zimanê tirkî; þiîra farsî tam ne bi zimanê farsî
ye. Þiîr di zimanê xwe de zimanekî nû diaferîne.
“Êþ”a di þiîrê de êþek din; “hezz”a di þiîrê de
hezzek din e. Dema ku di þiîrê de “ba” derbaz
be, ba dikare li ruw û canê te bixe. Tu
xwendevan bî, “girî” di þiîrê de dikare bi ser
ruwê te de dilopan bike.
Alîyê “mezrûf” e ev. Lê di þiîrê de “zerf” jî
zehf muhîm e.
Ronîya di zimanê þiîrê de erê hebkê mubhem e û
naþibihe ronîya rojê; lêbelê ew wek ronîya berqê
ye... Ew dikare bi ronahîya xwe çavan “kor” bike.
Arif bêsebeb berê xwe nedane þiîrê... Ma hûn ji
xwe dipirsin ku çima hemû arifan þiîr gotine,
yan jî gotina þiîran teþwîq kirine? Ji ber ku
dilê arifan li bilindahîyan digere û li “negotinîyan”...
Hasilî; ez di þiîrên xwe de hem li ser “mezrûf”
û hem jî li ser “zerf” gelek dixebitim; hem li
ser “miþkil” û hem jî li ser “þikl”...
Tiþtkî din heye ku divê ez bi îsrar li ser
bisekinim:
Ez têdikoþim ku þiîrên min tiþtên nû û orijinal
bêjin; lê hema, ez bi wî heddî jî têdikoþim ku
þiîrên min ‘sehîh-neseb’ bin.
Ez dixwazim kesên ku þiîrên min xwendin bi
hêsanî têbigehin ku ez mensûbê kîjan kultur û
kîjan medenîyetê me. Yanî ez dixebitim ku ez
dengê xwe tevî dengê þairên medenîyeta xwe bikim.
Ez dixebitim ku ez mensûbê silsilekê bim. Ez
dixebitim ku ez û þairên zimanê min ê berî min,
em bi hev re ‘orkêstrayeke miþterek’ ava bikin;
lê helbet herkes bi sazê XWE û bi dengê XWE.
Xulasa, wek ku min got, ez dixebitim ku þiîrên
min ‘sehîh-neseb’ jî bin.
A. Geverî: Di navbera þiîr û eql û fikr û
entelektûaltîyê de çi heye? Bixwe þiîrê eqlek
heye, an jî eqlê þiîrê eqlek þexsî ye? Anko ez
dixwazim mebesta xwe wisa zelaltir bikim:
Þiîr û þuûr ji eynî kokê hatîne û þuûr jî cihê
veþartin û parastina tiþtên fikrî ye. Wêca þiîr
bixwe -nemaze þiîra klasîk- hem kurt e hem jî bi
maneyê ve tijî ye, bi sembol û raz û remz e. Lê
li hember fikrê ew hal çiqas rast e ku mîsalen
Xweda di ayetek Qur’anê de ji Pêyxember (s.x.l)
re dibêje: “Me þiîr hînê te nekir ku jixwe tu
muhtacê wê nînî.”
Her wisa Ibnî Erebî jî di Futuhatul-Mekkîyê de
dibêje: “Þiîr muxalifê beyanê ye.”… Belê jixwe
Hz. Muhammed jî mubeyyîn bû, hîkmet tefsîr û
beyan dikir, lê þair tiþtan vediþêre. Ev hal
çima wisa ye û qey mebesta þiîr û þair ew e ku
tu kes fêm neke?
Sabah Kara: Bi gotina Mewlana:
“Ma’nî ender þi’r cuz ba xabt nîst
Çun felaseng est ender zabt nîst”
Yanî, me’na di þiîre de bi qasî nesrê ne ‘eþkere’,
‘zelal’ û ‘dîyar’ e. Me’na di þiîrê de
‘pêþîya-xwe-vekirî’ ye; bê qeyd û rebt e; ne
‘gol’ e, lê ‘çem’ e, ‘tofan’ e... Loma jî
fêhimkirina þiîrê, ne hêsan e. Hal ev bû ku
pêxember divîyabû bi pirranî gelek dîyar û
vekirî bêjin; loma jî ne þair, lê pêxember bûn.
Na! Þiîr tiþtna venaþêre! Ber’eks: Þiîr tiþtên
veþartî dîyar dike. Lêbelê tiþtin hene ewqas
veþartî ne ku þiîr jî ew ancax ewqas dikare
‘eþkere’ bike. Yanî di þiîrê de veþartîbûna
me’nayê, ne ji þiîrê tê, lê ji mewzuwa þiîrê tê;
ku þiîr li wê digere ku ‘negotinî’ û
‘nayêngotinîyan’ bike ‘gotinî’ û hûnê teqdîr
bikin ku ev jî ne ewqas hêsan e.
A. Geverî: Dîsa ligel pirsa li jorî Ibnî Erebî
dibêje ku “arif nikarin hestên xwe ji kesekî re
vebêjin..” Ku Ehmedê Xanî jî dibêje: “Me eþqa
Memo bo xwe kire behane..” Gelo þair însanê
dunyayek din e û þiîr jî dunyayek din e ku remz
û raz têde hene? Li gor we þiîra bê remz û raz û
sembol dibe?
Sabah Kara: Heqê þairan jî heye ku xwe ji
fêhmkor û hov û ehmeqan biparêzin.
Û erê bi rastî jî þair li dinyayek din dijîn...
Wek ku min di þiîrek xwe de jî gotibû:
“Tu li dîyarê çîrokan dijî
[...]
Û erê zehf baþ e ku tu
Li dîyarê çîrokan dijî”
A. Geverî: Di navbera þiîr û eþqê de çi heye?
Mirov dikare eþqê wekî ava heyatê bibîne û hem
eþqa îlahî hem jî eþqa mecazî/beþerî wekî du
rûyên tiþtekî bibîne? Anko li gor Sabah Kara
têkelîya mecazî û heqîqî çîye?
Sabah Kara: Eþq ‘îhtîyaceke’ mirov e. Mirov xwe
‘nîv’ dibîne û dixwaze ‘tekmîl’ bibe. Hin bi
Leylayê tekmîl dibin; hin jî Leyla têra wan nake...
Evê han li Leylaya Leylayan digerin! Yanî ev ji
Leylayê derbaz dibin. Leyla tihnîya wan naþkîne.
‘Fanîbûna’ Leylayê nîþan dide ku Leyla, ne
‘DAWÎ’ ye. ‘Mecazî’ û ‘heqîqî’bûna eþqê ev e ji
min re.
A. Geverî: Di þiîra Kurdî ya klasîk de tesîra
tesewufê çawa çêbûye li gor we?
Sabah Kara: Tesewwif jî hema li wê digere ya ku
þiîr lê digere. Yanî hedefa herduyan gelek
diþibihe hev. Þiîr û tesewwif ‘cêwî’ ne. Ma te
mutesewwifek naskirîye ku minasebeta xwe bi
þiîre re nebûye?
Ma ev gelek tiþtan eþkere nake?
A. Geverî: Þiîra nûjen çawa dinirxînin?
Sabah Kara: Bi bawerîya min þairtî xebata herî
bi zehmet a mirovahîyê ye.
Ez bawer im ku Xwedê þairan sirf ji ber
‘þairbûna’ wan divê biþîne cennetê. Ji ber ku
jîyana þair zaten bi zatihî CEHENNEM bi xwe ye.
Îcar bifikire ku þiîra nû divê çawa ‘ciddî’ be!
Bira wellah þa’irtî ne îþê herkesî ye!
(Mirovno ji kerema xwe bi neheqî de’wa þairtîyê
nekin. Lo wellah þairtî ne îþê keyfê ye. Eger
hûn bi vê bawer nakin, ji kerema xwe li tarîxê
binêrin. Na eger hûn nikarin li tarîxê binêrin;
ku bi rastî jî gelek ji we, hûn nikarin li ti
tiþtî binêrin; lexwe li halê þairan binêrin ku
ew çawa diþewitin!)
A. Geverî: Sabah Kara, Dubeytîyên Baba Tahirê
Uryan, Rubaîyatên Xeyyam wergerandine Kurdîya
îro, çendek jî ji Mesnewîya Mewlana jî... Wêca
di vî warî de xebatên we yên nû hene? Sabah Kara
tiþtan dinivîse... ji bo zarokên Kurdîstanê ku
li gundan çavên wan li devê þair û qelemê Sabah
Kara, hûn dikarin çi bibêjin?
Sabah Kara: Min ew tiþt ji bo ku ez nîþan bidim
ku meriv dikare wan tiþtan bi kurdî jî bêje,
terceme kirin. Ji bo ku hêvîya me tevan zêde
bibe û ji bo ku dijmin ‘bipeqin’...
Îcar, eger ‘teleb’ hebe, ‘erz’ jî dibe. Lê bi
rastî jî:
“Çi b’kim ku qewî kesad e bazar
Nîn in qumaþî ra xerîdar”
[...]
“Ger îlm temam bidî bi polek
Bif’roþî tu hîkmetê bi solek
Kes nakete meyterê xwe Camî
Ranagiritin kesek Nîzamî”
(Heyf e ku em jî piþtî 300 salan, wek Ehmedê
Xanî van tiþtan dibêjin!)
Îcar eger zarokên kurd ‘þîr’ û ‘þiîr’ dixwazin,
divê ji kerema xwe hebkê devê xwe vekin!n
|