Mela Alî Germavî bi Bêdengî Wexer Kir


TEHSÎN ÎBRAHÎM DOSKÎ
Transkrîpsîyon: Ayhan Geverî

 





Mela Eli Germavî yek ji alimên me yên navdar bû. Roja 29 Hezîran 2006ê de li Dihokê wefat kir. Em ji bo malbat, feqî û hevalên wî sebreke cemîl dixwazin vê nivîsê bi munasebeta wefata wî diweþînin. (Nûbihar)
Vekoler li wê bawerîyê ne ku piþtî wexerkirina Mela Ehmed Efendîyê Akreyî li sala 1958ê li Dihokê çirayê gotina ilmê þer’î li mizgeftên devera Bedînan vemirya, çunkî nema êdî melayek wekî caran kitêbên rêzê bi dersînî bêjit û feqî ji deverê û ji derveyî deverê jî qest bikenê. Belê Xwedê wesa hez kirîye ku ronahîya vî dînî her dem geþ bimînît û her careka stêrek ji esmanê zanînên þer’î birêjît, stêreka dî geþ û bilind bibît û ronahîyê bidete hemî alîyan… Û li devera Badînan jî û piþtî rehmetî Mela Ehmedê Akreyî bi pitir ji sih salan çirayekî dî yê ilmê þer’î geþ bû û stêreka dî bilind bû. Ew jî rehmetî Mela Alîyê Germavî bû, ewî berê demekê kêm û bi bêdengî li bajêrê Dihokê bi rehmet çûy.

Seyda Mela Alî ewê kesereka mezin di dilên heval û nasyarên xwo de hêlay li sala 1953ê bi rex bajêrê Dihokê ve û li gundê Germava Seîd Axayî li devera Doskîyan hatibû ser dinyayê û di nav binemaleka dîndar de hate perwerdekirin. Li ser destê babê xwe Mela Nebî fêrî destpakî û xêrxwazîyê bû. Her ji zarokînîya xwe wî qesta xwendinê kir û li serî çû medresa gundî Pîromera û bo demekî li wêrê xwend…

 Piþtî destpêkirina Þoreþa Eylûlê û têkçûna serûberê deverê mala wan bo bajarê Dihokê hate veguhastin û wî li Dihokê jî li medresên mîrî hindek ji xwendinan xwe wergirt. Paþî ilmê dînî li ber wî hate þirînkirin, lew wî dest ji medresê kêþa û qesta medresa dînî kir, ewa hingî ser bi rêveberîya Ewqafê ve. Xwendina xwe ya seretayî û navincî û amadeyî li wêrê bi dumahî îna û li ser destê hejmareka zanayan ilm wergirt, wekî: Þêx Ubeydê Beroþkî û Mela Alîyê Beroþkî û Mela Simaîlê Naviþkî û Mela Hisênê Marunisî.. û gelekên dî.
Piþtî wî xwendinan xwo li Dihokê bi dumahî înay li sala 1975ê qesta bajarê Medîna munewer kir li Erebistana Suudîyê, li Kolêja Þerîê li Zanîngeha Îslamî hate wergirtin û piþtî 4 salan ji xwendinê wî bawernameya lîsansê di zanînên þer’î de wergirt û vegerîya welatî…
Piþtî vegerîyana wî li dorên sala 1980ê wî dest bi karê melatîyê kir û li çend mizgeftên deverê bû mela û xutbexwîn û wekî mizgefta gundê Maltayê û mizgefta taxê Girê Baso li Dihokê ewa piþtî hingî bi navê wî hatîye nasîn.
Û jibilî karê melatîyê ewî bi karê dersgotinê jî radibû û çend salekan wî li sanewîya xwendinên Îslamî li Dihokê dersên tefsîrê û fiqhê û hedîsê didan û ji hejmareka mezin ya xwendekaran ilm ji wî wergirt û ez bixwe jî êk ji wan bûm.
Piþtî serhildana sala 1991ê li Kurdistana Îraqê û azadbûna deverê wî hizr li danana medreseka dînî li mizgefta xwe kir… Û ew bû li dorên sala 1994ê wî medresa xwo dana û her ji hingîwere wî bi dehan feqî pêgehandin û îcaza melatîyê dayê û noke feqîyên wî li gelek deverên Kurdistana Baþûr û Bakur bûyîne û hêja ye bêjin: Seydayî bixwe îcaza melatîyê ji Seyda Mela Hemdî wergirtibû.
Piþtî vekirina Kolêja Þerî’ê li Dihokê -ew bixwe êk ji damezirênerên wê bûye- wî dersên eqîdê û tefsîrê lê digotine xwendekaran.
Li sala 2000ê Seydayî bawernameya masterê li Zanîngeha Dihokê wergirt û nameya(tez) wî li ser Mela Xelîlê Sêrtî bû Menhecê wî di eqîdê de wekî ji vehênoka Nehculenamê xwûya dibît û pêxemet berhevkirina vê nameya wî çend seredan bo Bakurê Kurdistanê jî kirin.
Piþtî wergirtina masterê wî qesta welatê Lubnanê kir û li Zanîngeha Cinan hate wergirtin û dest bi xwendina doktorayê kir. Çend salan ew mujîlî berhevkirina nameya/teza xwo bû, ewa li dor jînosayda(komkujî) rêjima Seddamî bi ser Kurdan de înay ya ku bi navê Enfalan hatîye nasîn, û wî xwest van kiryarên hovane ji layê þerî’etî ve ruswa biket... Piþtî nêzîk bûyî ew nameya xwo bi dûmahî bînit, muxabin ew bi rehmet çû û negeheþt temam biket. Me li ber e eger Xwudê hez biket li demekê nêzîk van herdu kitêbên wî li Dezgeha Spîrêz çap bikeyn.
Li 29/6/2006ê li Nexweþxana Azadî li Dihokê û piþtî êþeka giran ya ku nêzîkê deh rojan vekêþay wî wexera xwo ya dûmahîyê kir û bi rehmet çû. Û hejmareka mezin ya xelkê Dihokê digel cenazê wî derkeftin û li goristana Þaxikê hate veþartin... Hîvîya me ji Xwudayê mezin ew e wî bi rehma xwo þad biket.
Seydayê Mela Alî dilsozê doza gelê xwe bû û her dem digel êþ û azarên milletê xwo bûye, lewra ew kesekê xwoþtivî bû li nik giþt milletî, ji mezinan bigire û heta yên biçûk. Çunkî ew mirovekî vekirî û qesexwoþ û þirîn bû. Dergehê mala wî her dem bo heval û mêvanan vekirîbû, xelkê her dem û ji hemî layan ve qesta mala wî dikir. Peywendîyên wî digel zana û rewþenbîr û xebatkerên Kurd li hemî deverên Kurdistanê nîþana vê gotina me ne.
Û hêja ye bêjin: Mela Alî bo demekê dirêj êk ji endamên çelengên Êkitîya Zanayên Dînê Îslamê li Kurdistanê bû û wî hejmareka vekolînan li dor babetên cuda cuda di kovara Zankoya Dihokê da belav kirine...
Xwudayê mezin bi rehma xwo ya berfireh digel wî biket û cihê wî vala nehêlît.n