|
Ceribandineke
Keþxe ku Bi Gotin û
Hêmayên Klasîk Hatîye Nexþandin: LEYL-name
ERGÝN ÖPENGÝN
“Ey þemal hêdî bisoj ku þev dirêj e
Ey rondik hêdî birêj ku xem gelek e”
Leyl-name, vegotin û rave (îzah) û þîrove û
tehlîl û ….ya þevê û þeydayê; hezkirin û vêzarî
û tirs û hêvî û….ya ji þevê û þeydayê; sermestî
û muþeweþî û gomgeþteyî û mecruhî û….ya ji destê
þevê û þeydayê; tarîtî û rewneqî û aramî û
kambaxî…ya di leyl û leylayê; û….
Belê, Leyl-nameya Ayhan Geverî ku ji paþnavê
nivîskarî dîyar e ka ji kû dera Kurdistanê ye
resenî (orjînalîtî) û xweserîya xwe hema ji
xuyangê dide der. Kitêb li ser Leyl û Leylayê
ye; bergê kitêbê bi rengê leylê (þev) ye û
nîgareke gelekî eleqadarî Leylayê li ser rengê
leylê ye. Her çend mirov bi rehetî nekare qirarê
bi kategorîya kitêbê bide jî, `ceribandin` wekî
kategorîyeke edebî herî zêde lê têt; lewre kitêb
xwerû îfade û derbirîna fikr û xîyalên nivîskarî
bi xwe ne. Her wiha kitêb ji çar dergehan anku
ji çar ceribandinan pêk têt; lê her çar dergeh
li dû hev wekî rêzekê tên, wekî ku tenê dergehek
e. Her wiha tiþtekê dî jî seyr bi wan dergehan
ew e ku her dergeh bi herfeka navê LEYLAyê dest
pê dike. Eve jî nîþaneke `leylzedeyîya`
nivîskarî ye ku dê li jêr behs lê bê kirin.
Helbet kitêb ne tenê hêma û mijarên (mesele) ku
li jor bi kurtî hatine dîyarkirin, lêbelê hêj
gelekên din dihewîne ku xwendevan dê bi xwe di
nav rûpelên kitêbê û navbera rêzikên di nava
rûpelan de bibîne. Nivîskar, di jînenîgarîya xwe
de, xwe wekî `leylzede` (anku yê ku Leylê lêdayî,
yê ku ji destê Leylê muzdarîb) dide nasîn û bi
rastî jî em wê yekê ji destpêkê bigire heta
dawîya kitêbê di nav vereþînên wî yên wan azar û
kulan dibînin; lewre di kitêbê de kelîmeyên ku
herî zêde têne serfkirin leyl, leyla, þev, heyv,
çal/bîr, tenêtî, muþewweþî, bêdengî, mecnûnî,
xem û xemgînî, hicr û cudahî û hwd. ku hemî jî
wate (mena) û pêjn û newayên `zede`bûnê (derbxwarî)
dihewînin. Nivîskar hevaltîya (yekitî) þev û
hîsên giran jî, li wan rêzikan bar dike:
“Bêdengî, tenêtî, kelegirî û kizgirî tên û li
gel xemên kevnare yên ji þevan tarîtir, li ser
dil û can kon vedigirin…”
Nivîskar bi vê kitêbê pêjn û hîsên xwe bi ziman
û þêweyeke (uslûb) helbestî li ber xwendevanan
radiêxe. Wekî ku ji her tiþtê kitêbê (nav û reng
û þikl û naverok) dîyar e di kitêbê de reng û
newaya herî serdest `tarîtîya þevê, û axaftina
ligel hemderd û guhdarê xwe anku þevê` ye. Di
kitêbê de ligel gelek rêzik û pasajên ji ustadên
wekî Melayê Cizîrî, Hafizê Þîrazî û Elî Þerîetî,
gelek ayetên ji Qurana Kerîm jî hene. Ew yek
hewayeke tesewwufî û dînî di tevahîya kitêbê de
pêk tîne.
Dergehê yekem (Lam) û yê dûmahîkê (Elif) li
Stenbolê, yê duyem li Mehabadê û yê sêyem jî li
Wanê hatîye nivîsîn û tesîra þevên li wan
bajaran rasterast di nav kitêbê de eqsê xwe
girtîye. Lê ew tesîr ne bi þiklê teswîr û
terîfên wan bajaran, lêbelê tesîra li ser
derûnîya (ruhî) nivîskarî ye. Tenê di dergehê
duyem de (ê ku li Mehabadê nivîsandîye) ew tevna
tesewwûfî û razber (soyut) hindekî zeîf dibe û
teswîra bajêr, û hîs û fikrên kurdewarî lê
girantir dibin. Mirov dikare vê yekê wekî
kêmasîyeke muhîm binirxîne ji ber ku xelekeka
zincîrê qasî yên dî peyt nîn e. Wesa dîyar e ku
nivîskar hem li dû eþqa beþerî hem jî ya îlahî
de ye; lêbelê ew jî wekî Pîrê xwe Melayê Cizîrî
Leyla`ya rasteqînê di Xwedê de dibîne û her çi
`tîr û tîxên ji wî tên` wekî minnet qebûl dike
ji xwe re.
Nivîskarê dilleylî ne tenê bi helbesta kurdî lê
bi referansên Quranê û helbestên faris û tirkan
ve jî dûmahîka rêyê digehîne `wahdetê` anku `yekatî`yê.
Dixwaze bibêje ku her tiþt yekatîya Xweda îfade
diket.
Evîna Yusûf û Zuleyxayê, korîtîya Ye`qubî,
gopalê Mûsa, tênîtîya/tîbûna li Kerbelayê,
qurbana Îbrahîm û Îsmaîlî û xwîna Îsmaîlî ya
nerijîyayî, xwîna Huseyîn a rijîyayî, Ruknabad û
Hafiz, hesreta Tûtîyê Tagore bo Hindistanê,
Pêxember û Taîfî, Þerîetî û Parîs, tenê hindek
ji wan referansên ji çanda cîhan û Îslamê ne ku
di tevahîya kitêbê de ji wan bêhisab hene. Her
çend ewqas zêde hêma û xal di ceribandinan de
tên guftugokirin jî, Melayê Cizîrî ji hemîyan
bêtir tesîrê li nivîskarî dike û gelek caran
nivîskar berê hawar û qisseya xwe rasterast dide
Mela û bi wî re dikeve dîyalogan. Li cîyekî (rp.
72) nêzîkatîya xwe ya ligel Mela wiha îfade
diket:
“Mela bibû Îmam û eþq dixwend, min lê vedigerand
û meþk dibend”
Nivîskarê ku wiha gazî li xwe diket `Ey yê ku
dilê wî ji Mecnûn cunûntir` mebest û teþkîla
hebûna xwe wekî `eþq û îman` dîyar diket. Bi
pasajeke ji Elî Þerîetî, bêçineyî û xerabîya ji
hev cudakirina eþq û îmanê vedibêje. Her wiha
balê dikêþe ser paralelîyên di navbera xwe û
Mela, xwe û Elî Þerîetî, û Mela û Elî Þerîetî û
pirs dike bê qey ew (bi xwe jî tê de) ji hev bi
xeber bûn!
Her çi zimanê kitêbê ye, nivîskarî zêdetir `daye
dû dilê xwe` û þirînahîya form û kelîmeyên
devera Geverê baþ bi cî kirine. Herçend ji bo
kelîmeyan ew yek çi muþkilîyan derneêxe jî,
`dana dû dilê xwe` ji bo rastnivîs û rêzimaneke
standard ne helwesteke durust e. Bo nimûne,
kelîmeyên wekî hind, hinde, pît, pirt pirt û
berahî, cuwanî ne di kitêbê de lêbelê mirov
nikare eynî tiþtî ji bo bikaranînên wekî `nexilasbûye`,
`neberde` an jî `desthelatdarîyek Îslamî` bêje;
çinku rê û rêzikên rastnivîsandina wan êdî cî bi
cî bûne û divê li gorî wan bêne nivîsandin. Her
wiha hin beytên bi Farisî û Tirkî nehatine
wergerandin bo kurdî, ew yek ji bo yên Farisîzan
û Tirkîzan belkî ne muþkulî be, lê dibe ku
herkesî pê xweþ nebe. Her wiha di tîpguhêzîya
beytên Farisî de jî hindekî dî hiþyarî divêt...
Helbet nirxandina ceribandinên wiha, zanîneke
kûr a tesewwûfî divêt, lê tiþtê ku li me gelekî
aþkera ye motîfên edebîyata klasîk a kurdan ji
alîyê nivîskar ve gelek baþ hatine famkirin û di
nav ceribandinan de xwendevan tam û çêjeke
tekstên klasîk peyda dike. Ew yek gelekî muhîm e
ji ber ku dîsa li me aþkera ye ku edebîyata
Kurdî ya hemdem nikare têra xwe sûdê ji
edebîyata klasîk werbigire. Bi hêvîya ku ev
kitêb bibe sebeb ku li wê kêmasîyê bê hesîn û
hewlên bo telafîkirina kêmasîyan bêne dayîn...n
|