|
Hunera
Folklora Kurdî
ZEYNELABIDÎN ZINAR
pencinar@bredband.net
Li Tirkîyê gava sazîya zimanê Tirkî di 1926an de
hatîye damezirandin, zana û pisporên Tirk hemû
nivîsên xwe yên pêdivî ku bi alfabeya erebî û
zimanê osmanî bûne, veguhaztine tirkîya nû û bi
alfabeya latînî nivîsîne. Bi wê yekê, nivþên nû
yên Tirk, kêm-zêde ageh ji mêjûya xwe mane û
dîroka zimanê xwe nasîne.
Lê di 1926an de gava zimanê kurdî hatîye
qedexekirin, zext û zordestî jî li serê pir
hatîye kirin. Ji ber hindê Kurdên Bakûr xasma jî
nivþên nûhatî bi derbekê ji koka xwe hatine
qetandin.
Lê belê jibilî jîyana kurdên li bajaran, ji bo
parastina ziman û Toreya Kurdî, di nava kurdan
de sê faktorên pir girîng hebûne ku wan Ziman û
Toreya Kurdî li pêþberê hewqas mercên giran
parastine. Ew hersê faktor ev bûne:
1- Medreseya Kurdî
2- Sazûmana Þêxantîyê
3- Sazûmana Axatîyê
***
Çawa ku tê zanîn, hemû miletên pêþketî yên ku
îro li dinyayê hene, vê çanda xwe ya nûjen, li
ser du bingehan ava kirine. Yek berhemên wan ên
klasîk in, ya din jî berhemên wan ên folklorî
ne.
Li gor wan belge û materyalên ku di lêkolîna min
a li Folklora Kurdî de, eþkere bûye ku Çîroka
Folklorî, pir dewlemend e û di bingeha wê de bi
sedan tiþtên girîng û pir balkêþ hene ku herdem
pêdivîya Kurdan pê heye. Ew dewlemendî nakeve
ber çembera mejîyê mirovan. Wek mînak: Heft
þaxên çîroka GUL û SÎNEM hene.
(Min çar þaxên wê bi dest xistine û kirine yek
pirtûk. Lê hêj sê þaxên dî mane ku bi destên min
neketine.)
Ji ber vê dewlemendîya zimanê kurdî, tirsa min
bi xwe ji asîmîlasyonê pir tune. Tirsa min tenê
ji vê yekê heye: Eger Forma Toreya Kurdî û ya
Zimanê Kurdî bêne guhartin, hingê siqûmata mezin
derdikeve holê.
Bi bawerîya min, di salên sihî de eger Zimanê
Kurdî li Bakûrê Kurdistanê bi awayekî fermî
qalibê xwe girtiba, wê îro ne xwedîyê vê
dewlemendîya hanê bûya.
Çîrokên Folklora Kurdî bi gelek tewrên babetcihê
hatine honandin û di bingeha wan de gelek
fentezîyên pirtexlît û xeyalên cihêreng hene.
Çîrok bi awayekî wisa geþ û xweþ derketine holê
ku pir zehmet e mirov salixê wan bi dev û pênûsê
bide. Tenê eger mirov saline dirêj lêkolîn li
wan bike, hingê mirov têdigîje ku deryayeke
bêkevî û bêbinî ne.
Xwendina Çîrokên Folklora Kurdî sûdeke pir mezin
didin mirovan, xasma jî didin zarokan. Herweha
astengîyeke mezin li pêþberê asîmîlasyonê
çêdikin, hem ji alîyê nijadî ve mirov gelekî
serbilind dikin, ji alîyê þixulandina mejî ve jî
rohnîyeke pir xurt derdixînin holê.
Gelek babet di Çîrokên Folklora Kurdî de hene ku
hicirkên mejîyê mirov, pirr didine þixulandin.
Bi wê yekê, dinyayeke bê sînor li pêþberê mirovî
vedibe.
Îcar dema ku mirov bi têgihîþtina folklora xwe
rewþen dibe, mirov girêdana reha xwe ya nijadî,
saxlem dibîne. Mirov êdî xwe bi bav û kalên xwe
serbilind dike. Tiþtê herî girîng ev e ku mirov
êdî xwe ji kirina xirabîyan dide paþ. Herweha
bawerîya mirov pir zêde bi mirov çêdibe. Mirov
pir dixwaze ku þexsîyeteke rind bigire. Mirov
dixwaze ku di her karê xwe de serkeftî bibe.
Mirov hertim xwe berpirsyar dibîne ku destên
alîkarîyê dirêjî belengaz bike. Û bi dehan
xeysetên baþ ên wisa...
Ha ji ber van giringîyên ku hatin gotin, îro
pêdivîya Kurdan pir heye ku berhemên folklora
xwe bixwînin û bi zarokên xwe bidin xwendin.
Xasma jî, dê û bavên Kurd, zarokên xwe bi
çîrokên Folklora Kurdî mezin bikin. Ji wan re
çîrokên rawilan bibêjin, meselokan bibêjin,
pêkenokan bibêjin, serpêhatîyan bibêjin,
heyranok û Payîzokan bibêjin, þîret û nesîhetên
bav û kalan bibêjin, þîroveya Gotinên Pêþîyan
bibêjin, klasîkên Kurdî bi wan bidin naskirin,
herweha xwezaya Kurdistanê jî bi wan bidin
naskirin.
Guman ji gotinê re nîne ku Çîrokên Folklora
Kurdî rihê nijadî ne, adana jîyana netewî ne û
xweþîya qulçavkên dilê kurdayetîyê ne.
Ji ber ku Xwendina çîrokên Folklora Kurdî,
têbînî û tîjîfemtîya mirovan gelekî xurt dikin û
zanîna mirovî derdixînin asteke bilindtirîn ku
tîrêjên hicirkên mixê mirov ber bi asoyeke bê
dawîn ve dibezînin û wan rewantir dikin ku pê
gelek geremolên di mejîyê tarî de zelal dibin.
BALKÊÞÎYA DI ÇÎROKÊN FOLKLORÎ DE:
Di Çîrokên Folklorî de, bi giranî ev babet hene:
Balkêþî, fentezî, têkilîya kulturî, heskirina ji
zimanê nijadî, nasîna nijada xwe, naskirina
xwezayê, xweparastina li pêþberê bela û
siqûmatan, bawerîya bi xwe, tewrê jîyana rawilan
û hwd...
Di Çîrokên Folklorî de tewr û terzên jîyana
neteweyî, bi awayekî pir xurt cih girtine.
Herweha rewþa jîyana çînayetî û perwerdekirina
mirovan, xasma jî ya zarokan tê de xweþ xuya
dibe û astengîyeke mezin li pêþberê dek û
dolabên sextekaran jî heye.
Di çîrokan de hin xeyal û fentezîyên derdemî
hene ku ne aqilê mirov wan tiþtan dipejirîne û
ne jî mimkun e ku mirov karibin wan tiþtan bi
hêz û birîya xwe bikin.
Di Çîrokên Folklora Kurdî de, çêyî, xirabî û
mirovatî, bi awayekî eþkera têne dîtin. Herweha
çîrok tiþtên weke þîret, nîþandana rîya rast,
xweþbêjî û qewîtîne dilovan jî pêþkêþê mirovan
dikin.
Di Çîrokên Folklorî de gelþên malbatî jî hatine
çareserkirin.
Ji van zêdetir, di Toreya Kurdî de demokratî,
mirovatî, rêzgirtin û biratî, xwe bi awayekî
eþkere nîþan dane.
Çawa ku tê zanîn, sînor ji çîrokan re tune, ew
serbest in û çawa ji wan re xweþ hatîye, her
wisa jî xwe berfireh kirine.
Îcar eger zarokên Kurdan bi van Çîrokên Folklorî
kame û fêrnas nebin, wê valahîyeke mezin têkeve
navbera nivþên niha û yên berê ku dagirtina wê
di pêþerojê de pir zehmet dibe.
Îcar ev tiþtên ku di bingeha Folklora Kurdî de
hene, eynî tiþt di bingeha Klasîkên Kurdî de jî
hene.
Hêvîdar im ku dê û bavên Kurd, girîngî bidin ser
vê yekê û pêþeroja zarokên xwe rewþen bikin.
Her þad û bextewer bimînin. n
|