Desîsa Duyemîn


SEÎDÊ NURSÎ
werger: Mamoste Amedî


Di mirov de hîsa tewra girîng û bingehîn, hîsa tirsê ye. Zalimên dessas, ji vê hîsa tirsê gellek îstifade dikin. Digel vê hîsê, mirovên tirsonek devbizmikî dikin. Sîxurên ehlê dunyayê û propaganderên ehlê dalaletê ji vê tamara nexwendîyan, bi taybetî ji ya zanyar (û alim)an gellek îstifade dikin. Wan ditirsînin, ewhamên wan tev didin. Wekmîna, çawa ku ji bo mirovekî li ser xênî, têxîne nav talûkê, zilamekî dessas di nêrîna wî kesê bi ewham de tiþtekî bi zîyan dixuye nîþanê wî dide û wehma wî bi livê dixe; hêdî hêdî heta ber qeraxa sîwanekê diqewirîne, piþt re ji wir dixîne û sitûyê wî diþikîne. Heman wek wîya, bi pirr ewhamên nehêja, tiþtên gellek hêja (û girîng) didin fîdakirin. Hetta, ji bona ku mêþek pêvenede, xwe diavêje devê mar.
Zemanekî, zatekî girîng –Xwedê rehma xwe like– ditirsîya ku li qeyikê siwar be. Digel wî, demeke þevê em ji Îstenbolê hatibûn ber pirê. Lazim bû ku em li qeyikê siwar bin. Erebe tunebû. Pêwistî li çûyîna Eyyub Sultan hebû. Min ritimand, lê wî: “Ez ditirsim, dibe ku em xerq bibin!” got. Min jê re got: “Gelo bi gor texmîna te li vê kendavê çend qeyik hene?”. Got: “Dibe ku hezarek hebin”. Min got: “Gelo di salekê de çend ji wan binav (xerq) dibin?”. Wî got: “Yek-du heb; sal heye ku ti yek jî xerq nebin”. Min got: “Sal çend roj e?”. Got: “Sêsed û þêst roj e”. Min got: “Îhtimala xerqbûnê ya ku ji te re bûye wehm û tirs, ji sêsed û þêst hezar îhtimalan yek îhtimal e. Kesekî ji vê îhtimalê bitirse, neku mirov, ew nabe sewal jî”. Hem, min jê re got: “Gelo bi gor texmîna te, tuyê hêj çendîn sal jîyan bikî?”. Wî got: “Ez pîremêr im, îhtimal heye ku ez deh salê din jî bijîm”. Min got: “Ji ber ku dema mirinê veþartîye, di her rojê de îhtimala mirinê heye. Naxwe, di sê hezar û þeþsed rojî de her roj muhtemel e ku tu bimirî. Aha, wek qeyikê, neku îhtimalek ji sêsed hezarî, belkî bi îhtimalek ji sê hezarî muhtemel e ku tu îroj bimirî; naxwe bilerze û bigirî, wesîyeta xwe bike”. Hiþê wî hate serî; bi awayekî lerzokî min ew li qeyikê siwar kir. Di hundirê qeyikê de, min jêre wiha got:
“Cenabê Heq, hîsa tirsê neku ji bo hilweþandina jîyanê, berovaj, ji bo parastina jîyanê daye! Herwiha, ji bo giran, çetin, têrjan û têrêþkirina jîyanê nedaye. Ger ku tirs, ji du, sê, çar îhtimalan yek be…hetta ji pênc, þeþ îhtimalan yek be, tirsek îhtîyatkarî, dibe ku meþrû (û rewa) be. Lêbelê, tirskirina bi îhtimalek ji sih, çel îhtimalan, ewham e; jîyanê werdigerîne êþ û azaran!”
Vaye, gelî birakan! Ger þelahên derveol (û ehlê îlhadê), bi tirsdayînê êrîþ bidin ser we ku, da hûn dest ji cîhada xwe ya manewî ya pîroz berdin, ji wan re wiha bibêjin: “Em hîzbul Qur’an in. Bi sirra


(1)”Ên ku Qur’an hinartîye û ên ku wê diparêze, bêguman em in.”(Ferkera Hîcr:9)
em di kelha Qur’anê de nin. ‘Hesbunellahu we nî’mel wekîl’

(2)”Xwedê ji me re her bes e; ew çi wekîlekî qenc û sipehîye.”(Ferkera Alê Îmran: 173)

sûrek qasidîne ku derdora me pêçandîye. Ji tirsa îhtimalek ji hezar îhtimalan ku ji vê jîyana fanî ya kurt re zîyanek piçûk wê bîne, hûn nikarin digel vîyana me, me sewq (û berpêdan)ê rêkek ji sedî bi sed hezaran zerarê digihîne jîyana me ya sermedî pêkbînin!”
Û bibêjin: “Gelo, ji rûyê Seîdê Nûrsî ku di xizmeta Qur’anê de hevalê me, di rêveberîya wê xizmeta pîroz de ustazê me û serokhostayê me ye, me û ê wekî me ehlê heq in û di rêka heq de ji wî re dost in, kê jê zerar dîtîye û ji rûyê þagirdê wî yên xas (û aybet) kê jê zerar dîtîye ku dê emê jî bibînin û digel wê dîtinê têkevin nav tatolekan? Bi hezaran dost û birakên uxrewî yên vî birakê me henin. Bi tevlî ku bîst-sîh sal e bi awayekî tesîrdar têkelê nav jîyana dunyewî (ya komelî) jî bûye, dîsa me nebihîstîye ku ji birayên me kesekî ji rûyê wî zerar dîtîye. Nemaze, wê çaxê di destê wî de topizê sîyasetê jî hebû... lê niha di þûna wî topizî de nûr (rewþen)a heqîqetê heye. Demên berê, di Bûyera 31ê Adarê de herçiqas ew jî tevlê kiribûn, hinek dostên wî jî pelçiqandibûn, lêbelê, piþt re dîyar bû ku mersele ji hêla kesên dîtir hatîye derxistin; ne ji rûyê wî û dostên wî, ji rûyê dijminên wî bela dîtinin. Him, wê çaxê gellek jî dostên xwe jî rizgar kiribû. Ji ber vê, neku hezar, bi tirsa îhtimalek talûkedar ya ji hezar îhtimalan, divêt ev yek neyê bîra þeytanên wekî we, ku emê gencîneyek ebedî ji destê xwe birevînin!” bibêjin û divê hûn biçerpînin devê wan þelaqên ehlê dalalet û wan biqewirînin.
Him, ji wan þelahan re bibêjin: “Ne ku bi îhtimalek ji sed hezar îhtimalan, helaketek ji sedî sed îhtimal jî we re, dîsa jî ger bi qasê zereyek jî hiþê me hebe, emê wê bernedin û nerevin!” Lewra, bi ceribandinên pircar hatîye dîtin û tê xûyakirin ku, ên di dema talûkê de ji birê xwe yê mezin, an ji ustadê xwe re îxanetê dikin, belaya qewimîye, pêþekî li serê wan de teqîyaye. Him, bi awayekî bê merhametî ceza li wan hatîye birrîn, him jî bi çahvekî nemerdî li wan hatîye meyizandin. Him cesedê wan mirîye, him jî ruhê wan di nav zîlletê de manen mirîye. Ên ku ceza dane wan, di dilê xwe de merhametekê hîs nakin. Lewra, dibêjin: “Evanan, madem ji ustadê xwe yên ku ji wan re durust û dilivîne xaîn derketine, helbet gellek nemerd in; ne ji merhemetê re, þayan (û hêja)ê tehqîr û pelçiqandinê nin. ”
Madem rastî (û heqîqet) ev e; û madem zilamekî zalim û bêvîjdan, yekî biavêje erdê û têkeve nav helwestek ku wê misoger bi lingê xwe serê wî bipelçiqîne, ger ew zilamê erdê lingê wî zalimê wahþî ramûse, bi sayeta wê zîlletê dê dilê wî pêþîya serê wî bipelixe û dê ruhê wî pêþîya cesedê wî bimire; hem serê wî diçe him îzzet û þayîþa wî berhewa dibe. Him, bi raberkirina qelsîya xwe ya li pêþ wî zalimê cinawirê bêwîcdan, ji bo pelçiqandina xwe wê wêrekîyê bide wî. Na, heger ew zilamê mezlûmê bin lingê wî, tûke ser çavê wî zalimî, dê dil û gîyanê xwe rizgar bike û cesedê wî wê bibe þehîd (û pakrewan)ekî mezlûm. Belê, tû bikin rûçikê bêheya ên zaliman!
Zemanekî, di hengama ku dewleta Îngilîz topên Boxaza Îstenbolê wêran kiribû û Îstenbol dagirtibû, ji hêla serokkeþeyê Dêra Anglîkanê ya mezintirîn daîreya olî ya wê dewletê bû, ji Meþîxata Îslamîyeyê þeþ pirsên olî hat kirin. Ez jî wê çaxê endamê Darulhîkmeta Îslamîyeyê bûm. Ji min pirsîn, gotin “Bersiveke bide!” wan, li hember þeþ pirsên xwe bersivek bi þeþ sed bêjeyî dixwestin. Min got: “Ne ku bi þeþ sed bêjeyî, bi þeþ bêjeyî jî ne, heta ne bi bêjeyekî jî, belkî bi tûkekî dibersivînim!
Lewra, ew dewlet, aha hûn dibînin di vê deqîqa ku lingê xwe danîne ser gewrîya me de, li hember pirskirina keþeyê wan ê ku bi pozbilindî li ser me re rawestîye, pêwist e ku tûkê ser rûçikê wî bikin. Tûk bikin ser rûçikê bêmerhemet ên wî ehlê zulmê!” Niha jî dibêjim:
“Gelî birayan! Di demek wiha de, ku hukumetek cebbar ya wek Îngilîz dagirkerî pêkanîbû, bi vî terzî (û awa)ê bersivdayînek bi zimanê çapemenîyê, ku talûke ji sedî sed bû, dîsa jî parastina Qur’anê ji min re bes hatibe, helbet ji bo we jî ji sed îhtimalan bi îhtimalekî li hember zîyanên ku ji destê zalimên nehêja dertên, wê sed derence bestir were.
Gelî birayan! Pirrên we leþkerî kirinin; ên ku nekiribin jî helbet bihîstinin; ên ku nebihîstinin jî bila ji min bibihîzin ku: “Ên gellektirîn birîndar dibin, ewên ku çeperên xwe berdidin û direvin in. Ên ku hindiktirîn birîndar dibin, kesên ku sebatkarê kozik (û çeper)ên xwe nin, wateya îþarî ya


(3)”Bibêje: Ew mirina ku hûn jê direvin, bêguman wê were û xwe bighîne we”(Ferkera Cum’e:8)

dide xuyakirin ku: “Ên direvin û fîrar dikin, bi reva xwe zêdetirîn mirinê pêþwaz dikin.”n