|
Bindestbûna Gel
FERÎD ÎZOL
feridizol@yahoo.com
Gelê me bi gelemperî li ser ax û erdnîgarîya xwe
dijîn. Ên ku koçber bûne jî gelek in. Wek tê
zanîn ji ber rewþa aborî, ji bo xwendinê, ji ber
zilm û zorê jî gelê me koçber bûne. Wexta ku
xelkekî dibe xulam pirsgirêkên wan jî bi awayekî
zêdetir dibin. Dewletên dagirker her tiþtên wan
wek xwe dirb û þikil didinê. Bi vî awayî cîhana
bindestan tê tarîkirin. Îro gelê me rewþa xwe ya
xulam pêwîst e ku baþ bizane. Li gorî þert û
mercan tevbigere. Li bindestbûnê, azadbûn û
rizgarbûn ne hêsan e. Tahlîlkirina rewþa civakî
û ji têgihîþtina gel re dem divê. Ew tiþtên ku
weke mercên mirovbûnê tên qebûlkirin, li ser çi
tiþtî þax dide? Dema ku zanebûna xelkê tunebe û
tu yê vî gelî çawa þîyar bikî?
Rêya ku li pêþ mirov, bi rastî ji mirovahîyê re
eger xizmet neke û ji mirov-bûnê re dijminatîyê
bike, û ev rêya çewt û xwar bi ser nakeve.
Armanca me li ser mirovê çê û xirab rawestandin
nîn e. Bindestbûna gel bi destê mirovan nîn e.
þert û mercên ku em têdane me bi xwe amade
nekirine. Di pir alî de mirov dikare ku mafdar
be; hêzên hiþ de yekîtîyeke xurtirîn tune be û
li hemû alîyan de bi nakokîyan û dubendîyan ev
jîyana bê meþandinê di dawîya dawî de encam çi
ye? Di sedemên bingehîn de dîsa pêwîstî heye ku
em jîyana gelê xwe baþ binirxînin. Wateya jîyana
bindestan li hemû deverên cîhanê di mabîna wan
de nêzîkbûyînekî heye. Heke azadbûn û rizgarbûn
di destê mirovan de be, bi rastî wê demê hemû
tiþt hêsan dibe.
Mixabin di þert û mercên xelkê me de, me ev dît
ku di rewþa civakî de lawazbûn li holê ye.
Guherîn û veguherîn çalak nîn e. Di seranserê
welatê me de her çiqas bîna azadîyê were jî,
evîndarên azadîyê jî kêm in. Lewra bindest pir
caran ji azadîyê jî direvin. Ev ne ji destê wan
e. Serwerên vî welatî bi awayekî çavên gelê
bindest tirsandîye. Di têkoþîna gelê bindest de
pêwîstî bi xebatê heye û her wisa di zîhnîyetan
de guherînên berbiçav pêwîst e. Di têkîlîyên gel
de jî dîsa têkûzbûna gel û li ser çareserîyên
nûjen rawestandin û bi rêxistinkirina gel ve
gelþan dikarin çareser bin.
Xelkê xulam heta ku bi hêza xwe ya neteweyî û
vîna xwe ya azad bikar neyne ew di karên xwe de
bi ser nakevin. Bêguman têkoþîna gel bi rê û
rêbazên nûjen ve dikare xwe nû bike. Di her warî
de þopandina cîhanê, li ser kêmasîyên xwe
rawestandine. Bi carekî mirov nikare azad be û
ji vî karî re dem divê. Wexta ku gelê me mafekî
bi dest bixe pêwîst e ku wî mafî biparêze. Bi
rastî parastina mafan ji bo gelê me tiþtekî pir
girîng e. Di hemû hêlan de rêya gelbûnê bi
zanebûna gel dibe. Îro gelê me jana gelbûnê
dikiþîne. Her janeke çi dersan dide me û
pêþeroja gelê xwe, emê çawa ronî bikin. Dahûrîna
(tahlîla) nexweþîya xulaman pir alî ye. Ji bo vê
yekê li hember serweran bi rêk û pêk têkoþîn û
xebat domandin gelek girîng e.
Di nirxandina gelê bindest de, hinek sînor hene.
Ew sînor jî famnekirina jîyana xwe ye. Di rewþa
xwe de bi gelemperî tiþtê li ser disekine û
mirov tê nagihîje. Di rewþa xwe ya lawaz û qels
de û vala berdanek jî cîyê xwe diparêze. Heta ku
di hinek tiþtan de hiþmendîya xwe çêdibe, wê
demê jî bi awayekî nikare ku pirsgirêkên xwe yê
rojane jî çareser bike. Wexta ku mirov azad
nefikire û evîna azadîyê nizanibe û ewê çi bike
azadîyê. Heke em serê xwe li ser tiþtên berbiçav
biêþînin, dibe ku em bi ser kevin. Belê,
kêmasîyên me gelek in. Ji ber ku hemû mirovên
cîhanê bi kêmasîyan ve jîyana xwe didomînin. Bi
çavdêrîyeke nûjen mi-rov dikare ku kêmasîyên xwe
jî kêm bike.
Lêbelê, meþandina doza xulaman jî bi rastî ne
karekî hêsan e. Avakirina zîhnîyeteke nû, vejîna
civakeke hemdem û nûjen, bi rêxistinkirina gel,
cîhana bindes-tan dikare bervî ronahî û
serbilindîyê ve here. Bindestbûna gel û
rizgarîya gel, azadîya gel û wek tê zanîn bi
rewþa civakî ve girêdayî ye. Heta ku civak
berpirsyarîya xwe bi cih neyne bira sûcdar wê,
wî nebîne. Hema hema her kesê/a sûcdar e. Belê.
hemû xebat bi diruþmeyan ve nameþin. Bi
çalakbûna jîyanê ve mirov dikare ji guherîn û
veguherînan re rê veke. n
|